STENBOL - Mele Yûsûf Înal da zanîn ku di îslamiyetê de cihê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîne û got: "Bi awayekî bêexlaqî nêzî kurdan dibin." Înal ji bo yekitî û têkoşînê bang kir.
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di şert û mercên tecrîdeke giran de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, tu agahî nayê girtin. Agahînegirtina bi astengkirina sîstematîk a serdanên malbat û parêzeran re tê domandin, di serî de li gelê kurd bi giştî li tevahiya raya giştî fikar peyde kirine. Li gel vê piştgirî û piştevaniya ji bo kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku li seranserê cîhanê li dijî polîtîkayên kûrkirina tecrîd û xitimandina çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, zêde dibe. Ji alimên olî yên ku piştgirî dane kampanyayê Mele Yûsûf Înal, tecrîda li Îmraliyê û polîtîkayên çewisandinê yên li ser kurdan nirxandin.
NEHEQIYA LI GELÊ KURD TÊ KIRIN
Înal destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêkeke gerdûnî ye û got ku di demokrasiyê û îslamê de cihê wê nîn e. Înal diyar kir ku mirovên aqilmend û xwedî wijdan tecrîdê qebûl nakin û wiha got: “Dema ku neheqî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin, wê li tevahî gelê kurd jî bê kirin. Em bêjin ne li Abdullah Ocalan, lê li kesekî xwedî baweriyeke din bêhiqûqîtî bê kirin, em kesên bawermend û demokrat em ê li dijî vê rabin. Em ê nebêjin ev cihû, xiristiyan e û ol, ziman, nijad û rengê wan wiha ye. Ev ne pîvanên me ne. Di nav miletan de hin rêgez û qanûn hene. Ger ew rêgez bên binpêkirin, kî dibe bila bibe em ê li hemberî wan bisekinin. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê ne.”
JI OSMANIYAN HEYA NIHA NEÇARESERÎ
Înal destnîşan kir ku li cihê ku demokrasî lê tune be tu îdeolojî dê ne derbasdar be û got ku şiklê rêveberiya Tirkiyeyê "faşîzm" e. Înal anî ziman ku ji serdema Împaratoriya Osmanî heta niha ji bo pirsgirêka kurd tu çareserî nehatiye kirin û got ku polîtîkayên "qirkirin û înkarê" yên li hemberî kurdan dewam dikin. Înal bilêv kir ku ji çandê heta hunerê li her qadê polîtîkayên qirkirin û înkarê tên meşandin û wiha pê de çû: “Li her qadê wekî nasname, çand û hwd polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê hatin meşandin. Em Kurd hîn jî ne xwedî nasname ne. Sedema piraniya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi taybetî jî krîza aborî, polîtîkayên xitimandinê yên li hemberî pirsgirêka kurd in. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Lewma ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin."
‘EM BI HEV RE DIKARIN TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
Înal anî ziman ku divê kurd wekî tirkan xwedî maf bin û got: “Eger bi ya wan be, em ê li malên xwe jî bi kurdî neaxivin. Ev maf di hemû olên yekxwedayî de jî girîng in. Pêwîst e gelê kurd mafên xwe biparêze. Li vir hinek kêmasiyên me jî hene. Ji ber ku yekîtiya me nîn e. Ev ne sûcê gelê kurd e, sûcê wan kesên ku dijminatiya kurdan dikin bi xwe ye. Bi awayekî bêexlaqî nêzî kurdan dibin. Ne exlaq û ne jî Xwedê nas dikin. Divê gelê kurd yekîtiya xwe xurt bike. Em dixwazin her kes li vir bi awayekî wekhev bijî. Em tenê bi yekbûn û parastina girtîgehan dikarin vê tecrîdê bi dawî bikin.
Înal diyar kir ku demek berç çûye Girtîgeha Kandirayê û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û wiha got: "Girtiyan xwest ku raya giştî piştgiriyê bide wan û dengê wan li cîhanê belav bibe."
‘JI BO ENCAMGIRTINÊ DIVÊ BI YEK BIN'
Înal xîtabî hemû komên bawermend kir û got: “Em li cudahiyên di navbera xwe de nenêrin, ji bo Kurdistaneke neteweyî werin cem hev. Ger em vê nekin, bawer bikin ku cîhan dê dengê me nas nake. Ji bo encamgirtinê divê em kurd bibin yek."
MA / Omer Îbrahîmoglû