NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi rêxistin dikin bi nêzîkbûna salvegera pêngavê re bang li her kesî kirin ku beşdarî çalakiyên di navbera 1 û 10'ê cotmehê de bên lidarxistin bibin.
Kesên kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi rêxistin dikin bi nêzîkbûna salvegera pêngava ku di 10’ê cotmeha 2023’an de li bajarê Strasbourg a Fransayê dan destpêkirin, bi daxuyaniyekê bang li her kesê kirin ku tev li çalakiyên di navbera 1 û 10'ê cotmehê de bên lidarxistin bibin.
CPT BERSIV JI NAMEYÊN ME RE DA
Di daxuyaniyê de qala çalakiyên sala dawî hate kirin û hate gotin, “Hewldanên me gihîştin wê astê ku CPT bersiv da nameyên me û hevdîtin bi me re kir ku heta niha gaveke bi vî rengî neavêtibû.” CPT’yê di 15'ê gulanê de bersiv dabû nameyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û diyar kiribû ku ew rewşa Rêberê PKK’ê û girtiyên li gel wî ji nêz ve dişopîne. Li ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her wiha hevdîtinek bi CPT’yê re hatibû kirin.
JI KESAYETÊN XWEDIYÊ XELATA NOBELÊ NAME
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sala derbasbûyî ji parêzer, sendîka, siyasetmedar, aktîvîst, hunermend, muzîsyen, rêxistinên jinan, komên ciwanan û li qadeke berfireh a cografîk toreke navneteweyî hate avakirin û hate gotin ku gelek civînên çapemeniyê, mîtîng, çalakiyên şermezarkirin û rûniştinê, çalakiyên standê û semîner hatin lidarxistin.
Di sala destpêkê ya pêngavê de 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine name ji Serokê CPT’yê re şandin. Di vê pêvajoyê de li çapemeniya navneteweyî gelek gotarên li ser pirsgirêka kurd û rewşa girtiyên li Tirkiyeyê hatin weşandin.
JI BO ÇALAKIYÊN BÊN LIDARXISTIN BANGA TEVLIBÛNÊ
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li gel van hewldanên me mixabin me nekarî dawî li tecrîdkirina lîderê Kurdistanê Abdullah Ocalan bînin ku 3 sal û nîv e ji aliyê dewleta tirk ve di nava şert û mercên neqanûnî de tê hiştin. Ji ber vê yekê jî di navbera 1 û 10'ê cotmehê de bi nêzîkbûna salvegera yekemîn re em di wê baweriyê de ne ku nêzîkî şikandina komploya navneteweyî ne, ji we hemûyan dixwazin ku tişta ji destê we tê hîn bêhtir bikin.”
Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku hewldanên xwe hîn zêde bikin, hîn bêhtir dîplomasiyê bimeşînin, berhemên Abdullah Ocalan hîn bêhtir bixwînin, ji bo şikandina tecrîdê hîn bêhtir çalakiyan bikin.
‘ABDULLAH OCALAN EM NETERIKAND, EM Ê JÎ WÎ NETERIKÎNIN’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev yek şerekî fikrî yê entelektuel e û heke em dest jê bernedin em ê hemû bi ser bikevin. Abdullah Ocalan çaryeka sedsalekê ye li giravekê tê ragirtin û li gel vê yekê gelê kurd û mirovahî neterikand. Lewma em jî dê wî neterikînin.”