‘Ji mecbûrî em di van şert û mercan de dixebitin'

img

MÛGLA – Gelek kesên ji bo debara malbata xwe bikin û heqê dibistana xwe derxînin ji warên xwe berê xwe dan Bodrûmê, ji şert û mercên bêewle û giran ên karî nerazî ne. Karkerên, di qawîşên 10-15 kesî de dimînin bilêv kirin ku di cejnê de jî nikarin biçin cem malbatên xwe. 

 
Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî û betaliyê, gelek kesên li warê wan kar bi destê wan nakeve berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkiyeyê û li ser înşeatan, di atolyeyên tekstîlê de, li nav baxçeyan dixebitin. Ji van kesan hin jê berê xwe dane Bodrûm a Mûglayê û li ser înşeatan dixebitin. Karkerên ku di şert û mercên giran de dixebitin, diyar kirin ku heqê keda xwe nastînin lê ji mecbûrî dixebitin. 
 
Aydin Çelîk (30) ku ji Wanê ji bo kar berê xwe daye Bodrûmê, diyar kir ku bi salan e li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dixebite û di qawîşên karkeran de dimîne. Çelîk, got: "Mixabin em ji ber şert û mercên aboriyî hatine van deran. Ji zarokatiya xwe ve diçim bajarên rojavayê Tirkiyeyê û di sektora îneşatê de dixebitim. Helbet min jî dixwest li bajarê xwe li cem malbata xwe bim. Lê ji roja me çavê xwe vekiriye em xizan in. Ji ber wekî din titek ji destê me nayê em ji mecbûrî li vira dimînin." 
 
Çelîk, diyar kir ew di qawîşeke 10-15 kesî de dimînin û heqê kirêya vê qawîşê jî didin. Çelîk, got: "Zivistanê şert û emrc girantir dibin. Paqijî tune ye. Hema bêje di her qawîşekê de lavabo û serşoyek heye û her kes wan bi kar tîne. Cihê xwarinê û cilşoyê heman cih e. Şert û mercên em tê de dimînin ne pir hîjyenîk e." 
 
SALÊ CAREKÊ DU CARAN ZAROKÊN XWE DIBÎNE 
 
Mehmet Yildiz jî ji Giyadîn a Agiriyê hatiye û 16 sal in li ser înşeatan dixebite. Yildiz, behsa şert û mercên tê de dixebitin û dijîn kir: "Zewicandî me û du zarokên min hene. Car heye 6 mehan carekê an jî salê carekê malbata xwe dibînim. Kî tiştekî wisa dixwaze? Şert û mercên me li ber çava ne. Car heye du rojan av tune ye. Wê çaxê jî em bi tankêran avêd ikişînin. Em mehê 500-700 lîreyî didin heqê van qawîşan. Yanî fiyetê wan jî lig orî şert û emrcan diguhere. Li vira gelek kes jê bêsîgorte dixebitin. Hin jê jî naxwazin. Belê, em dizanin şert û merc nebaş in lê em ji bo nanê xwe li vira ne." 
 
‘DIZANIM EV NE QEDER E LÊ...' 
 
Nîmet Yildiz jî, 23 sal in li ser îneşatan dixebite û xizmê Mehmet Yildiz e. Yildiz, bilêv kir ku piraniya karkerên li vira xizmên hev in û her sal heta dawiya serdê li vira dixebitin û paşê diçin bajarê xwe. Yildiz, ji bo hatina vira û şert û mercên xebatê got: "Dizanim ev ne qeder e." 
 
‘NE JI MECBÛRÎ BE WÊ KÎ BÊ VA DERA' 
 
Erdal Çayla yê 24 salî jî, anî ziman ku ji 12 saliya xwe ve li ser înşeatan dixebite. Çayla, diyar kir ku rojê 100-120 lîre bi dest wî dikeve û got: "Em 8 xwişk û bira ne. Ji mecbûrî dixebitim. Ji ber li hêla me kar tune ye em ji mecbûrî tên van dera. Gelek kes ji me nêzî du sal in malbatên xwe nedîtine. Di cejnê de jî em neçûn. Malbata me li wir, em li vir in." Her wiha Çayla destnîşan kir ku ew heqê keda xwe nastînin û ji bo vê rewşê got: "Ne xema kardêra ye. Eger xema wan bûna jixwe em ê ne di vî halî de bûna. Ne ji mecbûrî be ma wê kî li vira bimîne." 
 
MA / Esra Solin Dal