Macron bi Abbas re hevdîtin kir: Divê Hamas were bêçekkirin

  • cîhan
  • 11:28 15 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokê Dewletê yê Filistînê Mahmûd Abbas re hevdîtin kir û got ku divê Hamas were bêçekkirin û Rêveberiya Filistînê were reformekirin. 
 
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser telefonê bi Serokê Dewletê yê Filistînê Mahmûd Abbas re hevdîtin kir. Macron, têkildarî hevdîtinê li ser medyaya dijîtal daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji Abbas re hatiye gotin ku divê Hamas li Xezeyê were bêçekkirin, li derve bê hiştin û Rêveberiya Filistînê jî bê reformekirin. 
 
Her wiha hate destnîşankirin ku divê li Xezeyê tavilê agirbest were ragihandin, alîkariyên însanî tavilê bigihin welatiyan û derxistina welatiyan a bi darê zorê ya ji Xezeyê hate redkirin. Her du lîderan anîn ziman ku di serî de ewlehî, divê Rêveberiya Filistînê li Xezeyê tevahiya berpirsyariyan li xwe bigire.