DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Îtalyayê ragihand ku wezîrên derve yên Îtalya, Fransa, Almanya, Brîtanya û Amerîkayê wê roja pêncşemê li Romayê bicivin û rewşa Sûriyeyê gengeşe bikin.
 
Wezareta Derve ya Amerîkayê jî roja duşemê ragihandibû ku Wezîrê Derve Anthony Blinken “ji bo hikûêmeta demkî ya Sûriyeyê teşwîqî siyaseta aştiyane bikin” wê bi wezîrên derve yên Ewropayê re bicive.
 
Dema HTŞ a ku bi eslê xwe El Qaîde û DAÎŞ e li Şamê hat ser desthilatdariyê zexta rakirina cezayên navneteweyî kir, gelek paytextên ku Washington jî di nav de ye diyar kirin ku beriya rakirina cezayan wê lê binêrin bê desthilatdarî hêza xwe çawa bi kar tîne.
 
Esad El Şeibanî yê ku wek Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya HTŞ’ê hat destnîşankirin, piştî serdana xwe ya yekem a Erebistana Siûdî, gera xwe ya dîplomatîk ên li welatên Ereb didomîne.
 
Li gorî Wezareta Derve ya Îtalyayê, Tajani ji bo nirxandina rewşa piştî rûxandina rejîma Esed daxwaza civînê kiriye.
 
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û zehmetiyên ku bi nêzîkbûna kongreya diyaloga niştimanî re derketine holê, amadekirina destûreke bingehîn a nû û vejandina aboriya Sûriyeyê wê rojevên serek yên civînê bin.
 
Hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani wê serokatiya civînê bike.