ŞIRNEX - Germavên Hestayê yên dîrokî yên li navçeya Basayê ji hêla Îdareya Taybet a Şirnexê ve li şaredariyên AKP û BBP’ê hatin kirêkirin û li rantê hatin vekirin.
Germavên Hesta (Belkis Ana) yên nêzî gundê Dugunyurdu yê navçeya Basa ya Şirnexê û li rexê Çemê Dîcleyê ku li gorî baweriya gel ji hêla Hz. Silêman ve hatiye çêkirin û ji bo nexweşiyên weke romatîzma, fitqa piştê, êşên masûlkeyan, nexweşiyên jinan û hwd. baş tê û Germava Zumrutê yên li navçeya Elkê di 11’ê Tîrmeha 2023’yan de bi bihayê 10 milyon û 249 hezar TL’an dan îhaleyê.
GERMAV KIRIN QADA RANTÊ
Îdareya Taybet a Bajar di dema waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan de ev germav ji bo 3 salan ji Yekitiya Birina Xizmetê ya Gundan re ya Qeymeqamtiya Basayê re hatin kirêkirin. Lê belê ji ber nelihevkirina derketî holê, Îdareya Taybet a Bajar ev germav kirêyî Şaredariya Basayê ya di destê Partiya Yekitiya Mezin (BBP) û Şaredariya Findikê ya di bin rêveberiya AKP’ê de. Ji para germavan ji sedî 50 ya Şaredariya Basayê û ji sedî jî ya Şaredariya Findikê ye. Hat zanîn ku salane bi bihayê 600 hezar TL’an û ji bo 3 salan hatiye kirêkirin.
KETINA GERMAVAN JI 20 TL’AN DERXISTIN 100 TL’AN
Xebatên restorekirina germavan di sala 2011’an de dest pê kirin û di 11’ê Sibatê te temam bûn. Beriya niha ketina germavê bi 20 lîreyan bûn û şaredariyên BBP û AKP’î heqê ketina germavan derxist 100 TL’an. Gel jî dixwaze ku ev qadên germavê yên veguherîn qadên rantê ji bo gel bêpere bin.