Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye

  • cîhan
  • 10:41 18 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Zanyara Siyasetê Jino Victoria Doabî diyar kir ku ji ber rageşiya li hundir û zexta navneteweyî Îran bi krîzeke mezin a aborî dijî û got: “Îran krîzeke civakî jî dijî. Jixwe Îran li ber hilweşînê ye. Ev êdî ne tenê hîpotezek, rastiyek e.” 

Krîza aborî ya li Îranê di nava 2 salên dawî de her ku diçe bêhtir giran bû. Nerazîbûna civakê ya li dijî rejîma Îranê di serhildana “Jin, jiyan, azadî” de piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribûn, derket lûtkeyê. Piştî şerê Îsraîl-Hamasê û Îsraîl-Hîzbullahê jî lêçûnên leşkerî zêde bûn û vê jî rewşa aboriya Îranê hêj xerabtir kir. Li gorî daneyên fermî di nava sala dawî de lêçûnên leşkerî 2 qet zêdetir bûn û di nava meha dawî de jî dolarek ji 72 tumenan derket 92 tumenan. 
 
Nerazîbûna civakî ya li Îranê her ku diçe zêdetir dibe û rejîma Îranê niha bi mudaxileyeke leşkerî ya DYA û Îsraîlê rû bi rû ye. Ev yek jî pirsa “gelo dê pêşeroja rejîma Îranê çi bibe” bi xwe re tîne. Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilatê Kurdistanê Jino Victoria Doabî têkildarî geşedanên li Îranê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Jino Victoria Doabî, diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi sala ye krîzên piralî û şer diqewime û got: “Rojhilata Navîn li gorî rageşiyên dîrokî, aborî û jeopolîtîk teşe digire. Ev jî rê li ber bêîstîqrariyê vedike. Sînorên çêker ên di serdema mêtingeriyê de di navbera gelên herêmê de hatine xêzkirin, pirsgirêkên li herêmê girantir dikin. Îktîdaran li dijî gelên Rojhilata Navîn şerek domandin. Vê jî mercên civakî û aborî girantir kir. Komara Îslamî ya Îranê di vê dînamîkê de roleke sereke dilîze. Rejîm li gel zexta li 90 milyon hemwelatiyên xwe dike, bi rêya şerên wekaletê jî di bêîstîqrariya herêmê de roleke sereke dilîze. Bandora vê polîtîkayê jî li welatên weke Tirkiye, Iraq, Yemen, Lubnan û Sûriyeyê dibe. Bandora rejîma vê derê rê li ber krîza aborî û aloziyên siyasî vedike.” 
 
SEDEMA KRÎZAN POLÎTÎKAYÊN REJÎMÊ NE
 
Jino Doabî, anî ziman ku Îran krîzeke piralî dijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema sereke ya krîza li Îranê, xeletiyên rejîmê û tunehesibandina mafên mirovan e. Îran, hemû çavkaniyên xwe ji bo şer xerc dike. Rejîm, çavkaniyên xwezayî yên welêt, ne ji bo başkirina jiyana gelê xwe lê ji bo lêçûnên leşkerî, Hîzbullah, Husî, Hamas û çendek komên girêdayî xwe yêj li Iraq û Sûriyeyê xerc dike. Vê ne tenê zexta li hundir zêde kir, her wiha rê li ber îzolasyoneke navneteweyî jî vekir û vê jî rewşa aboriyê nebaş kir. Îran ne tenê krîzeke aborî dijî, her wiha krîzeke civakî dijî. Kontrola zalimane ya rejîmê ya li ser gel û krîza aborî ketine nava hev. Zextên heyî bandorê li tevahiya Îranê dikin lê bi taybet jî zextekî tund li dijî muxalîfên siyasî, jin û pêkhateyên din heye.” 
 
'HEMÛ DERDOR DIXWAZIN REJÎM HILWEŞE’ 
 
Di berdewamê de Jino Doabî got ku Îran a ku bi krîzên piralî re rû bi rû zextên xwe yên li ser Beluc û Kurdan girantir dike û got: “Rejîm, bi rêya îdaman hewl dide gel bitirsîne û zextekî sîstematîk ava bike. Bi taybet jî piştî serhildana 'jin, jiyan, azadî' hejmara darvekirinan zêde bû. Îdamên girseyî bi taybet jî li dijî Kurdan û Belucan tên kirin. Ji ber ku ev kom ji dîrokê ve li dijî rejîmê her tim li ber xwe didin. Rejîm jî dixwaze tirsê li ser hemû komên dibe van koman ji xw re bikin mînak belav bike. Armanc ew e ku kesek cisaret neke li dijî îktîdarê dengê xwe bike û bi vê yekê re rewşa ‘terorê’ ava bike. Ji sedî 60’ê nivûsa Îranê temenê wan di navbera 15-35 salî de ye. Anku ciwan in. Ev jî dînamîkeke cuda çêdike. Ji ber ku bi rêya medyaya dijîtal dibînin ka derdorên din çi dijîn û dibînin ku her roj mafên mirovan tên binpêkirin. Lewma jî protestoyan dikin û dixwazin rejîm hilweşe. Ev yek, ne tenê bi ciwanan re bisînor e; çînên civakî, komên etnîkî, baweriyên polîtîk û olî, ji her temenî û ji her zayendê derdor tev li vê têkoşînê dibin. Tekane çareseriya raset a li dijî vê zexta sîstematîk, şoreş e. Ji ber ku rejîmê gelek caran nîşan da ku ew ne rejîmeke wisa ye ku reforman bike. Temamiya hêzê girêdayî Hamaney hatiye kirin û heta ku ev pergal hebe mimkin nîne reform bên kirin.” 
 
'HILWEŞÎNA ÎRANÊ NE HÎPOTEZ, RASTÎ YE’
 
Bi domdarî Jino Doabî daxuyand ku Îran êdî ketiye pêvajoya hilweşînê û ev nirxandin kir: “Jixwe Îran li ber hilweşînê ye. Ev êdî ne hîpotez, rastî ye. Demokratîkbûn êdî jêneveger e. Demokratîkbûn tê wê wateyê ku mafên jinan û gelan bên misogerkirin û tê wateya hemwelatiya wekhev. Demokratîkbûn ew e ku jin jî beşdarî pêvajoyên biryardayinê bibin û destûreke bingehîn a mafan misoger dike. Her wiha qebûlkirina hemwelatiya wekhev a Kurd, Beluc û hwd. û tevlibûna wan a di pêvajoya biryardayinê ye. Di tevahiya dîrokê de rastî cihêkariyeke mezin hatin. Û heke pergala siyasî ya nû ya li Îranê mafên wan nas nake, dê ji hêla gel ve neyê qebûlkirin. Çareseriyeke mayinde, bi pergaleke demokratîk û laîk a azadiyên hemû welatiyan qebûl dike re pêkan e.” 
 
'ÊDÎ LÊÇÛNÊN LEŞKERÎ NEMA DIKARIN BÊN RAGIRTIN’ 
 
Jino Doabî, bi lêv kir ku lêçûnên leşkerî yên Îranê di salên dawî de gelek zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîm, ji bo hêza xwe ya li hundir û derve biparêze, xebatên leşkerî weke amûrekê bi kar tîne. Rejîm, pereyê ji bo çekên nû û teknolojiya leşkerî bi du armancan bi kar tîne; li hundir li dijî nerazîbûnên gel tê bikaranîn û li derve jî li dijî Îsraîl û DYA’yê wee gefxwarinê bi kar tîne. Lê belê mimkin nîne ev stratejî were domandin. Tumen her ku diçe bêhtir bênirx dibe û baweriya gel a bi aboriyê nemaye. Hilweşîna aboriyê û mezinbûna berxwedêriya gel dê di dawiya dawî de bike ku rejîm êdî nekare kontrola xwe bidomîne.” 
 
Jino Doabî bal kişand ser ambargoyên li Îranê tên ferzkirin û got: “Li dijî pêşengên rejîmê di qada navneteweyî de mueyîde hene û ev jî roleke krîtîk dilîze. Mueyîdeyên li ser xwediyên hêzê ji bo guherînê zextê giran dike û aliyê zexta li ser gel a rejîm dike qels dike. Serhildanên navxweyî û zextên li derve dê rê li ber guherîneke mayinde vekin.” 
 
'RÊYA AZADIYÊ JIN IN’
 
Jino Doabî, bilêv kir ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn jin in û axaftina xwe wiha qedand: “Rêya azadiyê ya li Rojhilata Navîn, ji jinan derbas dibe. Tevgerên jinan, çîna karker û xwendekar di têkoşîna guherînê de xwedî roleke krîtîk in. Em dibînin ku jin li dijî Îslama siyasî ku li herêmê pir xurt in, bi dilwêrekî dij derdikevin. Ev ji bo hemû herêman derbasdar e. Dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' dirûşmeke bi Kurdî ye lê êdî ne tenê bi Kurdistanê re bisînor e. Êdî li Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Efxanistan, Hindistan û Lubnanê jî olan dide. Ev dirûşm, bû sembola azadiyan a kûrewî. Û nîşan da ku têkoşîna mafên mirovan a li Rojhilata Navîn û têkoşîna azadiyê ya jinan girêdayî hev in.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu