NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li gelek bajaran bi boneya sala nû ya perwerdehiyê hatin dayîn de daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hate kirin.
Ji bo bi milyonan xwendekar û mamosteyan li dibistanan ders dest pê kirin. Bi boneya roja ewil a sala nû ya perwerdehiyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê derket pêş.
ŞIRNEX
Li navçeya Cizîra Şirnexê li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û dowizên “Heqîqet evîn e, evîn jiyana azad e” û “Navê min xweza ye” hatin hilgirtin.
Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît diyar kir ku di sala nû ya perwerdehiyê de bi milyonan zarokên kurd nikarin perwerdehiya bi zimanê dayikê bigirin û wiha axivî: “Dijminatiya li dijî kurdî ne tenê di pergala perwerdehiyê de ye. Di her qada jiyanê de ev dijminatî xwe dide nîşandan. Bi tunehesibandinê zimanê kurdî bi rêyên nû tê domandin. Ji bo ev yek ji holê bê rakirin em bang li hemû kesên ku xwe weke mirov penase dikin, dikin; Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî divê li her qadê seferberî bê îlankirin. Divê em di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe mezin bikin.”
Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş jî wiha got: “Îro hikumeta AKP’ê berdewama hişmendiya 12’ê Îlonê ye. Kenan Evren dîktatorek bû. Bi daxwaza Amerîkayê darbe li siyaseta sivîl da. Ji wê rojê ve hikumetên li Tirkiyeyê bi hişmendiya Evren û Esat Oktay tên birêvebirin. 100 sal in ziman û nasnameya kurdî qedexe ne. Divê em li dijî vê derkevin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
RIHA
Rêxistina HDP’a Rihayê bi daxwaza “Pişaftina li ser zimanê kurdî rawestînin” û “Li dijî pişaftinê perwerdehiya bi zimanê dayikê” li pêş Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a navçeya Halîlîyeyê daxuyanî da. Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman Omer Ocalan û parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuayaniyê de pankarta bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” hate vekirin.
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Garîbe Yeşîl, bertek nîşanî qedexeyên li ser ziman dan û got: “Di serdema nû ya perwerdehiyê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin. Heta perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn û bi awayekî qanûnî bê misogerkirin têkoşîna me dê bidome. Em dibêjin berxwedan ziman e û li dijî zextên li ser zimanan û ji bo misogerkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê, dem dema bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina zimanê dayikê ye.”
Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî bal kişand ser êrişên li dijî kurdî û got: “Kurd tevî hemû qedexeyan jî zimanê xwe didin jiyîn. Em dixwazin kurd bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin. Li dijî nasname û zimanê kurdî dijminatiyek heye. Îro bi milyonan zarokên kurd dest bi perwerdehiyê kir. Em vê siyaseta qirêj qebûl nakin. Em hemû ziman û olan diparêzin. Pişaftinê bidin rawestandin.”
Piştî daxuyaniyê li avahiya partiyê têkildarî ziman panelek hate lidarxistin. Di panela ku parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar weke axivîner tev li bûn de nivîskarê kurd Salîh Mevalî jî moderatoriya wê kir. Di panelê de li ser girîngiya kurdî hate sekinandin.
ENQERE
Komeleya Çand, Huner û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê, Komelya Elewiyên Şoreşger (DAD), endamên komeleyan û gelek welatî başdarî daxuyaniyê bûn. Endama ANKA-DER’ê Nebahat Çalpan a di civînê de axivî, xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û destnîşan kir ku divê di vê mijarê de têkoşîn bê dayîn. Çalpan, anî ziman ku dijminatiya gelê kurd ne tenê di qada perwerdehiyê de ye û got: “Tunehesibandine gelê kurd, hewldanên zilmê bi rêbazên nûjenkirî berdewam dikin.”
Çalpan, diyar kir ku divê zimanê kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê û got: “Divê Tirkiye û dewletên din bi taybetî zimanê kurdî hemû mafên netewî yên gelê kurd di qanûnan de qebûl bikin, fermî bikin û li gorî peymanên navnetewî tev bigerin. Em bang li herkesên ku ji xwe re dibêjin mirov dikin ku ji bo pêşveberin û parastina kurdî, ji bo perwerdehiya kurdî fermî bibe têbikoşin. Divê li her qadê bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Em dibistan û zanîngehên kurdan li her derê çêbikin.”
WAN
Li Wanê 24 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî, li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ziman kirdeya hest û ramanê ye em perwerdehîya bi Kurdî dixwazin” hate vekirin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de perwerdekarê kurdî yê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Hunera Kurd (ARSÎSA) Seyît Kiliç xwend.
Kiliç bi bîr xist ku sala nû ya perwerdeyê ya sala 202223 îro dest pê kir û bi lêv kir ku di 99 salan de dîsa zarokên kurd ji zimanê wan hatin dûr xistin û pişaftin. Kiliç, bi lêv kir ku ne tenê di saziyên perwerdehiyê de li ser hemû qadên civakî êrişek li ser kurdî heye û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
Lİ navçeyên Erdîş, Şax û Seray ên Wanê jî bi heman daxwazê li pêş avahiyên HDP’ê daxuyanî hatin dayîn.
MÛŞ
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Mûşê jî li pêş avahiya HDP’ê daxuyanî dan û gelek kes tev li daxuyaniyan bûn. Rêveberê HDP’ê Kerem Çitanak, xwest ku êriş û qedexeyên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin.
MÊRSÎN
Şaxa Egîtîm Sen’a Mêrsînê, ji bo sala nû ya perwerdehiyê pêşniyarên xwe yên çareseriyê û pirsgirêkên li tevahiya bajêr diqewimin raporak aşkere kir. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuayiya li avahiya şaxê hate dayîn bûn. Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen’a Mêrsînê Mahmût Sumbul axivî û qala pirsgirêkên ku xwendekar û mamoste dijîn kir. Sumbul, xwest ku mamosteyên ku bi KHK’ê ji peywîrê hatine girtin vegerin ser karê xwe.
DERSIM
Li Dersimê daxuyanî li Kuçeya Hunerê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ma perwerde yê zonê Kırmanckî wazenime" hat vekirin. Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Ferhat Yildiz daxuyaniya bi kirmanckî xwend. Yildiz destnîşan kir ku xwendekar ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî tên mehrûmkirin û got: "Ev zilm bi sedan sal e didome. Di dema komarê de ku dê di sala 2023'yan de bibe sed salî, em qetil kirin, em sirgûn kirin, mafê me yê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji dest me girtin, baweriya me înkar kirin."
ÊLIH
Li Êlihê jî bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî daxuyanî hat dayin. ARÎ-DER, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê, Egîtîm-Sen a Şaxa Êlihê, OHD, ÎHD, Sendîkaya PEtrol Îşê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Parka Ataturkê hat dayîn. Di daxuyaniyêd e pankarta “Dar li ser koka xwe mîrov li ser zimanê xwe şîn dibe" hat vekirin. Rêvebira ARÎ-DER'ê Havva Can axivî. Can got ku divê ew li hemû qadên jiyanê bi kurdî baixivin û biparêzin.
EDENE
HDP'a Edeneyê jî bi daxwaza "perwerdehiya bi zimanê zikmakî" li Parka Heykelliyê daxuyanî da. Hevseroka HDP'a Bajêr Hêlîn Kaya metna bi kurdî û Hevserokê HDP'a Bajêr Mehmet Karakiş jî ya bi tirkî xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê wan e, nayê astengkirin û qedexekirin.
HDP'a Mêrsînê jî li Parka Zarokê Azad daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî.
GEVER
Rêxistina HDP'ê ya Gever a Colemêrgê jî li ber deriyê avahiya xwe daxuyanî da. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, Meclîsa Cîwanan, ÎHD, OHD, rexistina HDP'ê ya Colemêrgê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyanî yê de pankarta, “Li dijî bişaftinê perwerdehiya bi zimanê zikmakî” û dowîzên “Jiyan bi kurdî xweş e”, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Dar ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe jîn dibe” û “Ji Q, W, X re azadî” hatin hilgirtin. Beriya daxuyaniyê polîsen ber deriyê avahiya HDP'a navçeyê dorpêç kirin.
Endama HDP'ê Evliya Alkan metna daxuyaniyê xwend. Alkan destnîşan kir ku di serdema nû ya perwerdehiyê de em ji bo bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê zikmakî bang dikin û got: “Heta perwerdehiya bi zimanê dayikê neyê dayîn û bi awayekî qanûnî neyê mîsogerkirin têkoşîna me dê bidome. Em dibêjin berxwedan ziman e û li dijî zextên li ser zimanan û ji bo mîsogerkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê, dem dema bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina li zimanê dayikê ye.”
Piştî daxuyaniyê ciwanan bi erbane û çepikan strana "Zimanê Kurdî" gotin û daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî zimanê kurdî” bi dawî bû.