MÊRSÎN - Serokê ÎHD’a Mêrsînê Gazî Încî destnîşan kir ku bi şewitandina înfazên girtiyan, Lijneya Îdarî û Çavdêriyê weke qedeke siyasî tevdigere û anî ziman ku mafê girtiyan ê hêviyê jî tê binpêkirin.
Li gel polîtîkayên zextê yên li girtîgehan her roj sedan girtî bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Di girtîgehên sepanên tecrîdê zêde bûne de, li gel zext û îşkenceyê, bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê înfaza girtiyan tê şewitandin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji destpêka sala 2021’an ber bi îro ve înfaza 312 girtiyan, ji carekê zêdetir hate şewitandin. Hate diyarkirin ku ji girtiyên înfaza wan hatine şewitandin 88’ê wan girtiyên nexweş in û 42 girtî bi qasî ku nikarin li girtîgehê bimînin nexweşên giran in.
Serokê Şaxa ÎHD’a Mersînê Gazî Încî anî ziman ku bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê, şewitandina înfazên li girtîgehan domdar bûye.
‘MEKANÎZMAYA BIRYARÊN KÊFÎ’
Încî destnîşan kir ku şewitandina înfazan sepaneke dijî girtiyên siyasî ye û da zanîn ku nehiştin girtiyên siyasî efûya koronavîrusê bi kar bînin. Încî bi bîr xist ku mafê axaftina bidîmen ya di vê pêvajoyê de ketiye meriyetê jî nedan girtiyên siyasî û got: “Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên nû hatine çêkirin bi girtiyên siyasî re hatin tijekirin. Her çiqas di qanûna înfazê de nûbûn çêkiribin jî, şert û mercên girtiyên siyasî her ku çû girantir bû. Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê derveyî armanca xwe xebat da meşandin. Taybetî jî ji bo girtiyên siyasî veguheriye mekanizmaya biryarên kêfî. Bi giştî girtîgehên Tirkiyeyê de li dijî girtiyên siyasî sepanên taybet û sistematik tên meşandin û ev 2 salên dawî biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê jî li van sepanan zêde bûye.”
‘PIRS KRÎMÎNALÎZE DIKIN’
Încî da zanîn ku ew di hevdîtinên weke Komîsyana Girtîgehan a ÎHD’ê pêk anîne de dîtine ku mafê berdana bi şert li tu girtiyên siyasî yên ku dema berdana wan nêz bûye, nedane bikaranîn û wiha axivî: “Ger em sedemên van sepanan bi mînak bikin; bi kêfî dayîna cezayên disîplînê, girtiyên ku cezayên wan yên dîsiplînê tune ne jî bi pirsîna têkiliyên rêxistinê, li gorî bersivan hincetên şewitandina înfazân tên afirandin. Mînak ji kesê ku endamtiya rêxistinê ceza nestendiye û ji propagandayê ceza xwariye, têkiliya bi rêxistinê jê tê pirsîn. Ev pirs araste dike, krîmînalîze dike û azadiya îfadeyê binpê dike. Em pê hesiyan ku ev Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bi navê 'Ceribandina Saziyê' hinek girtiyan re mulakatê pêk tîne, bi pirsîna pirsên taybet û li gorî bersivên wan diçin biryarê û kesên ku bersiv nadin van pirsan jî, qet dernaxin mulakatê. Me dît ku bi qasî qesta şewitandin înfaza girtiyan heye kesên di lijneyê de cih digirin jî ji hêla hiqûqê de xwedî zanebûn nîn in û bêtecrube ne.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ TÊ BINPÊKIRIN’
Încî bilêv kir ku bi şewitandina înfazan pêşî tevlîbûna civakê ya girtiyan tê girtin û diyar ku ku ev yek ji bo girtî zêdetir di girtîgehê de were girtin, bûye metodek. Încî balê kişand ser şewitandina înfaza girtiyên 30 salên xwe temam kirine û got: “Avakirina Lijneya Îdarî û Çavdêryê tam di dema kesên di salên 90’î de hatine girtin û di dema ku berdana wan nêz dibe di sala 2020’an de hate avakirin û ev ne tesaduf e. Dema em serlêdanên bo me hatine lêkolîn dikin em difikirin ku mafê hêviyê yên girtiyên siyasî jî tê binpêkirin. Dîsa mafê berdana bi şert û taloqkirina înfaza girtiyên nexweş di destê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê de bûye weke amûrekê û tê astengkirin. Bi kurtasî dema ku mijar dibe girtiyên siyasî hiqûq ji holê radibe û çarenûsa girtiyên siyasî teslîmî nêzîkatiya desthilatê tê kirin. Di konaxa hatî de Lijneya Îdarî û Çavdêriyê weke qadeke daraza bi temamî bûye siyasî tevdigere.”
‘CIVAK BÊDENG E’
Încî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Doza ÎHD’ê ji bo betalkirina Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Rêziknameya Nirxandina Hikûmxwaran berdewam dike. Ne tesaduf e ku di mijarên polîtîk de dema darizandinê dirêj dibe û dijî girtiyan biryar têne girtin. Divê di mijara darizandinên polîtîk de hinek piştgiriya civakê hebe. Bi her biryareke kêfî û derhiqûqî yên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê girtî dibin ‘dîlgirtiyên îdarî’. Lê belê di vê mijarê de di civakê de bêdengiyek heye. Divê di vê mijarê de agahdariyên cemaweriyê werin kirin, lêkolînên meclisê û xebatên hiqûqnasan werin kirin û divê ev xebat bikevin rojevê. Taybetî jî divê baro di vê mijarê de divê bandortir xebatan bike û tev li pêvajoyê bibe. Divê di mijara şewitandina înfazê ya kêfî de bêhtir hestiyarî çêbibe."
MA / Dîlan Akyol