COLEMÊRG - Hevalên têkoşînê yên Dayikên Aştiyê yên li Geverê jiyana xwe ji dest dayîn diyar kirin ku êşeke mezin dikişînin û dê têkoşîna hevalên xwe bidomînin.
Di 15’ê tebaxê de polîsan li navenda Colemêrgê û navçeyên wê Gever, Çel û Şemzînanê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi giştî 23 kes hatin binçavkirin. 13 kes piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan û 10 kes jî piştî îfadeyên li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat biryara berdanê dabû.
Ji Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ku piştî îfadeyên li emniyetê hatibûn berdan, kurê Akçelîk ê bi navê Cîhan Akçelîk û parêzer Erdal Safali dsi 22’yê tebaxê de ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê hatin Colemêrgê. Di dema vegerê de qeza kirin. Di qezayê de Safali, Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Erdal Safali jî di qezayê de bi giranî birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê tê tedawîkirin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê têkildarî mijarê axivîn û gotin ku dê mîrasa têkoşînê ya Akçelîk û Safali dewr bigirin.
‘TÊKOŞÎNA WÊ JI ÊŞA WÊ MEZINTIR BÛ’
Ji Dayikên Aştiyê Fatma Temel anî ziman ku ew wan dayikan bi têkoşîna wan nas dikin û wiha got: “Li dijî zilmê têkoşiyan. Keç û du kurên xwe di vê oxirê de winda kir û wê jî canê xwe di vê oxirê de da. Di dema qedexeya derketina derve ya li Geverê de mala Akçelîk hate şewitandin. Piştre em û ew bûn cîran. Di dema qedexeyan de keça wê jiyana xwe ji dest da û li gund defin kir. Du meh piştre jî kurê wê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da. Perîşan têkoşiya û cenazeyê kurê xwe ji Nisêbînê anî Geverê û li rex keça xwe defin kir. Êşeke wê ya mezin hebû, dilbiêş bû lê têkoşîna wê ji êşa wê mezintir bû. Em ê vê têkokoşîna wan bidomînin. Heta dawiyê em ê li cem qasidê aştiyê cih bigirin.”
‘BILA ZEXTA LI SER DAYIKAN BI DAWÎ BIBE’
Ji Dayikên Aştiyê Gulbeyaz Mihçi jî diyar kir ku kesên ji bo îfadeyê bangî dayika kirî bûne sedema mirina wan û ev tişt anî ziman: “Heke hinek edalet û pergalek hebûya, jixwe dê îfadeyên wan li vir bihatina girtin. Heke tiştekî wisa bûbûya niha dayikên me li cem me bûna. Em edaletê dixwazin û dê bixwazin. Her du dayik jî ji bo aştî û edaletê têkoşiyan. Dayikên Aştiyê mirinê, girtinê, zextê û zilmê naxwazin. Ji bo her kesî daxwaza jiyaneke azad dikin. Dixwazin dilê dayikên kurd jî mîna hemû dayikan rehet be. Ji roja ewil heta niha her tim têkoşîneke birûmet meşandin. Du zarokên xwe winda kir lê têkoşîna wan domand. Bila êdî dawiyê li vê zexta ser dayikên me bînin û daxwazên wan qebûl bikin.”
‘TÊKOŞÎNEKE PÎROZ LI PEY XWE HIŞTIN’
Dayika Aştiyê Emîne Atak jî anî ziman ku li pey dayikan êş û têkoşîneke pîroz ma ye û axaftina xwe wiha qedand: “Dê heqê wan bo kesekî nemîne. Heta ku em hebin dê vê dozê bidomînin. Dê serkeftin bibe ya wan dayikên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dayîn. Ma Dayikên Aştiyê ji bilî parastina aştiyê çi kirine? Ev dewlet dewleteke wisa ye ku ne ji aştiyê, ne ji edaletê û ne jî ji yekitî û hevgirtinê fêm dike. Tenê ji êrişê fêm dike. Em naxwazin êdî dilê dayikên me bişewite.”
MA / Rûken Polat