AMED - Endamê Komeleya Alimên Amedê Mele Hecî Kadah, bal kişand ser beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê û destnîşan kir ku Diyanet weke memûrê dewletê tevdigere û ji evdîtiya Xwedê derketiye.
Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ku di van salên dawî de bi gotinên sosret dikeve rojevê, dîsa bi biryareke sosret ket rojeva Tirkiye û Kurdistanê. Diyanetê vê carê jî bi daxwaznameyê mudaxilî Doza Kobanê bû. Di daxwaznameya xwe de kesên ku tên darizandin weke “xerakirina nirxên olî, exlaqî û manewî yên civakê û têkbirina yekitiya dewletê” tawanbar kiriye û xwestiye mudaxilî Doza Kobanê bibe. Serokatiya Karên Diyanetê di sala 2021'ê de daxwaza beşdarbûna Doza Kobanê kir û ev serlêdan bi biryara navberê hat qebûlkirin. Di danişîna dawî de Diyanetê li ser mutalaayê daxwazname da û ji siyasetmedarên ku tên darizandin re ceza xwest.
Têkildarî mijarê Endamê Komeleya Alimên Amedê Mele Hecî Kadah, bertek nîşanî biryara Diyanetê da û bi ayetên Qur'anê ev kiryar nirxand.
Mele Hecî Kadah
‘KÎN Û HESED LI DIJÎ KURDAN HEYE’
Kadah da zanîn ku partiyek siyasî li dijî zilm û zordestiya DAIŞ’ê bangawaziyek kiriye ku yên rastiyê vê zilm û zordestiyê tên kurd in. Kadah diyar kir ku ev bangawazî ne bi çek, an jî dijhiqûqî bûye, tenê ji bo mirov bertek nîşan bidin hatiye kirin. Kadah bi lêv kir ku DAIŞ tu olan nas nake û ola îslamê jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û bi navê ola îslamê mirovan dikuje. Kadah anî ziman ku ew kesên ku niha tên darizandin tiştekî bêhiqûqî nekirine û wiha got: “Bi qas'ı 50 mirovan di wê pêvajoyê de hatin kuştin. Hinek mirovên nezan û cahil çend kes kuştin û ev kes jî ne ji ola me ne û ne jî ji wê partiyê ne. Ji bilî van kesan ên din ku ji 40 hebî pirtirin, ji hêla kê ve hatin kuştin? Ev kesên ku tên darizandin ev mirov qetil nekirin, ne kuştin. Di bin kontrola dewletê de bû. Em li hiqûqa ola Îslamê mêze bikin, ev mirovên bêsûc bêguneh li dijî zilmê derketine û bangawaziya hişyarbûnê kirine. Ev bangawaziye heq, rast, adîl e û li gor ola îslamê tu zerara wê nîne. Kîn û heseda dewletê ji bo kurdan heye û ji ber ku Kobanê têkneçû, ew kesên li Kobanê jî kurd bûn van tiştan dike.”
‘DI HIQÛQA ÎSLAMÊ DE KURD MAFDAR IN’
Kadah destnîşan kir ku xwestina mafan li gor ola îslamê mafê herî rewa ye û ew li vir mafên xwe dixwazin, lê wan bi “terorê” ve girê didin. Qadah da zanîn ku doza kurdan a ji bo mafên xwe dike, mafekî olî ye, mafekî mirovî ye û di hiqûqa ola îslamê de jî kurd mafdar in. Kadah got ku kesên baweriya wî bi olê hebe, divê mafên ku ji bo xwe dixwaze, ji bo kesên li hemberî xwe jî bixwaze. Qadah bi domdarî wiha got: “Ev Diyanet li gor ola îslamê tevnagere, dibêje ‘Hebûn û tevgera HDP’ê li dijî ola îslamê ye, û hîmê ola îslamê hildiweşîne’ lê yê ku hîmê ola îslamê hilweşandiye ev Diyaneta ku li gor pergala laîkiyê tevdigere û hiqûqa îslamê ji wan re nabêje bixwe ye. Divê Diyanetê gotiba, ‘Bi milyonan kurd hene, mafê wan jî weke yê her kesî heye.’ Wê çaxê Diyanet dê li gor olê bûna. Diyanet tiştekî wisa sosrete ku memûrtiya dewletê dike. Evdîtiyê ji pergala dewletê re dike, ji Xwedê re nake. Li gor Qur'anê tê vê wateyê û baweriya wan bi zatê Xwedê heye lê bi hikmê Xwedê nîn e.”
‘TU SÛCÊN KU TÊN DARIZANDIN ÊN BERBIÇAV NÎNE’
Kadah da zanîn ku Diyanet, ji bo berjewendiya xwe dixwaze xwe li ber çavên kesên ku ji aliyê aborî ve alîkariya wan dike, biqîmet bike. Kadah, anî ziman ku van siyasetmedarên ku tên darizandin gelek caran kêmasiyên Diyanetê aniye ziman, lewma dixwaze tola xwe bistîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê bi tevahî heke mirov mêze bike, siyaseta wan ketiye tengasiyê, tu sûce kesên tên darizandin ên berbiçav nîne, lewma ferman dane Diyanetê ku bikeve dozê. Partiya ku siyasetmedarên wê tên darizandin, doza mafê xwe û neteweyên din dike, dibêje ‘Mafê tirkan çi be, mafên kurd, ereb, çerkez, laz, ermen, suryanan jî ew e. Divê zilm, zordarî, dizî, neheqî neyê kirin. Mafên bawermendan çi be, yê nebawermendan jî ew e.’ Na heke tu van tiştan bixwazî tu bû ‘Vatan Hayînî’. Tu zagonên dewlet û olan de mînakek wiha nîne. Bi navê Îslamiyetê van tiştan dikin. Te qet dîtiye ku şêxek, meleyek, alimek, Diyanet, serokê Diyanetê, muftî, îlahiyatçî derketine û gotine ‘Ey dewlet tu çitkî? Ev mirov jî weke te siyasetê dikin, tiştê tînin ziman ne tifeng e, bombe ye, tu çima wan bi 10-20 salan an jî muebetê gefan li wan dixwî.’ Rojekê jî ev dewlet û pergale hişyar nekirine. Lê heke mirov ji wan bipirse dibêjin ‘Em filozofên ola îslamê ne, yên herî dîndar em in.’”
MA / Bazîd Evren