ŞIRNEX - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 7 mehên dawî de astengî û qedexeyên li ser zimanê kurd derketiye asta herî jor. Gelek xebat, çalakî, govend, konser, rojname, lîstikên şanoyê û axaftina bi kurdî hatin astengkirin. Tevî hemû zext û polîtîkayên pişaftinê jî têkoşîna ji bo ziman didome.
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha înkar, qedexe, astengî, gef, girtin û her cure amûrên zextkirina li ser zimanê kurdî berdewam dike. Bi polîtîkaya yek zimanî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehan zimanên zindî bi windabûnê re rû bi rû man. Ji bilî tirkî hebûna zimanên din nayê qebûlkirin û zimanên ku li dijî van polîtîkayan li ber xwe dan jî bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû man. Pergala serdest li hemû qadên jiyanê de polîtîkaya xwe ya yek zimanî pêk anî. Ev polîtîkaya herî zede jî li ser zimanê kurdî hate meşandin. Dewletê ji bo ku zimanê kurdî bi kurdan bide jibîrkirin her cure polîtîkayên xwe xist dewrê. Yek jî mînaka vê polîtîkayê jî ew e ku tîpên kurdî X, W, Q, Î, Û, Ê yên ku di alfabeya kurdî de pir tên bikaranîn, ji sala 1928’an û vir veqedexe ne. Gelek kesên ku ev tîp bi kar anîne, li gorî xala 222’an a Qanûna Cezayê Tirk (TCK) hatin darizandin û cezakirin.
TASFIYEKIRINA SAZIYÊN KURDAN
Beriya avakirina Komarê, gelê kurd xwedî hin komele û saziyan bûn. Di navbera salên 1890 û 1919'an de gelek rojname û kovarên kurdî derketin. Ev jî Peyman, Rojî Kurd, Yekbûn, Hetawî Kurd, Jîn û hrw. bûn. Her wiha beriya avabûna komarê saziyên kurdan ên perwerdehiyê jî medrese bûn. Navên wekî Elî Herîrî, Melayê Batê, Mele Ehmedê Cezîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ku wêjaya kurdî gihandine roja me ya îroyîn, di wan medreseyan de perwerdehiya bi zimanê kurdî wergirtine û dane. Lê sazî û komeleyên ku ji aliyê rewşenbîr û pêşengên kurd ve hatibûn avakirin, piştî avakirina komarê yek bi yek hatin tasfiyekirin.
Di roja me ya îro de jî hê jî kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî werin perwerdekirin û ev mafê wan tê binpêkirin. Her wiha zimanê kurdî di bin zext û êrişên dijwar de ye. Gelê kurd bi dehan sal e ji bo zimanê xwe têdikoşin. Her sal astengî û zextek nû li xeleka astengkirina zimanê kurdî tê zêdekirin. Hema bêje hemû xebatên bi kurdî qedexe ne.
Dinya di vê sedsala 21’an de bi tiştên cuda ve mijûl e, lê li Tirkiyeyê jî bi pişaftin û astengkirina zimanê kurdî ve mijûl e. Desthilatdariya AKP’ê ku di her pêvajoya hilbijartinê de kurdî weke amûreke propagandayê bi kar tîne lê zextên li ser kurdî jî kêm nake.
ZEXTÊN LI SER SAZÎ Û XEBATKARÊN KURDÎ DIDOMIN
Pêla dawî ya li ser sazî û xebatkarên kurdî di 24’ê îlonê de pêk hat. Li Amedê roja 24’ê îlonê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de, polîsan avêtibû ser avahiyên saziyên ziman û malên mamosteyên ziman. Di çarçoveya lêpirsînê de rêveber û mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirrzimanî û hunerê li dar dixe, hatibûn binçavkirin.
Di 7 mehên dawî de bi dehan xebatên kurdî hatin astengkirin û qedexekirin. Kesên ku xebatên bi kurdî didan meşandin jî hatin binçavkirin û girtin.
Me qedexe û astengiyên li ser zimanê kurdî yên 7 mehên dawî berhev kirin.
Astengî û zextên li ser kurdî yên 7 mehên dawî wiha ne:
* Di 10’ê Sibatê de lîstika şanoya kurdî ya “Qral û Travîs” ji aliyê qeymeqamtiya Panos û Dîlokê ve hatin qedexekirin. Heman lîstik beriya ku di 16’ê sibatê de bê lîstin, bi çend saetan ji aliyê Qeymeqamtiya Şîşliyê ve jî hate qedexekirin.
* Di 17’ê sibatê de afîşên kurdî yên ku ji aliyê DEM Partî û DBP’ê ve bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û hilbijartinên herêmî hatibûn amadekirin, ji aliyê qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin, hatin jêkirin.
* Di 17'ê sibatê de platforma medyaya X (Twitter) ketina hesabê Kurdî yê Jinnewsê "@JinnewsKurmanci" asteng kir.
* 21'ê Sibatê: Parlamenterên DEM Partiyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî xwestin li Meclisê bi kurdî biaxivin lê mîkrofon li wan hat girtin.
*24'ê sibatê: Hunermendê kurd Kasim Taşdogan bi hinceta strana ‘Serhildan jiyan e’ ku li Newroza Qersê gotibû, dozgeriya Qers û Çanakkaleyê der heqê wî de lêpirsîn da destpêkirin.
* 9'ê adarê: Walîtiya Edeneyê konsera Koma Kolektîfa Rîtmên Azad a mitînga 8'ê Adarê ya ji aliyê Platforma Jinan a Edeneyê ve hatibû lidarxistin, qedexe kir.
* 22'ê adarê: Piştî Wan, Meletî û Qeyseriyê konsera Mêrdînê ya hunermenda kurd Sasa Serap hat qedexekirin.
* 30'yê gulan: Xwediyê Pîne Cafe ya ku li Kolana Hunerê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê dest bi xizmeta kurdî kir, hat binçavkirin û paşê bi şertê hepsa malê hat berdan.
* 24’ê tîrmehê: Li Mêrsînê 9 kesên ku li ber stranên kurdî govendê gerandin hatibûn binçavkirin. Ciwanên ku hatin binçavkirin di wesayîta polîsan de strana "Ji bo te bimirim Tirkiyeya min” li wan hatibû guhdarîkirin.
* 26’ê tîrmehê: Nivîsên îşaretên trafîkê “Pêşî Peya" û “Hêdî” yên bi kurdî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve li ser cadeyan hatibûn nivîsandin, jê hat birin. Li şûna nivîsên kurdî nivîsên wek “Tirkiye Tirk e, wê Tirkî bimîne” hatin nivîsandin. Heman pêkanîn li Mêrdîn, Êlîh, Şirnex û gelek bajarên din hate kirin.
* 27’ê tîrmehê: 6 jinên ku li Sêrtê di dawetekê de li ber stranên kurdî govendê gerandibûn, bi hinceta “propagandaya rêxistinê dikin” hatin binçavkirin.
* 30'yê tîrmehê: 18 kes bi hinceta ku di demên cuda de li navçeyên Baxcilar, Esenyurt, Sultangazi û Gaziosmanpaşa yên Stenbolê di dawetan de li ber stranên kurdî govendê gerandine hatin binçavkirin. Ji wan 11 kes hatin girtin.
* 1’ê tebaxê: Li Amedê 5 kesên ku govenda kurdî girtin, hatin binçavkirin.
* 2’yê tebaxê: Axaftina telefonê ya Medîne Kaymaz a bi kurê xwe Bayram ê ku 30 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, ji ber ku bi kurdî diaxivî hat qutkirin.
* 6'ê tebaxê: Ji 5 kesên ku li Osmaniyeyê di dawetekê de li ber muzîka kurdî govend gerand hatin binçavkirin, ji wan Hîvda Kahraman hat binçavkirin.
* 7'ê tebaxê: Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên ragirtin ragihandin ku rêveberiya girtîgehê axaftina wan bi kurdî ya bi rêya telefonê li gel malbatên xwe qedexe kiriye.
* 10’ê tebaxê: 4 ciwanên ku li bajarê Bodrumê di fîrmayek de dixebitîn, ji ber ku kurdî axivîn, axaftin li wan hat qedexekirin dev ji karê xwe berdan.
* 28’ê tebaxê: Li 31 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin bi hinceta ku stranên kurdî gotine mehek cezayê qedexeya hevdîtinê li wan hat birîn.
* 31'ê tebaxê: Dosyeya pirtûka kurdî ya muzîkjen Erkan Benlî yê li Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeya Gîresûnê hatibû nivîsandin û pirtûkên Yaşar Kemal ên ku bi kurdî hatibûn wergerandin hatin desteserkirin.
* 24’ê îlonê: Polîsan bi ser MED-DER'ê, Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Ankayê xizmeta zimanê kurdî dikin de girtin û 30 rêveber û mamosteyên zimanê kurdî kirin binçavan. Ji vê lêprisînê Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin.
* 30’yê îlonê: Endamên Koma Hevra yên ku li konsera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd hat lidarxistin de derketin ser dikê û stranên kurdî gotibûn, bi hinceta stranên kurdî gotine hatin binçavkirin û paşê hatin berdan.
MA / Zeynep Durgut