NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Dîna Xalid Zaurub di êrişa hewayî ya Îsraîlê de hate qetilkirin.
Hunermend Dîna Xalid Zaurub di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî Xezeyê de hate qetilkirin. Wezareta Çandê ya Filistînê têkildarî mijarê daxuyanî da û Zaurub weke “jineke ciwan a jîr ku bi hunera xwe hafize zindî dihişt” pênase kir û got ku jiyana xwe ji dest daye.
Dîna Xalid Zaurub di sala 2015’an de hêj 13 salî bû ku di pêşbirka Navenda Mafên Mirovan a Al Mezanê ya bi mijara “Di pevçûnên çekdarî de mafên zarokan” de xelata xêza herî baş wergirtibû. Di heman demê de Dîna Xalid Zaurub ji hêla Wezareta Pewerdeyê ya Filistînê û UNRWA’yê ve jî hatibû xelatkirin.