ÎZMÎR- Civaknas Yasîn Dûrak qedexekirin û astengkirina axaftina bi zimanê zikmakî wekî "qirkirina çandî" pênas kir û got ev jî bi qasî qikirinê sûcekî mezin e.
Ji ber polîtîkayên nîjadperest û cihêkariyê zext û zoriyên li ser kurdî zêdetir dibin. Yek ji van zextan jî herî dawî li Stenbolê qewimî û Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşayê nehişt lîstika Bêrû ya bi kurdî bê lîstin.
Civakna Yasîn Dûrak ku gava li Zanîngeha Enqereyê wekî lêkolîner dixebitî hatibû îxrackirin, qedexekirina lîstika Bêrûyê û zextên li ser kurdî nirxandin.
'BIRYARA QEDEXEKIRINÊ BRIYAREKE NEHEVGIRTÎ YE'
Dûrak, anî ziman ku bi kurdî qedexekirina lîstika nivîskarê îatlayanî Darîo Fo, biryareke nehevgirtî ye û got, ji lewra heman lîstik berê jî geleke caran hatiye lîstin. Her wiha Dûrak, diyar kir ku bi hinceta "xerakirina pergala cemaweriyê" jî hinceteke pir komîk e û got, lê belê sedema sereke ya lîstikê astengkirina projeya tirkiyeyîbûnê ya tevgera kurd e. Dûrak got: "Li dijî kurdî dîkekirineke pir aşkere heye. Li vî welatî heger hûn tirk bin, gere hûn misilman jî bin. Lê heger hûn kurd bin, misilmantiya we têr nake. Gere hûn her tim teslîmiyeta xwe ya ji bo rêvebirên tirk ên sunnî ragihînin. Ev paradîgmaya serdema nû ye. Tenê ne nasnameya kurdî, gelek kesên ku ne lig or qalibê AKP'ê bi 'terorê' tên etîketkirin."
QIRKIRINA ÇANDÎ
Dûrak, anî ziman ku ji avakirina komarê heya niha polîtîkayeke asîmlasiyonê li hemberî nasnameya kurdan û çanda kurdî heye û got, projeya damerîner her tim li ser asasê înakirinê ye. Dûrak, destnîşan kir ku qedexekirin û astengkirina axaftina bi zimanê zikmakî qirkirineke çandî ye û got, ev jî bi qasî qikirinê sûcekî mezin e.
Dûrak, destnîşan kir ku ev qirkirina çandî tenê li krudan nayê kirin, heman tişt hatiye serê elewiyan jî.
'TU TIŞTEKÎ ALTERNATÎF QEBÛL NAKIN
Dûrak, bilêv kir ku sed sal in li hemberî nasnameya kurdî bi hincetine pragmatîk qirkirinek pêk tê û got: "Ev xelek hingî hatye tendgkirin ku êdî tenê sînorên wê baxçeyên Qerê ne. Ji lewra tu tiştekî alternatîf qebûl nakin. Lewma tevgera kurd di hedefê de ye."
Herî dawî Dûrak anî ziman ku li devereke cihêkarî hebe û çand ji hev bên cihêkirin ew civak nikarin xwe ji rizandinê xelas bikin û got: "Li berxwedana Geziyê û şahiyên Newrozê mêze bikin. Mirov bi hev re tevdigerin. Lê belê ji dêvla vê pevrebûn û yekîtiyê, êdî li ehr kuçeyê bombe diteqin, her kes îxbara hev dike û her kes bu şupe nêzî hev dibe. Ma ev ne rizandin be îcar çi ye. Di vir de divê em vê îradeyê nîşan bidin; 'em ê bi hev re kuçeyan bi dest bixin.'"
Baskıların çoğaldığı kültürlerin birbirinden ayrıştırıldığı toplumlarda çürümenin kaçınılmaz olduğunu sözlerine ekleyen Durak, toplumların gelişmesinin dayanışmayla mümkün olduğunu belirterek, “Gezi direnişi ve Newroz gibi şenlikleri düşünün insanların birbiriyle danıştığı sorunlarını birbirine anlattığı ve derslerini ortaklarlaştırdığı bir ortam görürsünüz. Bu çeşit bir kamusal ortamın yerine, insanların evine kapandığı korktuğu, sokaklarda bombaların patladığı, insanların birbirini ihbar ettiği ve herkesin herkesten şüphe etmeye başladığı bir kamusal ortam oluştuğunu görüyoruz. Bu çürüme değil de nedir ve hiçbir Kültürel formasyon böylesi bir çürümüşlükten sonra hayata kalmaz. Burada şu iradeyi göstermek gerekiyor 'sokakları hep beraber geri alacağız' deme iradesini göstermeliyiz” şeklinde konuştu.
MA / Esra Solîn Dal