Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt

  • cîhan
  • 11:58 10 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bagera Fung-wongê ku li Filipînê rê li ber mirina du kesan vekir, ber bi Behra Çîna Başûr ve çû. 
 
Filipîn ku ji ber Bagera Kalmaegiyê ya hefteya derbasbûyî derbeke giran xwar, vê carê jî kete bin bandora bagera super Fung-wong. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û milyonek û 4 hezar kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.
 
Hate ragihandin ku ji ber bagerê lehî rabû, hezaz rû da û xisareke cidî li binesaziya welêt kir. Li gelek deveran çûyîn û hatin asteng bûn, tîmên rizgarkirinê li hin deveran serê sibehê karîbûn mudaxele bikin.
 
Li eyaleta Cagayanê gelek gund di binê avê de man. Li Dipaculao û derdora wê ceyran qut bû û rêyên bingehîn hatin birîn. Ji ber bagera Kalmaegi ya hefteya derbasbûyî li Filipînê 224 kesan jiyana xwe ji dest dan.