ENQERE - Parêzer Nûray Ozdogan got ku tu eleqeya Doza Kobanê bi hiqûqê nîne û wiha got: “Hejmara kesên di bûyeran de jiyana xwe ji des dane her tim diguhere. Dadgeha nizane bê ka çend kesan jiyana xwe ji dest dane.”
Rûniştina duyemîn a 29’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.
Siyasetmedar Pervîn Oduncu, Nazmî Gur û siyasetmedarên din tev li danişînê bûn. Yuksekdag û Meryem Adibellî jî li girtîgeha lê tên ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Di danişînê de parêzera Prof. Dr. Beyza Ustun ku bi awayekî negirtî tê darizandin, Nûray Ozdogan axivî. Ozdogan, got ji ber ku danişîn bênavber tên lidarxistin, derfet çênabe ku ewraq û îfadeyan bişopînin û wiha domand: “Ev yek, dibe binpêkirina mafê darizandina adilane. Li me ferz dikin ku di şert û mercên ne mimkin de parastinê bikin. Ev yek jî li dijî normên navneteweyî ne.”
YÊ KU ÎXBAR KIRÎ KÎ YE Û ÇIMA NAYÊ EŞKEREKIRIN?
Ozdogan, diyar kir ku mutalaaya dozger belgeyeke hiqûqî nîne û wiha pê de çû: “Divê dozger di mutalaaya xwe de delîlên şênber nîşan bide û jinûve binivîse. Ji bo miwekîla min cezayê mubbeta giran û ji ber îdiayên cuda cezayên din tên xwestin. Dîroka sûcê miwekîla min pê tê tawanbarkirin di sala 2017’an de ye. Ji ber twîta HDP’ê, bang li miwekîla min kirin û tenê ev xisûs jê hatiye pirsîn. Tu tiştekî din jê nehate pirsîn. Ji destpêkê heta niha rêgeza ewlehiya hiqûqî hatiye binpêkirin. Doza Kobanê, piştî îxbareke li ser CÎMER’ê hatiye destpêkirin. Lê nayê gotin bê ka kê ev îxbar kiriye. Li gorî biryarên mînak ên Dadgeha Bilind jî ev yek binpêkirin e. Em dixwazin bizanin, gelo ev kes kî ye? Em dizanin ku ev doz ne li ser îxbarekî lê encama biryarên siyasî ye. Lê dîsa jî dipirsin.”
‘TIŞTEKÎ XYALÎ YE’
Bi domdarî Ozdogan anî ziman ku lêpirsîn bi awayekî derhiqûqî dest pê kiriye û didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roj tiştekî cuda derdikeve holê. Em hîn bûn ku niha jî bi bûyerên Aydinê tên tawanbarkirin. Yaw ma tiştekî wisa dibe ku ji ber qeydên HTS’ê cezayê ‘muebbeta giran’ li kesekî were birîn? Mutalaa ne hiqûqî lê metneke siyasî ye. Berhema dinyaya ruh û dinyaya hundir a dozger beg e. An jî kesekî ne hiqûqnas amade kiriye û wî jî îtîraz nekiriye. Em jî neçar dimînin ku li dijî vê metnê îfadeyan bidin.”
‘XERABTIRÎN DARIZANDINA DÎROKÊ YE’
Parêzer Ozdogan, diyar kir ku endamtiya MYK’ê weke delîleke aleyhe hatiye nîşandan û wiha got: “Miwekîla min jî duh gotibû ku hewl didin endamtiya HDP’ê veguherînin endamtiya rêxistinê. Hûn şîrove û îfadeyên siyasî didin. Hûn emdatiya HDP’ê weke sûc dibînin. Hûn hemû siyasetmedaran neçar dihêlin ku xebatên xwe yên siyasî vebêjin. Biryarên DMME’yê yên derheqê Demîrtaş û Yuksekdag de hene. Dadgeha we van biryaran nas nake. Hûn neçarin ku bi van biryaran bikin. Lê hûn dîsa jî nakin. Gelo me dê di dîroka Tirkiyeyê de darizandineke ji vê xerabtir bê kirin? Hêvîdarim ku nebe. Lê heta niha tu darizandin ji ya Doza Kobanê xerabtir nînin.”
TAWANBARIYA ‘HALÊ ROJAVA YA ŞOREŞÊ’
Ozdogan, bi lêv kir ku pirtûka “Halê Rojava yê Şoreşê” a tê îdiakirin ya miwekîla wê ye, weke delîla sûc hatiye nîşandan û wiha derbirî: “Weke hinceta girtinê hate nîşandan. Ji vê pirtûkê delîla sûc çênabe. Divê ji dosyayê bê derxistin. Divê tiştên li dijî hiqûqê jê werin derxistin û mutalaayeke li gorî hiqûqê bê amadekirin. Dema ev pirtûk weke sûc hatibû qebûlkirin jî dihat firotin. Tevî vê yekê dîtina vê pirtûkê çawa dibe sûc?”
‘AGAHIYÊN ME BI XWE DANE LI DIJÎ ME TÊN BIKARANÎN’
Ozdogan, destnîşan kir ku miwekîla wê tev li Kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin bûye û ev yek jî weke sûc hatiye nîşandan. Ozdogan, wiha dom kir: “Me derheqê miwekîla xwe de agahiyên şexsî û yên xebatên akademûk dane dadgehê û ev agahî niha li dijî me tên bikaranîn. Ev agahî jî me dabûn we. Dibe ku tiştekî niha ez li vir dibêjim, sibe li dijî miwekîla min weke delî were bikaranîn.”
‘GELO MA FERMAN DAN AKP’Ê JÎ?’
Ozdogan, wiha berdewam kir: “Di mutalaayê de hevoka ‘li ser fermana PKK/KCK’ê xistin MYK’ê.’ Ji bo vê îdiayê tu delîl û bingeh nînin. Miwekîla min di sala 2014’an de bû endama MYK’ê. Di vê serdemê de jî di navbera AKP û HDP’ê de hevdîtin hebûn. Gelo ma AKP’ê jî li ser fermana PKK’ê daxuyanî da? Îtîraza min li dijî temamiya van sepanên we heye. Divê ev darizandin bi dawî bibe. We navên rêveberên rêxistinê yên lêgerîna wan heye, heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi sala ye li îmraliyê tê ragirtin jî di girtekên girtinê de nivîsandine. Bi vê yekê hûn hewl didin di bin hişê civakê de tiştekî ava bikin. Dozger beg, hûn nikarin vê bikin.
HETA EM HEJMARA WÊ JÎ NIZANIN
Ji ber xeletiyên rêzimanî, di mutalaayê de nediyariyek heye. Lê em êdî li vê rewşê nanihêrin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, di pêvajoya lêpirsînê, di îdianame û mutalaayê de her tim diguherin. Siyasetmedar dibêjin 52 kes lê di dosyayê de hejmar her tim diguhere. Heta haya wê jê nîne ka çend kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Hûn wan dikin kesên ji rêzê û bi vî awayî darizandinê dikin. Her wiha di dosyayê de qeydên HTS’ê hene. Kî, çima lê geriya? Li kîjan endamê rêxistinê geriyaye? Çi jê re got? Divê hûn van vebêjin û bikin mijara sûc. Gelo ma tiştekî wiha heye?
DIBE KU ŞÊWEYÊ RÛNIŞTINA ME JÎ SÛC BE
Tekane delîla şênber a dozger peyda kiriye, ‘weşana qedexe’ ye. Heta parastina miwekîla min jî weke parastina rêxistinî hatiye nirxandin. Miwekîla min xebatên xwe yên di nava HDP’ê de vegotiye û wî jî nirxandineke wiha kiriye. Xebatên siyasî weke sûc tên nîşandan. Heta vegotina wan xebatan jî kiriye sûc. Dibe ku şêweyê rûniştina me ya li vir jî bibe sûc. Dibe ku bibêje ‘filan kes li cem filan kesî rûnişt’ û sûcan biafirîne.
ÇI ELEQEYA WÊ BI BÛYERÊN AYDINÊ RE HEYE?
Miwekîla min ji ber bûyerên li Aydinê tê tawanbarkirin. Hêj gelek bûyerên din hene. Di nava van bûyeran de daxuyaniya HDP’ê li Dîdîmê kirî jî heye. Doz, bi hinceta ‘muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan’ hatiye vekirin. Ev jî li dosyayê zêde kiriye. Bi gotina bûyerên Aydinê re ev kar nabe. Divê ev tê de cih bigirin. Heke ev di bûyerê de nebin, sûc jî nîne. Ji ber muqawemeta li dijî du polîsan, miwekîla min bi cezayê muebbeta giran tê darizandin. Polîs di 7’ê cotmehê de birîndar bûye lê di 13’ê cotmehê de îfade daye. Her wiha divê were nîşandan bê ka çi eleqeya kesên ji ber van bûyeran tên darizandin bi miwekîla min re heye. Nexwe kesek nikare miwekîla min sûcdar bike.
DAXUYANIYÊN HDP’Ê
Piştî bûyerên weke ‘Bûyerên Aydînê’ tên binavkirin, polîsekê bi navê Taner Polat îdia dike ku di dema bûyeran de kevirek li destê wî ketiye û di 16’ê cotmehê de gilî dike. Êdî her çi bibe, tevekan jî piştî 10’ê cotmehê gilî kirine. Rapor jî di 21’ê cotmehê de girtine. Anku kevir li destê wî ketiye lê bi rojan piştre rapor girtiye. Ez dixwazim careke din li vî gilîkerî were guhdarîkirin. Gelek tiştên dozger weke aleyhe dibîne lê di esasê xwe de leh e hene. Yek ji van jî ev e; daxuyaniya HDP’ê ya wê demê ya ji bo pêşîlêgirtina provakasyonan e. Ev jî weke sûc hatiye nîşandan.
INYETA WE YA RAST ÇI YE?
HDP û partiyên din ên siyasî di 10’ê cotmehê de daxuyaniyeke hevpar dan û hewl dan rê li ber bûyerên provakator bigirin. Wê demê ‘pêvajoya çareseriyê’ hebû. Ji bo ev pêvajo xera nebe çi ji dest dihat dikir. Di daxuyaniyê de dibêje ‘xebata bi hev re ya bi hikûmetê re, bi hev re pêşîlêgirtina DAIŞ’ê û banga hestiyariyê.’ Encam jî ji van daxuyaniyan girtin. Hikûmetê jî rê li ber alîkariyê vekir. Gelo ma ev daxuyanî ne delîla lehê ye? Heke bi rastî jî inyeta we ew bûya ku rastiyê derxînin holê, dê we binivîsanda bê ka kesên mirin çawa mirine û çima mirine. Wisa bi gotina ‘li dijî HUDA-PAR’iyan hate kirin’ re hûn nikarin paşguh bikin.
DAXWAZÊN XWE RÊZ KIR
Tevî daxwazên HDP’ê jî Meclisê ji bo eşkerekirina vê rewşê tu gav neavêtin. Darazê jî ji bo avakirina mekanîzmayeke lêkolîn û venihêrînê tiştek nekir. Encamnameya 5’emîn Kongreya Asayî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) weke sûc hatiye nîşandan lê derheqê wê de tu biryar nînin. Ez dixwazim têkildarî vê mijarê lêkolîn were kirin. Em dixwazin were pirsîn bê ka têkildarî Bûyerên Aydinê biryareke teqez heye yan na. Ez dixwazim qeyda ambulansê ya polîsê bi navê Erdem Aksoy ku tê gotin birîndar bûbû ji Wezareta Tenduristiyê bê xwestin. Ez dixwazim kesê li ser CÎMER’ê îxbar kirî were guhdarîkirin. Her wiha dixwazim ku pêşnûmeyên lêkolînê û pêşnûmepirsên HDP’ê yên ji bo lêkolînkirina Bûyerên Kobanê dabû meclisê bînin vê derê. Saziyên ku naxwazin bi îktîdara heyî re pirsgirêkê bijîn, biryar dan ku weke gilîker tev li dozê bibin. Lê heke ne li gorî berjewendiyên cemaweriyê be, nikarin weke gilîker tê de cih bigirin. Ez dixwazim hûn bînin vê derê bê ka ev saziye bi kîjan sedema ku li gorî berjewendiya cemaweriyê daxwaza tevlibûnê kirine.”
DAXWAZA PISÛLEYA RÊZKIRINÊ’
Ozdogan, bal kişand ser daxwaznameya Serokatiya Karên Diyanetê û wiha got: “Ez dixwazim bizanim bê ka serokatiyê ji bo kîjan berjewendiya gel wiha kiriye. Di dosyayê de pisûleya rêzkirinê nîne lewma dema em dxiwazin ewraqekê bibînin, nikarin peyda bikin. Em dibêjin nikarin xwe bigihînin belgeyan lê hûn ji me bawer nakin. Heke hewce bike em ê daxwaza kesê pispor bikin. Di hemû dozên mezin de pisûleya rêzkirinê heye. Lê di vê dosyayê de nîne. Me di demên berê de xwestibû lê hatibû redkirin. Careke din daxwaz dikim ku were anîn.”
‘KOMPAS’ RED KIR
Piştre jî dadgehê daxwazên ji duh ve tên kirin nirxand. Dadgehê, têkildarî “Kompasa mekanîk” a ku parêzer Mehmet Horuş pêşkeşî dosyayê kiribû ji dozger pirsî bê ka daxwazeke wî heye yan na. Dozger jî got ku eleqeya daxwazê bi sûc re nîne û xwest ku were redkirin ku amûreke delîlê di dosyayê de cih bigire. Dadgehê jî biryara xwe ya navberê da, daxwaz red kir û biryar da ku ev amûr dîsa li Horuş were vegerandin.
Dadgehê, heta saet 13.40’an navber da danişînê.