ŞIRNEX - Rêveberê Şaxa SES’a Cizîrê Mûstafa Gokalp diyar kir ku bi zêdebûna nifûsa li Cizîrê re êdî xizmeta tenduristiyê ya heyî bi têrî nake û wiha got: “Ji ber ku hejmara bijîşkan kêm e, her bijîşkek ji bo nexweşên xwe dikare tenê 2 deqeyan veqetîne.”
Bi sala ye pirsgirêka xwegihandina xizmetên tenduristiyê ya xelkê Cizîr a Şirnexê nehatiye çareserkirin. Hejmara bijîşkên pispor a li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattîn Cîzrelîoglû kêm e, pirsgirêka hênikkirinê ya nexweşxaneyê heye, kêmaniya di ekîpmanên teknîkî de didome û bijîşkên gelek branşan jî nînin. Nifûsa navçeyê nêzî 200 hezar e û di sala 2006’an de nexweşxaneyeke ku 150 cihên razanê lê hebûn hatibû avakirin. Lê nexweşxane bi têrî navçeyê nake. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2023’yan; nifûsa giştî ya Şirnex û navçeyên wê 566 hezar û 279 e. Li Şirnex û navçeyên wê di beşa Norolojiyê de tenê 2 bijîşk hene û ev bijîşk bi hezaran nexweşan muayene dikin. Gelek nexweşên nayên muayenekirin jî ji neçarî berê xwe didin bajarên din.
RANDEVÛYA JI BO KARDIYOLOJIYÊ DAN 4 MEH PIŞTRE
Ji ber ku hejmara bijîşkan kêm e, gelek caran nexweş li bajarên cuda tên sewqkirin. Welatiyên ku rewşa wan a aboriyê nebaş jî neçar dimînin ku xwe li benda randevûya 4 meh piştre bigirin. Li servîsa Kardiyolojiyê cîhazê Rîtîm Holterê kêm e lewma randevûyên welatiyan didin mehên mijdar û kanûnê.
NIKARIN TESTA UROLOJIYÊ BIKIN
Servîsa Urolojiyê ya Nexweşxaneyê ji nexweşêm xwe testa Uroflowmetrî (Testa Mîzkirinê) dixwaze lê bi sedema “cîhaz xerabe ye” ev saleke ev test nayê kirin. Ji bo çêkirina cîhazê behsa xeberê bijîşkan heta niha gelek caran serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar û rêveberiya nexweşxaneyê daye lê hêj nehatiye çêkirin. Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Cizîrê Mûstafa Gokalp diyar kir ku pirsgirêkên di qada tenduristiyê de yên li bajar bi sala ye didomin.
EV BÛ 3 SAL PERGALA SARKIRINÊ XERABE
Gokalp, diyar kir ku ev bû 3 sal pergala hênikkirinê ya nexweşxaneyê xerabe ye û wiha got: “Nexweşxane 17 sal berê hate çêkirin û wê demê bi têrî gel dikir. Lê niha nifûs û hejmara nexweşan zêde bûye. Di heman demê de hejmara polîklînîk û bijîşkan kêm e lewma xizmeteke kêm a tenduristiyê dide. Ji hêla fîzîkî ve jî nexweşxane êdî kevn e. Ev bû 3 sal nexweşxane pirsgirêka hênikkirinê dijî. Heke bixebite jî sar nake. Em her sal heman pirsgirêkê ji îdareyê re radigihînin. Lê li şûna çareseriyeke mayînde, çareseriyên demkî pêş dixin. Dema em sedema wê dipirsin jî dibêjin nexweşxane hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla teknîkî ve qels e. Ji ber vê yekê jî nexweşên li qata jor ji ber xetereya enfeksiyonê zûtir tên tabûrcukirin.”
HEJMARA BIJÎŞKAN KÊM E
Bi domdarî Gokalp anî ziman ku Wezareta Tenduristiyê hejmareke kêm a bijîşkan dişîne Cizîrê û wiha got: “Bi taybet jî bijîşkên di beşa xwe de qada pisporiyê xelas kirin û ji ber xizmeta mecbûrî têne vê derê. Ev bijîşk jî çawa ku dema peywira wan qediya, yekser îstîfa dikin an jî tayîna xwe dixwazin û diçin. Di gelek branşan de tenê bijîşkek heye û cihgirên wan nînin. Dema bijîşkê dixebite diçe destûrê yan jî nexweş dibe, ev branş bi mehan vala dimînin. Li tevahiya Şirnexê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene. Ev jî ji bo wan dibe barekî giran. Nexweş ne dikarin baş tedawî bibin ne jî dikarin zû randevûyê bigirin. Divê nexweşekî xwîn çûye ser mejiyê wî di beşa Norolojiyê de bê tedawîkirin lê ji ber ku pergala randevûyê nîne, di dema xwe de nayê tedawîkirin. Di heman demê de bijîşkê çav jî nîne. Divê ji bo vê beşê tayîn hebin. Lewma nexweş bi mehan nikarin randevûyê bigirin. Anku nexweş niha di rêza randevûyê de disekinin. Hejmara bijîşkan kêm û ya nexweşxan zêde ye. Lewma bijîşk ji bo her nexweşekî dikarin tenê 2 deqeyan veqetînin. Di vê demê de jî muayenekirin mimkin nîne. Carnan bijîşk dema dermanan dinivîsîne, hêj jê re ne gotî bê ka dê çawa bi kar bîne, nexweş dikeve hundir.”
‘TENDURISTÎ VEGUHERÎ QADA BAZIRGANIYÊ’
Gokalp, axaftina xwe wiha qedand: “Li Tirkiyeyê tenduristî veguheriye bazirganiyê. Ji ber ku li nexweşxaneyên dewletê bijîşk tune ne û bi mehan nikarin randevûyê bigirin, ji neçarî beê xwe didin nexweşxaneyên taybet. Li wir jî bihayê muayeneyê pir zêde ye. Yên rewşa wan a aborî baş tedawî dibin lê yên din ji xizmetên tenduristiyê bêpar dimînin. Gelek kes weke alternatîf berê xwe didin nexweşxaneyên bajarên din. Ev jî ji hêla aborî ve wan dide zorê. Divê gavên pêwîst bên avêtin û ev pirsgirêk were çareserkirin.”
MA / Mehmet Guleş