Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin

img
AMED - Li navçeya Sûrê avahiyên nû ku li Kolana Yenîkapiyê hatin çêkirin, pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin. Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan ê Amedê Ferît Kahraman bi lêv kir ku avadaniya xweser a navçeyê hate tunekirin. 
 
Li navçeya Sûr a Amedê avahiyên ku li şûna avahiyên di pêvajoya qedexeya derketina derve de hatibûn rûxandin hatine çêkirin, veguherandin cihên bazirganiyê. Xwediyên cihên bazirganiyê yên li kolana Yenîkapiyê, peyarê dagir kirine û peyarê ji hatin û çûnê re girtî ne. 
 
Hevserokê Şaxa Yekitiya Odeyên Endazyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê Ferît Kahraman destnîşan kir ku bi awayeke aşkera peyarê tên dagirkirin. Kahraman destnîşan kir ku li Sûrê peyarê hatine xespkirin û wan bi daxuyaniya 29’ê tîrmehê ve der barê dagirkirina peyarê û hin pirsgirêkên wekî wê anîbûn ziman. 
 
XESTPKIRINA QADÊ
 
Bi domdarî Kahraman diyar kir ku Kargeha Anonîm a Rêveberiya Emlakê îhaleya 52 avahiyan da çêkirin lê belê li vir ji wan zêdetir avahî heneû wiha domand: "Avahiyên ku mane ji hin fîrmayên sereke re hatin texsîskirin. Ji ber vê yekê cihên ku li derveyî qadên hatine girtin dimînin jî, bi destpêkirina avakirin û çalakkirina cihên bazirganiyê re tên xespkirin. Me ev yek jî wek pêşbînî dît û ji rayedaran xwest ku peywira xwe bînin cih. Mixabin ev tişta ku me behsa wê dikir pêk hat. A rast mirov vê yekê weke mînaka bêpeywiriyê pênase bike. Çawa ku dest bi çêkirina van avahiyan kirin, bi kursî û maseyan û xebatên wek zeviya ku li ser tapûyeke din, wekî baxçeyê piştê ya hinek xaniyan hatin nîşandan jî hatin kirin. Ne tenê wek peyarê û bexçeyan, wek avahî jî hin mudaxile tên kirin. Plana Îmarê ya bi Armanca Parastina Nava Sûrê heye lê divê xebatên avakirinê yên nava qadên sîtê jî li gor vê planê bên meşandin.”
 
Kahraman destnîşan kir ku mirov ji ber xespkirina qadan neçar dimînin  ku li ser rêya erebeyan bimeşin û wiha pê de çû: "Mesele ne tenê qezayeke trafîkê ye, divê her kesek bi qasî ku mafê wî ye di nava sînorên xwe de bimîne.”
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN’
 
Kahraman bi bîr xist ku Sûr xwedî tevneke taybet e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sûr xwedî tevneke taybet û zindî ye. Ji ber texrîbatên ku li Yenîkapi û nava Sûrê hatine kirin, dixwazin wan deran ji nû ve bikin qadên cazîbeyê. Ev yek a rastî li ber çavên her kesekê tên kirin. Ev xespkirin bi çavlêgirtinê pêk tên. Qeyûm û zabita tim li wan deran digerin. Em ê bi bangekê rêveberiyên herêmî yên di bin rêvebirina qeyûm de, Gerînendeya Hawîrdor û Bajêr û hemû rayedaran dikin ku peywira xwe pêk bînin. Ger ku li gel vê yekê tu sererastkirin û xebat neyên kirin, em ê giliyê wan bikin."