Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê ewil ê Komara Namîbyayê Sam Nujoma di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
 
Rêxistina Gel a Rojavayê Efrîqayê (SWAPO) di salên 1960’î de li dijî Efrîqaya Başûr şerê gerîlatiyê dabû destpêkirin û Komara Namîbyayê piştre jî serbixwe bûbû. Serokkomarê ewil ê Komara Namîbyayê Sam Nujoma di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. SWAPO heta sala 2007’an îktîdar bû û serokatiya wê jî Nujoma dikir. Hat zanîn ku ji ber nexweşiyeke ku nehat tedawîkirin jiyana xwe ji dest daye. 
 
Nujoma ji sala 1990’an heta 2005’ê welêt birêve bir. Serokê welêt Nangolo Mbumba ragihand ku Nujoma li paytexta welêt Windhoekê jiyana xwe ji dest daye.