Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî

  • rojane
  • 09:02 20 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku wê heta 24'ê Kanûnê li Amedê vekirî be, di 3 rojên destpêkê de 150 hezar kes beşdarî wê bûn. Di fûarê de ji bo pirtûkên kurdî eleqeyeke zêde heye.
 
Fuara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Eylul Fuarcilikê tê lidarxistin, piştî 4 salan di 16'ê Kanûnê de deriyên xwe ji pirtûkhezan re vekir. Fûara ku li Navenda Fûar û Kongreyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin, dê heta 24'ê Kanûnê vekirî bimîne. Di 3 rojên ewil de 150 hezar kesî fûarê ziyaret kirin. Tê payîn ku heta 24'ê kanûnê ev hejmar bigihêje 600 hezarî. Di fûarê de ji bo weşanxaneyên ku pirtûkên bi kurdî çap dikin jî eleqeyeke berbiçav heye.
 
ELEQEYEKE ZÊDE JI BO PIRTÛKÊN KURDÎ
 
Gerînendeyê Weşanên Aryenê Roj Agir amaje bi wê yekê kir ku ew cara 3'yemîn e beşdarî fûara pirtûkan a Amedê bûne û got ku kêmasiyek e mezin e ku 4 salan li Amedê fûar nehatiye lidarxistin. Agir diyar kir ku weşanxaneyên kurd ji bo vê kêmasiyê ji holê rakin gelek xebitîne û got: “Di dawiyê de xebat bi encam bû. Em îro li vir in. Eleqeyeke mezin ji bo pirtûkên kurdî heye. Ji bo weşana me jî eleqeya li ser romana kurdî zêdetir e. Pirtûkên li ser dîroka kurd û Kurdistanê û zimanê kurdî pir tên xwestin. Em eleqeyeke baş dibînin. Nivîskar û hunermend bi saya fûarê tên cem hev. Pêwendiyeke baş di navbera her du aliyan de heye."
 
Agir nivîskarên girtî bi bîr xist û wiha wiha berdewam kir: "Derfeta wan tune ku bi me re bin, şansê wan tune ku hunera xwe nîşan bidin. Ji ber vê yekê em armanc dikin ku fikr, dengê wan û hunera kurdî bigihînin xwendevanan. Em bi saya fûarê pirtûkên wan û jiyana wan jî didin nasîn."
 
NIVÎSKAR Û XWENDEVAN TÊN CEM HEV
 
Ji Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralp destnîşan kir ku fûar ji aliyê hevdîtina nivîskarên û xwendevanan ve girîng e. Zengeralp diyar kir ku wan gelek pirtûkên ku nû derketine gihandine ber destê xwendevanan û got ku rojên yekşemê yên fûarê li gorî rojên nava hefteyê qelebalixtir derbas dibin. Zengeralp da zanîn ku ew difikirin ku dê beşdarbûn hîn zêdetir bibe û wiha got: "Xwendevanên me yên berê jî tên. Yên ku nû li vir hev nas kirine hene. Xwendevanên me yên ku pirtûkên hin nivîskaran meraq dikin û tên jî hene." Zengeralp ji bo lêkolînkirina pirtûkan û naskirina nivîskaran û dîtina atmosfera fûarê bang li xwendevanan kir ku bên standa Aramê û navenda fûarê. 
 
Koordînatorê Weşanên Nûbiharê Azîz Tekîn jî diyar kir ku piştî 4 salan ew bi vekirina fûarê kêfxweş bûne. Tekîn anî ziman ku 4 sal in xwendevan li benda wan in û got ku eleqeya ji bo fuarê gelekî baş e. Tekîn wiha axivî: “Pirtûkên xwe berê diyar kirine û li gor wê tên. Lê hinek surprîz jî çêdibin. Ew pirtûkên ku haya wan jê tune ye jî li fûarê dibînin." 
 
Tekîn got: “Em heta 24’ê Kanûnê li vir bin. Gelê me dikare were serî li me bide. Dikarin bên çaya me vexwin û li pirtûkan binêrin." 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

20/12/2023
09:55 Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî
09:29 Ji rojnameger Silêman Ehmed 57 roj in tu agahî nayên girtin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome
09:05 Malbatên kesên ku di êrişa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan, dan ber îcrayê
09:04 Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e
09:03 Di şewata li kursa Quranê de ku 6 zarok mirin, miftî wekî 'qisûrdarê sereke' hat dîtin
09:02 Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî
09:01 Şîna ku 45 sal in didome: Komkujiya Mereşê
09:00 20'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:51 Li Balikesîrê erdhej çêbû
19/12/2023
23:00 DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin
21:55 Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê eşkere bûn
18:25 Li peravê Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax hat protestokirin
17:28 Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ji girtîgehê derket
16:48 ‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’
16:42 ‘Heya daxwaz tên qebûlkirin êm ê nobetê bidomînin’
16:28 Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin
15:48 Li Girtîgeha Kurkçulerê mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin
15:23 Danişîna rojnamevan Kaya hate taloqkirin
15:21 24 sal ceza dan faîlê tecawizê yê cerdevan
14:33 Li Kerkukê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gihişt ji sedî 65’an
14:20 Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin
13:20 Ji DEM partiyê peyama ‘19’ê kanûnê’: Tecrîd gihaşt radeyeke din
13:19 ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
13:05 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin
10:53 Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne
10:12 Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin
09:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 56 roj in tu agahî nayên girtin
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 23’yan de didome
09:32 Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn
09:10 Li Colemêrgê ji bo 3 cihan 4 hezar û 799 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
09:09 Qeyûmê Şaredariya Stewrê: Ger AKP bi ser nekeve dê xizmet neyê kirin
09:08 Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê
09:07 Nîqaşa li ser Şêx Seîd: Kurd li dijî nijadperestan xwedî li nirxên xwe derketin
09:06 Prof. Dr. Bîçer: Divê têkildarî tecrîdê gavên mayinde bên avêtin
09:05 Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ciwanan bibin
09:04 Jinên Botanê: Ocalan ji bo jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin
09:02 Piştî 11 mehan rewşa Mereşê: Bajar di nava tozê û jiyana gel di xetereyê de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2023'YAN
18/12/2023
22:47 Li Sêrtê posterê Şêx Seîd hat daliqandin
21:05 Doza Kobanê: Rapora TEM'ê di wesfê talîmatekê de ye
17:01 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da
16:44 Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Ocalan bertek nîşanî wekîlê AKP’î dan
16:37 DEM Partiyê ji bo bajarên Tirkiyeyê biryara xwe da
16:34 Panela Îslam û Kurd: Mafên ku îslamê dane jinan ji hêla mêran ve hatin bisînorkirin
16:01 Hevşaredar Demîr îdiaya qeyûm derewand: 4 meh piştre hûn dê hesabê bidin
15:32 TBB’ê piştgiriya karkerên Ozakê kir
14:41 Hewldana 78’an: Em ê komkujiyên meha kanûnê nedin jibîrkirin
14:14 Polîsî di doza îşkenceya bikûçik de beraet kir
14:07 Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê îktîdar bikeve nava tevgerê
13:46 Zap û Metîna 53 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin
13:44 Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî?
12:42 Rojnamevan Siddik Guler hate girtin
12:27 MYK’a DEM Partiyê kom bû
12:23 Li Serhedê berf barî: Rêya bi sedan gundan hate girtin
11:02 Girtiyên jin: Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê
10:59 Girtiyekî name şand Meclisê: Midûr ji bo tayînê ji qawişa girtiyên PKK'î re 'paketek' da avêtin
10:50 Li Meksîkayê li dijî partiyekê êriş hate kirin: 12 kes mirin
10:49 Di fûara pirtûkan de ji bo Weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye
10:43 DEM Partî: Di 11 mehan de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin, 319 hatin girtin
10:41 Hevjînê Dayika Taybet: Hovîtî nayê jibîrkirin
10:11 Hilbijartina encûmanên parêzgehan a Iraqê dest pê kir
09:53 Cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ev 6 sal in nadin malbatan
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 55 roj in tu agahî nayên girtin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22’yan de didome
09:08 Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
12:51 Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
11:16 Amed di nava mijê de ma
10:53 Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn
10:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 21’an de didome
09:59 Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da
09:58 Ji rojnameger Silêman Ehmed 54 roj in tu agahî nayên girtin
09:58 Kovara Jînê bi sernavê ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket
09:57 Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?
09:18 Li KYK’ê dîsa asansor ket
09:09 Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê
09:08 Li Manîsayê pankarta pêşengên kurdan hate daliqandin
09:08 Ji ber ku pala xwe daye qalorîferê 2 hezar lîre ceza li girtî birîn