Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide

COLEMÊRG - Yek ji xemxurên ziman, çand û hunera kurdî Selîm Oremar ku li ser govend û stranên Colemêrg gelek xebat meşandiye, banga xwedîderketina li çand û hunera kurdî kir. Oremar, got: “Her straneke Colemêrgê di nava xwe de dîrokekê dihewîne.” 

Yek ji bajarên Kurdistanê yê bi çand û hunera xwe xwedî rengîniyeke cuda jî Colemêrg e. Bi cureyên govend û reqsên xwe, bi şêwazên stran û folklora xwe bandoreke mezin kiriye. Lewma jî tevî hemû polîtîkayên pişaftinê jî xwe li ser pêyan girtiye. Colemêrg a ji hêla çand, huner, wêje, ol, perwerde û hwd. de gelek kesayetên binavûdeng gihandiye, vê berhemedariya xwe didomîne. 
 
Yek ji van şexsiyetan jî Selîm Bulut e anku Selîm Oremar e ku ev 40 sal in di qada çand û hunera kurdî de kedê dide. Oremar, di sala 1947’an de li herêma Oremarê ya Gever a Colemêrgê ji dayik bû. Ji şanoyê heta sînemayê, ji klamên dengbêjiyê heta wateya govendên li Colemêrgê li ser gelek mijaran meşand. Her wiha helbest nivîsandiye û pirtûkeke fablê jî çap kiriye. Oremar, serpêhatiya xwe ji bo ajansa me vegot.
 
BI PIRSEKÊ KETIYE NAVA LÊGERÎNÊ
 
Oremar, anî ziman ku wî bi pirsa “Gelo wek kurdek ez çi di derheqê kurdbûna xwe de dizanim û ya ku li dijî vê bişaftinê ez li ser pêyan hêlatî çi ye?” dest bi lêkolînên xwe kiriye. Oremar, diyar kir ku ew dixwaze lêkolînên xwe ji bo nifşên nû bihêle û wiha domand: “Ez li ser wateya stranên kurdî xebitîm û min zimanê bedenî yê govendên Colemêrgê zanî. Min bi wateya peyvên di nava stranên govendê de zimanê bedenî yê govendan analîz kir.”
 
XEBATEKE PIRALÎ KIRIYE
 
Bi domdarî Oremar anî ziman ku bi nivîsandina helbestan dest bi karê çand, huner û wêjeyê kiriye. Oremar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ji Holandayê dihatin vê derê, guldexwînên me ji rih ve derdixistin û dibirin. Vê yekê ez gelek aciz kirim û min li ser vê helbestek nivîsand. 29 sal beriya niha min fîlmekî bi navê ‘Berhev hêj sefal e’ nivîsand û ez bi xwe jî tê de dilîstim. Dû re me li Geverê dest bi şanoyê kir. Şanoya me ya herî navdar ku min nivîsandibû ‘Helebçe’ bû. Ciwanên Geverê jî gelek xweş lîstin û bandoreke mezin kir.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Oremar helbesteke xwe xwend. Helbesta Oremar wiha ye: 
 
“Çiya li welatî çendî zinar in
Yên wê de tên û ew avên sar in
Bo şêr û pilingan herdem hesar in
Dostên me kurdan çiyayên kûbar in
 
Çiya li welatî bi dar û bar in
Şaşkeke li serî mij û xûmar in
Bo wan hevalan mesken û yar in
Dostên me kurdan çiyayên kûbar in”
 
‘HER STRANEKE COLEMÊRGÊ DI XWE DE DÎROKEKÊ DIHEWÎNE’
 
Di berdewamiyê de Oremar bal kişand ser stranên govendên Colemêrgê û diyar kir ku ew bi taybetî li ser govendên Colemêrgê xebitiye. Oremar, da zanîn ku stranên govendê yên Colemêrgê bi serê xwe dîrok in û bi çendek mînakan wiha vegot: “Di straneke govendê ya Colemêrgê de dibêje, ‘Pira bilbil Depîn e/ Hoste bizmaran bîne/ Teliqa her sê dîn e’.  Anku nîşan dide ku li Kurdistanê 3 dîn hene; êzdayetî, misilmantî û filehî. Û armanca van kurdên ku ji van her sê olan jî Kurdistan bû. Ev gotin tên wê wateyê. Her stranek Colemêrgê dîrokê di xwe de dihewîne.”
 
XEBATÊN LI SER GOVENDAN
 
Oremar, bi domdarî qala govendên Colemêrgê kir û wiha got: “Di govenda şêxaniyê ya Colemêrgê de dizivirin û li pişt xwe dinêrin. Ev zivirîn tê du wateyan û wateya ewilî ji bo şer, wateya din jî ji bo evînê dizivirin. Wateya ewil a ji bo şer, ji Kela Dimdimê tê. Dema şêxaniyê dilîzin dibêjin ‘Hay Dimdim e hay Dimdim e, heware Xano Dimdim e’ û dizivirin li pişt xwe dinêrin ka dijmin tê yan na. Wateya din jî evîndariya Can Zeynebê ye. Du caran dizivirin û li rêya evîndara xwe dinêrin ka evîndara wan tê yan ne. Her wiha govendeke aliyê Çelê heye. Milê xwe didin milê hev û dibêjin ‘Bilêcan û Bilêcan şerê Romê Bilêcan’ Ew stran di şer de hatiye gotin. Ev gotinên stranê û mildayîna hev tê wateya tevdîr girtinê û yekitiyê. Dibêjin ‘Heke me tevdîra xwe li malê negirtiba û milên xwe nadaban milên hev, me di vî şerî de serkeftin bi dest nedixist.’ Di vê govendê de bi zimanê bedenî vê yekê tînin ziman. Qet destên hev nagirin, mil didin milên hev cixara xwe dipêçin û carna sihbetê jî dikin.”
 
JI BO ZAROKAN PIRTÛK NIVÎSAND 
 
Oremar anî ziman ku wî nêzî 30 sal berê pirtûkeke fablê ya bi navê “Sebra Zarokan” nivîsandiye. Oremar, dibêje “Heke xem û xîreta mirov hebe, hemû kar û barên mirov dê biçin serî” û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Heke piştgirî bihata kirin dê min xebatên bi vî rengî hêj bêhtir bikira.” 
 
XWEST LI GEVERÊ MALA DENGBÊJAN BÊ VEKIRIN
 
Oremar, axaftina xwe bi vê bangawaziyê qedand: “Ez bang li hemû dilsojên kurd dikim ku li ziman û çanda xwe xwedî derbikevin. Ez dixwazim li Geverê Mala Dengbêjan û saziyeke ku tê de şano, sînema hwd. hene bê vekirin. Ez jî dê ji dil û can alîkariya wan bikim. Bila her kes li zimanê xwe xwedî derbikeve û li benda kesekî nemîne.”
 
MA / Bazîd Evren