Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev

img
ŞIRNEX – Helbestvan û nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê di bernameya îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê "Dema Tu Çûyî" de bi xwînerên xwe re hat cem hev.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê helbestvan û nivîskar Leyla Saraç di roja îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê "Dema Tu Çûyî" de bi xwînerên xwe re hat cem hev. Bernameya li avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê pêk hat û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.
 
Nivîskar Herdem Merwanî moderatoriya bernameyê kir û axaftineke kurt kir. Herdem Merwanî bal kişand ser cezayê darvekirinê yê ku ji bo rojnameger û parêzvanê mafên mirovan Pexşan Ezîzî yê rejîma Îranê hatiye dayîn û wiha got: "Pêwîste em li her qadê dengê xwe li dijî cezayê darvekirinê bilind bikin. Cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî, cezayê darvekirina hemû kurdan e."
 
Leyla Saraç bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got ku divê di hemû qadên jiyanê de li ziman xwedî derkevin. Piştre Leyla Saraç helbestên kurdî yên ku nivîsandine xwend.
 
Bername bi îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.