Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome

img
ERZIROM - Ji bo Yilmaz Uzun ku hestiyên wî 3 sal piştre di qutiyekê de radestî malbata wî hatibûn kirin, şîn hate danîn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di şînê de axivî û wiha got: “Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê ev sûc di raya giştî de were parvekirin.” Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got ku dê têkoşîna wan a sedsalî bidome. 
 
Şandeyeke ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di nav de bû, çû serdana şîna endamê HPG’ê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) ku di sala 2020’an de li Sêrtê tevî 5 hevalên xwe di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û hestiyên wî di qutiyekê de radestî malbata wî hatibû kirin. Şîn, li Taxa Bastokê ya navçeya Tatos a Erziromê hatibû danîn. Şandeya ji bo şînê diçû, heta gund li gelek noqteyan hate sekinandin û kontrola GBT’ê hate kirin. 
 
Şande di ketina Tatosê de heta demekî dirêj bi hinceta “qedexe ye” hate sekiandin. Ketina taxa şîn lê hatiye danîn jî ji hêla cendirmeyan ve hate girtin. Kesên ji bajarên derdorê hatin di ketina gund de hatin gel hev. Tevî hemû astengkirinan jî şande bi girseyî çû û bi dirûşma “Şehîd namirin” tev li şînê bû. 
 
‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
 
Di serdanê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, wiha got: “Dewleta tirk zexta xwe dîsa bi vî rengî nîşanî me da. Dema mijara behsa xeberê dibe kurd, zext û zilm tê bîra mirov. Piştî Halîse Aksoy û Alî Riza niha jî heman tişt bi serê vê malbata me anîn. Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê raya giştî hay ji van sûcan hebe. Her ku zilam îktîdarê mezin dibe, sekna birûmet a gelê kurd jî hezar carî mezintir dibe. Bi roja ye ev gund di bin dorpêçê de ye. Nehiştin merasîma definkirinê bê lidarxistin û wesayîta cenazeyê nedan. Hûn dê hesaba van kiryarên xwe bidin. Ev bû 3 roj mela nehatiye gund. Heta dayîna bangî jî qedexe kirine. Em li vir careke din soz didin malbata xwe; rêya me rêyeke birûmet e, em têkoşîna nasnameyê didin. Heta em di vê rêyê de aştiyê pêk tînin jî dê têkoşîna me bidome.” 
 
‘PÊDIVIYA GELÊ KURD BI TU KESEKÎ NÎNE’
 
Piştre jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, diyar kir ku îktîdara heyî hemû polîtîkayên xwe li dijî gelê kurd bi kar tîne û wiha domand: “Zextê li miriyên kurdan dike, li kurdên hem li derveyî welat hem jî li welat dike. Dê têkoşîna gelê kurd a li dijî van zextan bidome. Ji Kongreya Erziromê ya sed sal berê em hatin van rojan ku hestiyên zarokên gelê kurd di qutiyan de radestî wan tên kirin. Cenazeyê Agît Îpek di kargoyê de hate radestkirin, cenazeyê Hakan Arslan di qutiyê de hate dayîn û niha jî hestiyên Yilmaz Uzun hatin dayîn. Em ê vê têkoşîna sedsalî bidomînin. Îktîdarek heye ku di hemû şertan de serî li şer dide. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘ez ê di nava hefteyekê de çareseriyê pêk bînim. Deklarasyona di sala 2013’an de ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve hatiye weşandin hêj di bîra me de ye. Hewl dan vî cenazeyî bi tenê bihêlin lê îro em li her bajarên Kurdistanê xwedî lê derketin. Pêdiviya gelê kurd bi tu kesekî nîne. Em bi xwe xwedî li cenazeyê xwe derdikevin û têkoşîna xwe jî me bi destên xwe afirand. Em ê vê têkoşînê mezintir bikin.” 
 
‘EM SOZ DIDIN ŞEHÎDAN’
 
Bavê Uzun, Îbrahîm Uzun jî ji ber serdanê spasiya şandeyê kir û wiha got: “Beriya her tiştekî divê mirov xwedî exlaq bin. Heke di mirovekî de exlaq tune be, tu tiştekî wî nîne. Hestiyên zarokên me didin destê me û ev tiştekî derexlaqî ye. Lê bila baş bizanin ku heke em tenê yek kes jî bimînin, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li gel şehîdên xwe bin û li gel têkoşînê bin. Em li ser xwîna şehîdên xwe soz didin ku dê têkoşîna me ya di vê rêyê de bidome. Şehîd namirin.”  
 
Girseya li gund piştî axaftinan posterê Yilmaz vekirin û bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ey şehîd rêya te rêya me ye”, “"Bijî Kurdistan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Bijî Serok Apo” û “Heval Yilmaz rûmeta me ye” ji gund çûn. 
 

Sernavên din

08/09/2023
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
10:28 Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin
10:23 Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike
10:04 Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin
09:57 Rojnamevan Bîlgîn: Li Dêrazorê gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin
09:15 Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
09:03 Li Wanê meseleya xizmeta tenduristiyê: Pirsgirêk bi pansûmankirinê çareser nabe
09:02 Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike
09:00 Li Semsûrê dibe ku mexdûrên erdhejê vê zivistanê di konan de derbas bikin!
09:00 ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2023’YAN
08:55 Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir
05/09/2023
22:50 Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû
19:35 Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:42 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
16:39 Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
16:38 Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist
16:16 Tevî dîmenan jî wezareta parastinê îşkence red kir
15:53 Komeleya Wêjekarên Kurd: Divê Menaf Osman demildest bê berdan
15:29 OHD: Bila Abdulmenaf Osman neyê dersînorkirin
15:28 HSD: Di operasyonê de 18 çete hatin kuştin û 4 jî hatin girtin
14:32 Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Bul hate berdan
14:26 Rejîma Îranê mamê Jîna Emînî girt
14:16 Hevserokên HDP’ê yên berê derbasî Partiya Çepên Kesk bûn
14:06 Malbatên 2 kesên li Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
13:29 Parêzer Uçar a ji bo îfadeyê çû edliyeyê hate binçavkirin
12:56 HPG: Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne
12:56 Di şerê Zapê de leşkerek hate kuştin
12:19 Danişîna Aysel Tûglûk hate taloqkirin
12:18 Parêzer Coşkun: Hewl didin nivîskar Osman bişînin Sûriyeyê
11:48 Li Şemzînanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:36 Stranbêj Yarrahî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin
11:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Rojnameger Mihemed: Li Dêrazorê şer di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye
10:51 Cezayê hefsê li rojnamevan Nazila Marofian hate birîn
10:47 Kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyan Efrînê tên revandin
10:23 Hevalên Mîr Perwer ên hunermend gora wî dan çêkirin
09:49 Nivîskar Osman ji bo dersînorkirinê şandin GGM’a Edîrneyê
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan şewba girûyê
09:04 Bav Yilmaz Ûzûn: Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne
09:03 Şenyaşar: Wezîrê Dadê ji edaletê direve
09:02 Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê:Armanca wan zarokan tev li nava komele û weqfên olî bikin
09:01 Însel: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc e
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2023'YAN
04/09/2023
23:06 Êrîşî gundên Şehba û Hesekê hat kirin
20:34 Piştî 30 salan hat berdan: Bi awayekî fiîlî di binçavan de ye
16:26 Li Geverê mirineke biguman
16:01 Mehmet Sîncar di salvegera 30'yemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn