AMED - Nivîskar û rewşenbîrê kurd Ahmet Aktaş ku têkildarî çalakiyên 15’ê Tebaxê axivî, da zanîn ku ev çalakî bi tena serê xwe şoreşek e.
Gelê Kurd, ji destpêka Komara Tirkiyeyê heta niha bi polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê kurdan gelek caran serî hildaye, lê ji ber ku serhildanên kurdan herêmkî bûn negihiştin tu encaman. Piştî hewldana Abdullah Ocalan, çend xwendekarên zanîngehê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava kirin û pêvajoya serhildaneke nûjen ku xwedî paradîgmayekê bû dest pê kir. Piştî zext û zordariya dewletê PKK’ê bi serokatiya Abdullah Ocalan biryara şerê biçek da û di 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê û navçeya Dihê ya Sêrtê guleya yekemîn hat teqandin. Ev çalakiyên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê deng vedan, ji bo kurdan nîşaneya serhildaneke nû bû. Nivîskar û rewşenbîrê kurd Ahmet Aktaş ev pêvajo nirxand û rewşa heyî vegot.
‘LI SER BINGEHEK MEZIN HAT AVAKIRIN’
Aktaş, destnîşan kir ku tevgera azadiyê rêya sêyemîn e û alternatîfeke. Aktaş, da zanîn ku piştî Peymana Lozanê kurd tune hatin hesibandin û kurd kirin çar perçe. Aktaş, bi lêv kir ku her çar dewletan perçeyên xwe girtibûn, pergala xwe ava kiribûn û wiha got: “Derketina vê tevgerê ew aciz kirin. Lê nêrîn ku ev ne weke serhildanên berê ne û her ku diçe bi hêztir dibe. Kenan Evren dibêje ku ‘Heke hêviyek biçûk jî hebe, divê em vê hêviyê bişkînin.’ Lê tenê ne şoreşa kurdan, ya tirkan û Rojhilata Navîn jî ket stûyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê. Dewletê jî tirsek mezin dida meşandin. Gelek kes direvandin, digirtin. Lê vê tevgerê wisa nekir û li ser bingeheke mezin hat avakirin. Bi amadekariyek, dûr dîtinek, bi zanistek hemdemî rabû. Lewma gav bi gav, plan bi plan bi pêş ve diçû. Darbeya 12'ê Îlonê jî dîtin û amadekariyên xwe li gor wê yekê kirin. Piştî darbeya 12'ê Îlonê van got êdî xelas, lê berxwedana li zîndanê û ji nû ve sazkirin gelek mezin bû. Ev dewlet dewleteke ne tenê ye, dewleta di nava endamên NATO’yê de ya herî mezin a duyemîn e.”
‘PÊNGAVA 15 TEBAXÊ BI TENA SERÊ XWE ŞOREŞEK E’
Aktaş, diyar kir ku rabûna PKK’ê dewlet pir tirsand û ev tirs heta niha jî berdewam dike. Aktaş, bi lêv kir ku ev yek jî bi baweriya yekemîn kadroyên PKK’ê pêk hat û ev bawerî jî Abdullah Ocalan çêkir. Aktaş, anî ziman ku heke ev bawerî neba kesên di zindanan de nedikarin li ber xwe bidin û wan jî dizanî ev tevgere nahilweşe. Aktaş, bi domdarî wiha got: “Tevgerê bi 200 kesan dest pê kir û bûn hezar û niha jî bûne milyonan kes. Şûna tirsê wêrektiyek ava kirin. Bi vê hişmendiyê perwerdehî dîtin û rêya welat girtin ku miletê xwe rakin ser pêyan. Rêber jî li ser van esasan hevalên xwe perwerde kirin. 15'ê Tebaxê jî li ser vê esasê hat meşandin. Di nava gel de tirsek hebû, dengê zindanê dihat, lê lawaz dihat xurt nebû. Rêber Apo gav bi gav û bi programeke baş kom bi kom heval şandin û 15'ê Tebaxê bi pêşengtiya Hevalê Egîd û Abdullah Ekîncî hat amade kirin. Biryara 15'ê Tebaxê û pêkanîna wê bi tena serê xwe şoreşek bû. Bi vê çalakiyê cîhanê kurd nas kirin.”
'15'Ê TEBAXÊ HÊZA DEWLETÊ ŞIKAND’
Aktaş, bal kişand ser gotina dewletê ya “3-4 talanker in” û got ku dewletê jî dizanî ev ne 3-4 talanker in, ji bo miletê xwe bixapîne wisa digotin. Aktaş, da zanîn ku çawa berxwedana Zindana Amedê Esat Oktay û serpel û serdar şikand, çalakiya 15'ê tebaxê jî hêza dewletê şikand. Aktaş, destnîşan kir ku dewlet di ferqa xetereyê de bû, lê ewqas zêde hesab nedikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewletê dizanî ev tevgere ji çalakiya du sê qereqolan mezintir e. Tu li dijî dewleteke ku wê çaxê xwedî feraseta ‘piştî xwedê dewletê’ bû radibî û ev tişt ne tiştekî hêsan e. Helbet vê yekê bandora xwe li ser dewletê jî, li ser gel jî kir û ew tirs derbasî wan bû. Pêşiya van çalakiyan jî weke rabûna li dijî polîsên îşkencekar, malbatên feodal û axayan jî hebû. Ev tişt hemû ketin li ser hev û gotin ev kes ji tu tiştî natirsin. Baweriyek xurt di milet de çêbû. Lê di destpêka hemû serhildanên kurdan de dijminê kurdan bi rêya xiyanetê derbeyên mezin li kurdan xistiye. Niha jî mala Berzan heman tiştî dike. Her tişt pêşkêşî mala Barzan kirin ku bila bên û vê tevgerê rakin. Dikin nakin nikarin û ew jî dê têk biçin.”
‘ÇARESERÎ BI XURTKIRINA TIFAQÊ PÊKANE’
Aktaş, da zanîn ku konsepta şer a dewlet tirk encam nagire û heke girtibûya dê 50 sal beriya niha girtibûya. Aktaş, bi lêv kir ku nîv sed sal e ev şere hatiye destpêkirin û tevgerê tevdîra xwe stendiye. Aktaş, anî ziman ku Apo’yê ku weke “terorîst” dihat pênasekirin, niha weke fîlozofekî tê dîtin û fikr û ramanên wî di zanîngehan de tên nîşandan. Aktaş, bal kişand ser yekitiya neteweyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çareserî bi xurtkirina tifaqê pêkane. Yekitiya kurdan heye lê kêm e. Divê qasî ku em karî bin yekitiya gelê xwe xurttir bikin. Li Bakur hinek heye di qada siyasî û dîplomasiyê de, lê divê aliyê, leşkerî, aborî, wêjeyî hwd. di her aliyê de civak birêxistin bibe. Gotina ‘kurd ne kurdê berê ye’ rast e, lê divê kurd baştir bên organîzekirin. Bingeha hatiye dayîn û divê ser wê jî bê tejî kirin ku li dijî erdhejên siyasî bikaribin xwe ragirin.”