‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'

  • rojane
  • 10:42 23 Kanûn 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Bekîr Sitkî Keçecî ku berê ketibû rojiya mirinê û bi nexweşiya Wernicke Korsakoff ketibû, der barê greva birçîbûnê ya li girtîgehan de got: "Heke girtiyan bedena xwe birçî hiştibe, ev tê wê wateyê tu çareyeke wan a din nemaye. Divê piştevaniya girtiyan bikin. Wekî din tu rêyeke vê tune ye."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ve ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hat destpêkirin, di roja 27'an de ye. Ji bo daxwazên girtiyên ku ji bo piştgiriya çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bikin dest bi greva birçîbûnê kirin, heya niha tu gav nehatine avêtin. Li aliyê din malbatên girtiyan jî bi çalakiyên “Nobeda Edaletê” hewl didin dengê girtiyan bidin bihîstin.
 
Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Bekîr Sitkî Keçecî têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan axivî.
 
Keçecî ku ji bo mafên mirovan têdikoşe û di salên 90'î de di girtîgehê de maye û kitiye rojiya mirinê, piştî rojiya mirinê nexweşiya Wernicke Korsakoffê lê peyda bûye. 
 
‘PÊŞÎ DIVÊ TECRÎD RABE'
 
Keçecî diyar kir ku girtîgehên ku polîtîkayên tecrîdê lê tên meşandin veguherîne "cihê îşkenceyê" û li hemberî girtiyên siyasî "qanûna dijminatiyê" tê sepandin û got ku tecrîda li girtîgehan îro ro veguheriye tecrîdeke civakî.
 
Keçecî anî ziman ku ev rewş ji nêz ve bi polîtîkaya dewletê ya xitimandinê ya der barê meseleya kurd ve girêdayî ye û got: “Eger dewlet bixwaze pirsgirêka kurd di çarçoveyek aştiyane de çareser bike, dê ev bi tevahî ji holê rabin. Ger tecrîd bi dawî bibe, dê şert û mercên jiyana girtiyan baştir bibe, tayînkirina qeyûman bi dawî bibe, rêveberên siyasî yên girtî bên berdan û dê li Tirkiyeyê maf û azadiyên demokratîk hîn zêdetir pêş bikevin. Budçeya ku ji bo şer tê veqetandin, dê ji bo qadên wekî perwerde, çand û hwd bê veqetandin. Qalîteya jiyana mirovan dê hinekî zêde dibe. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin.
 
‘GER DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN EV DÊ JI BO ÇARESERIYÊ JÎ BIBE GAVEK'
 
Keçecî pêvajoya diyalogê ya di navbera 2013-2015'an de ku di navbera dewletê û Abdullah Ocalan de çêbû û wê demê tecrîd hinekî sist bûbû, bibîr xist. 
 
Keçecî ev tişt gotin: “Di wê serdemê de mirov hinekî rihettir bi hev re diaxivîn, siyaseta hêrsok û nijadperestiyê tune bû. Dema ku çareserî ji holê rabû, ji wê rojê û vir ve hêrbûyîn û nijadperestî li her derê pêş ket. Ji ber vê yekê, eger pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane neyê çareserkirin, binpêkirina mafê jiyanê ne li zindanan, ne li bajarên kurdan û ne jî li eniya Tirkiyeyê dê bi dawî nebe. Zilm û çewisandin dê neqede. Eger ev daxwaza girtiyan pêk bê, wê bibe pêngava aştî û çareseriyê."
 
Keçecî bal kişand ser pêkanînên li girtîgehan û wiha got: "Em di serdemeke wiha de ne ku ne kêmî 12'ê Îlonê ye. Tiştekî wiha tune ye ku dê yên di greva birçîbûnê de di roja 100'î, 200'î an jî 300'î de bimirin. Ger bê bîra we, salên berê kesên ku ketin greva birçîbûnê di roja duyemîn an sêyemîn de mirin. Kesên nexweşiyên bedenî bi wan re hebûn  ji ber xwînrijiya mîdeyê û krîza dil mirin. Girtiyên di greva birçîbûnê de her tim bi xetereyê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê divê tu carî pêşî li wergirtina tiştêna vî, şekir, xwê û vîtamîna B1'ê neyê girtin. Gava ev neyên dabînkirin, dê xesarên bedenî û zihnî yên mayinde li mirovan peyde bibin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Keçecî anî ziman ku divê hem li ser rewşa girtiyan û hem jî li ser daxwazên wan hesasiyeteke xurt di civakê de bê afirandin û got: "Ger girtiyan bedena xwe birçî hiştibe, ev tê wê wateyê tu çareyeke wan a din nemaye. Divê piştevaniya girtiyan bikin. Wekî din tu rêyeke vê tune ye."
 
 

Sernavên din

26/12/2023
09:28 63 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Keleha dîrokî veguherî sergoyê
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
09:09 Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin!
09:06 Li komeleyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûn, niha madekariya mamostetiyê dikin
09:05 Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye
09:04 Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine
09:03 Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:02 Ji Çemê Aksûyê jehr diherike
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN
25/12/2023
19:33 Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin
18:07 Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan
16:54 Berhemên Koma Asmînê kirin album
16:35 Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin
16:32 Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin
16:09 Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e
15:40 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin
15:04 Hejmara kesên li Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an
14:56 Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
14:39 Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî budçeyê axivin
14:05 Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê!
13:52 Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin
13:35 Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
12:55 Demîrtaş: Kî ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in
12:45 Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne