Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin

img
STENBOL - ÎSÎG’ê ragihand ku di meha Adarê de herî kêm 145 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya meha Adarê ya têkildarî cînayetên kar parve kir. Li gorî raporê; di meha Adarê de herî kêm 145 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî raporê, di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de 6 zarok û 4 penaber jî hene. Li gorî beşên kar, bi 36 kesan re herî zêde di karê înşaet/rêyê de karkeran jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê, Hatayê 13, li Stenbolê 11, li Sakaryayê 8, li Bursayê 7, li Enqereyê 5 û li Antalyayê jî herî kêm 5 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di raporê de sedema mirina karkeran hate vegotin û hat ragihandin ku herî zêde karkeran ji ber qezayên trafîk/servîsê jiyana xwe ji dest dane.