NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên ewil ên li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan, li girtîgehan bi çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dest pê kir.
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 26’emîn de ye. Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1988’an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî anîn Tirkiyeyê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya ku gelê Kurd weke “Roja Reş” pênase dike re anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên Tecrîdê de tê ragirtin.
Komplo, li çar aliyên cîhanê di nava gelê Kurd û dostên wan de rê li ber bertek û hêrseke mezin vekir. Di serî de Kurdistan û Tirkiye, li her çar aliyên cîhanê li dijî komployê çalakiyên protestoyî yên mezin hatin lidarxistin. Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê jî li girtîgehan hate vêxistin.
ÇALAKIYÊN ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’
Bersiva ewil a li dijî komploya li dijî Rêberê PKK’ê Ocalan hatiye dayîn, çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” a ku li girtîgehan hatiye destpêkirin e ku gelek kurdan xwe şewitandin. “Xeleka ji agir” a ku li girtîgehan dest pê kir û pêl bi pêl belav bû, piştî bangawaziya Abdullah Ocalan hate sekinandin lê li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Îmraliyê bênavber domiyan. Çalakiya ewil jî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji hêla girtiyê siyasî Mehmet Halît Oral ve hate kirin. Oral, li girtîgehê xwe şewitand. Oral bi van gotin “Êrişên li dijî we û gelê me tên kirin, êrişên li dijî mirovahiyê ne. Hêrs, kîn û tolhildana min mezin e. Lê ez nikarim li zindanê vê li dijî dijmin nîşan bidim. Bi vê çalakiya xwe re dixwazim dilsoziya xwe ya bi we re dîsa nîşan bidim. Dê vê rastiyê baş bibînin ku heke zirarekî herî biçûk jî bigihije we, dê tevahiya gelê me dinyayê bi serê wan de bîne xwarê.” çalakiya xwe pêk anî û bû xeleka ewil a berxwedana li dijî komployê.
Di nameya ji bo malbata xwe de jî Oral ev tişt anî ziman: “Tekane rêya xelasiya we, têkoşîna me ye. Daxwazeke min a din ew e ku hûn min li welatê min veşêrin û rondikan nebarînin. Berevajî vê, divê hûn weke ku biçin dawetê keyfxweş bin. Ji ber ku mirovên zeîf digirîn, em ne mirovên zeîf in.”
PEYAMÊN LI PEY XWE HIŞTIN
Çalakiya Oral dabû destpêkirin piştre li girtîgehên din jî belav bû. Girtî Mehmet Gul ku li Girtîgeha Manîsayê dihat ragirtin, beriya çalakiya xwe got: “Emperyalîzm, hêzên şerê taybet û hemû hêzên paşverû yên li qada Rojhilata Navîn ji we gelek ditirsin... Dixwazin di şexsê we de gelê kurd dîsa qir bikin..” û di 19’ê Cotmeha 1998’an de xwe şewitand. Gul, di nameya xwe de wiha bang li mirovahiyê kir: “Gelo hûn dê kengî wê perdeya li ber çavên xwe rakin û vê wehşetê bibînin? Êdî dema wê hatiye ku hûn ji van êrişên li dijî gelê kurd tên kirin re bibêjin bes e. Destê aştiyê di heman demê de ji bo we jî hatiye dirêjkirin. Mîna qewmê Lut, gelê kurd jî li her devera cîhanê belavela bû. Welatê wan hat parçekirin. Kurd, li ser xaka xwe weke xulam û dîlgirtiyan dijîn. Kurd jî dixwazin mîna we bijîn. Ma mafê jiyanê yê kurdan tune ye? Banga min ji bo we ew e ku hûn li dijî vê wehşeta li Kurdistanê tê kirin bihestiyar tevbigerin.”
Girtiyê bi navê Bulent Bayram ku li Girtîgeha Semsûrê dihat ragirtin, digot ku hêrsa wî ya li dijî komployê mezin bûye û di 21’ê Cotmeha 1998’an de bi van gotinan xwe şewitand: “Zêde tiştên ku em winda bikin tune ne lê cîhanek heye ku em ê qezenc bikin. Divê haya hemû mirovahiyê ji vê hebe. Dilsozî û baweriya min, berê min dide vê çalakiyê. Bijî Serok Apo!” Di heman dîrokê de li Girtîgeha Bartinê jî girtî Alî Aydin piştî van gotinan xwe şewitand: “Serokê min! Min gelek dixwest te bibînim. Lê dema dinêrim, dibînim ku hin kesên destûra vê nadin hene. Lewma ez ê van astengiyan ji holê rakim.”
Girtiyên bi navên Selamet Menteş û Aynûr Artan ên li Girtîgeha Midyadê dihatin reagirtin jî li dijî komployê xwe şewitandin. Artan û Menteş bal kişandin ser keda Abdullah Ocalan ên ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan û di nameya xwe de bûn ji pêşengên felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ku niha li seranserî cîhanê deng vedide. Artan û Menteş di nameya xwe de tespîta “Rêya ku em jinê veguherînin jiyanê ew e ku em wê veguherînin îradeyê”, jinan hîn bêhtir ber bi azadiyê ve dibe. Bi domdarî ev peyam dan: “Ev yek, navê berxwedana li dijî zilmê, li dijî tunekirinê têkoşîna hebûnê û li dijî xelaskirinê jî navê vejînê ye.”
Mîrza Sevîmlî ku li Girtîgeha Erziromê dihat ragirtin, di 26’ê Cotmeha 1998’an de çalakiya xweşewitandinê pêk anî. Sevîmlî, di peyama xwe de bal dikişand ser ser girîngiya Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd û wiha digot: “Serokê min, te bi tena serê xwe dest bi vê têkoşînê kir. Di demeke ku dîroka kurdan ber bi nebaşiyê ve diçû te ev gel heta roja me anî. Di roja heyî de gel êdî zane bûye, hemû dinya jî rabe ser pêyan êdî tu hêz nikarin xwe li ber kurdan bigirin. Di demên berê de mirov nedikariya du kurdan bîne cem hev. Lê Serokê min te îro bi milyonan kurd rakirine ser pêyan. Dijmin jî pir ji te ditirse. Dema pisîkek li quncikekî asê dibe çawa êrişî her derê dike, dijmin jî niha di heman rewşê de ye. Ji bo piştevaniya bi hevalên xwe şewitandin re, ez jî bi niyetim xwe bişewitînim. Ez ji bo vê çalakiyê heta dawiyê bibiryar im.”
Piştî vê bangawaziya Abdullah Ocalan, Endama Rûmetê ya Yekîneya Propagandaya Çedkarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat ku li Girtîgeha Sakaryayê dihat ragirtin di 17’ê Sibata 1999’an de bi gotina “Ocalan nayê darizandin” çalakiya xweşewitandinê li dar xist. Di serê salên 2000’an de jî ciwan tev li çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bûn.
‘KESEK NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE’
Xwedîderketina li Abdullah Ocalan êdî sînorên Kurdistanê derbas kir. Di 24’ê Adara 2006’an de dayika du zarokan a yewnan Elefteriya Fortulakî li Atînayê xwe şewitand û komplo protesto kir. Fortulakî li pey xwe nameyek hişt û di nameyê de wiha digot: “Ez ji bo we û kesên mîna we ji bo Kurdistanê têdikoşin rêz digirim. Tu Kes Nikara Roja Me Tarî Bike! Azadiya gelê kurd û Serok Apo, azadiya tevahiya gelên cîhanê ye. Bijî biratiya gelan.”
Di çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ên li dijî komploya navneteweyî veguherîn xelekeke ji agir de herî kêm 66 kes birîndar bûn û 53 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
NAVÊN KESÊN ÇALAKIYA XWEŞEWITANDINÊ LI DAR XISTIN
Navên kesên di dema pêvajoya komployê û piştre di çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” de çalakiya xweşewitandinê li dar xistin wiha ne:
*9’ê Cotmeha 1998’an: Mehmet Halît Oral li Girtîgeha Mereşê xwe şewitand.
*19’ê Cotmeha 1998’an: Mehmet Gul li Girtîgeha Manîsayê çalakî li dar xist û di 27’ê Cotmeha 1998’an de jiyana xwe ji dest da.
*21’ê Cotmeha 1998’an: Bulent Bayram li Girtîgeha Semsûrê û Alî Aydin jî li Girtîgeha Bartinê çalakî li dar xist.
*22’yê Cotmeha 1998’an: Hasan Îsa Hasan li Qamişloyê çalakî li dar xist û di 25’ê Cotmeha 1998’an de jiyana xwe ji dest da.
*23’yê Cotmeha 1998’an: Selamet Menteş û Aynur Artan (Rotînda) li Girtîgeha Midyadê çalakî li dar xistin.
*26’ê Cotmeha 1998’an: Mîrze Sevîmlî li Girtîgeha Erziromê çalakî li dar xist.
*1’ê Mijdara 1998’an: Berzan Ozturk (Mûrat) li Girtîgeha Stammheîm a Almanyayê çalaî li dar xist û di 4’ê Çileya 1999’an de jiyana xwe ji dest da.
*13’ê Mijdara 1998’an: Mehmet Aydin li Girtîgeha Çanakkaleyê çalakî li dar xist.
*14’ê Mijdara 1998’an: Erdal Çeçen li Girtîgeha Midyadê çalakî li dar xist.
*16’ê Mijdara 1998’an: Kadrî Îlhan li Girtîgeha Sêrtê çalakî li dar xist.
*17’ê Mijdara 1998’an: Adnan Karataş, Mardin Cezaevinde, Ahmet Yıldırım ve Remzi Akkuş ise Moskova’da bedenini ateşe verdi.
*18’ê Mijdara 1998’an: Emrullah Damlaci (Seyîd Bayram) li Dêrikê çalakî li dar xist.
*27’ê Mijdara 1998’an: Cemîl Ozalp li Amedê û Mîrza Çubukçu jî Girtîgeha Êlihê çalakî li dar xist û jiyana xwe ji dest da.
*30’ê Mijdara 1998’an: Yavuz Guzel li Girtîgeha Bartinê çalakî li dar xist.
*13’ê Kanûna 1998’an: Hatîce Falay li Bagcilar a Stenbolê çalakî li dar xist.
*21’ê Kanûna 1998’an: Taylan Ozgur Kahraman li Almanyayê çalakî li dar xist.
*16’ê Sibata 1999’an: Kahraman Denlî li ser sûrên Amedê çalakî li dar xist û 10 roj piştre jiyana xwe ji dest da.
*17’ê Sibata 1999’an: Serpîş Polat li Girtîgeha Sakaryayê çalakî li dar xist.
*8’ê Tebaxa 1999’an: Mûrat Yeşîlgoz li Girtîgeha Amasyayê çalakî li dar xist.
*30’ê Mijdara 1999’an: Yavuz Guzel li Girtîgeha Bartinê çalakî li dar xist.
*23’ê Kanûna 1999’an: Hukmiye Seyhan (Rûken Bêrîtan) li Rûsyayê çalakî li dar xist.
*22’yê Hezîrana 2000’an: Mahmut Yener li Amedê çalakî li dar xist û di 8’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.
*9’ê Tîrmeha 2000’an: Nesrîn Teke li Amedê çalakî li dar xist.
*3’yê Tebaxa 2000’an: Esen Aslan li Îzmîrê çalakî li dar xist.
*11’ê Mijdara 2003’yan: Fatoş Saglamgoz (Sema) li bajarê Goteborg ê Swîsreyê çalakî li dar xist.
*28’ê Adara 2004’an: Erdogan Kahraman (Yekta) li Qamişloyê çalakî li dar xist.
*25’ê Cotmeha 2005’an: Serdar Ari li Îzmîrê çalakî li dar xist.
*30’ê Adara 2006’an: Aynûr Yaşli li Antalyayê çalakî li dar xist.
*1’ê Sibata 2006’an: Leyla Walî Hasan (Viyan Soran) li Heftanînê çalakî li dar xist.
*28’ê Sibata 2006’an: Veysî Kaya li Edeneyê çalakî li dar xist.
*24’ê Adara 2006’an: Elefteriya Fortulakî li paytexta Yewnanistanê Atînayê çalakî li dar xist.
* 15’ê Sibata 2010’an: Ebu Muslum Dogan li Semsûrê çalakî li dar xist.
*15’ê Sibata 2011’an: Mûstafa Malçok li Amedê çalakî li dar xist.
*14’ê Tîrmeha 2011’an: Evrîm Demîr li Kop a Mûşê çalakî li dar xist.
*12’ê Kanûna 2011’an: Firat Îzgîn li Midyad a Mêrdînê çalakî li dar xist.
*4’ê Hezîrana 2012’an: Mehmet Şerîf Sakali li Mudanya ya Bursayê çalakî li dar xist.
*1’ê Tebax 2012’an: Mehmet Yalçin li Qoser a Mêrdînê çalakî li dar xist.
*9’ê Cotmeha 2012’an: Serdal Yektaş li Rihayê çalakî li dar xist.
*11’ê Adara 2012’an: Abdulkadîr Atîlla li Seyhan a Edeneyê çalakî li dar xist.
*22’yê Kanûna 2012’an: Mahsun Ozen li Îzmîrê çalaî li dar xist.
*15’ê Sibata 2016’an: Hadîka Dogru (Hêvîdar Serhed) li Kobanê çalakî li dar xist.
*14’ê Sibata 2018’an: Nazelîn Korkut li Îzmîrê çalakî li dar xist.
*27’ê Îlona 2018’an: Umît Acar li Munih a Almanyayê çalakî li dar xist.
NAVÊN KESÊN DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎN
Di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Dema çalakî didomiya, li gelek girtîgehan girtiyan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Di sala 2019’an de navên kesên li dijî tecrîdê çalakiya xweşewitandinê li dar xistin û jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne:
*17’ê Adara 2019’an: Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê çalakiya xweşewitandinê pêk anî.
*22’yê Adara 2019’an: Ugur Şakar li Krefeld a Almanyayê çalakî li dar xist.
*23’yê Adara 2019’an: Ayten Beçet li Girtîgeha Gebzeyê çalakî li dar xist.
*24’ê Adara 2019’an: Zehra Saglam li Girtîgeha Oltuyê çalakî li dar xist.
*25’ê Adara 2019’an: Medya Çinar li Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê çalakî li dar xist.
*29’ê Adara 2019’an: Yonca Akici li Girtîgeha Şakranê çalakî li dar xist.
*2’yê Nîsana 2019’an: Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniyeyê çalakî li dar xist.
*5’ê Nîsana 2019’an: Mahsum Pamay li Girtîgeha Xarpêtê çalakî li dar xist.
KESÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ BEDENA XWE ŞEWITANDIN
Di 12’ê Çileya sala 2023’yan de jî li navçeya Artuklu ya Mêrdînê Bubo Taş li dijî rewşa agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya xweşewitandinê li dar xist. Ciwanê bi navê Mehmet Akar jî di 16’ê Çileya 2023’yan de li navçeya Sûrê ya Amedê çalakiya xweşewitandinê li dar xist.
Sibe: Li Ewropayê çalakiyên azadiyê