NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên giştî yên parêzgehan de cara ewil e ku namzeteke êzdiyan dikeve meclisê. Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku li tevî hemû hîleyên PDK'ê jî di sindoqan de vîna êzidiyan xwe daye der û got: "Heke bi edaletî bihata kirin, pêkan bû ku herî kêm 3 namzetên êzidî biçûna meclisa parêzgehê. Lê PDK'ê hîle kir. Tevî vê jî Şengalê vîna xwe diyar kir."
Xelkê Iraqê piştî sala 2013'yan careke din ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê çû ser sindoqan. Hilbijartin li 15 parêzgehan pêk hat. Lê piştî 10 salan, cara ewil hilbijartin hatin lidarxistin. Li herêmê 15 milyon û 108 hezar û 135 hilbijêr hebûn û ji van 6 milyon û 599 hezar û 668 kes di 16-18'ê Kanûnê de çûn ser sindoqan. Yek ji parêzgehên herî girîng ê hilbjartinê jî parezgeha Nînovayê bû. Bi taybetî ya ku herî zêde dihat mereqkirin jî encamên hilbijartinê ya Şengalê bû. Ji ber ku îradeya ku di sindoqan de xwe bida der dê bûbûya daxwaza xwrêveberinê ya civaka êzdî û pêkhateyên Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hêz û pêkhateyên siyasî yê Şengalê bi yek lîsteyê, lîsteya Yêkitiya Gelên Nînovayê bi namzetê Partiya Azadiyê û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ket hilbijartinê. Li gorî daxuyaniyên fermî namzetê PADÊ Qasim Keşko di rêza duyemîn a lîsteya giştî de ji bo encûmentiya parêzgeha Nînowayê hat hilbijartin. Cara ewil e ku di sindoqan de endamê temsiliyeta civaka êzdî tê hilbijartin. Îradeya ku di sindoqan de derket careke din daxwaza Şengala Xweser û pêkhateyên wê yên ereb nîşan dide û ev encam dê di rojên pêş de bandoreke cidî li ser statuya Şengalê jî bike.
Rojnameger Îbrahîm Êzidî der barê encamên hilbijartinê ya li Şengalê û îradeya ku di sindoqan de derket axivî.
'CARA EWILE NAMZETÊ ÊZIDIYAN DIÇE MECLÎSÊ'
Êzidî, diyar ku cara ewil e ku li Şengalê kesekî ku civakê temsîl bike tê hilbijartin û wiha axivî: "Em dikarin bibêjin ku di dîrokê de ev dibe cara yekemîn ku nazmetekî êzdiyan diçe meclisa parêzgeha Mûsilê. Ji ber ku piştî şikestina hikûmeta Sedam Hisên her Şengal dibin desthildariya PDK'ê debû. Bi zext û gefan her wisa bi aboriyê her tim xelkê Şengalê dixapandin. Lê heta niha PDK'ê û aliyên din ku li ser navê êzidiyan namzet derdixistin û ji bo xizmeta vê civakê yek gav jî navêten û herdem ev civak li gor bejewendiyên xwe bikar anîne têk çûn."
'DI KAMPAN DE JI 54 HEZARAN 34 HEZAR ÇÛN SER SINDOQAN'
Êzidî, da zanîn ku tevî hemû hîle û listîkên PDK'ê jî di sindoqan de vîna êzdiyan xwe daye der û wiha domand: "Ez dixwazim balê bikşînim ser du xalên girîng. Yek dema ku di fermanê de PDK ji Şengalê reviya tevahiya êzdiyan jî neçar man ku koçberî derve bibin. Weke ku tê zanîn piraniya xelkê Şengalê li Başûr Kurdistanê di bin desthiladariya PDK'ê de ne. Rixmî ku li Şengalê aramî heye û tu pirsgirêkên wê ên ewlehiyê nîn in jî lê heta niha PDK'ê rê neda ye ku êzdî vegerin malên xwe. Beriya niha me gelek cara gotiya PDK'ê dijminatiya êzdiyan dike û tu xizmetê ji bo vî gelî nake. Di van hilbijartina de rastiya PDK'ê hê bêtir derket holê. Ji ber ku di nava kampan de 54 hezar ji xelkê Şengalê mafê wan dengdanê hebû. Lê di roja dengdanê de biqasî 30 hezar kesî çûn ser sindoqan. Her wiha piştî ku encamên van hilbijartina ên nava kampa derketin, derket holê ku hijmareka mezin deng şewitandin lê dîsa jî PDK'ê zêdetirî 15 hezar dengên koçberê Şengalê ji xwere birin. Her wiha li Şengalê jî 5 kes kirin nazmet û dengên Şengaliyan belavkirin."
'HEKE KU BI EDELETÎ HATIBA BELAVKIRIN 3 NAMZET DERDIXISTIN'
Êzidî, bi lêv kir ku PDK'ê careke din bi çarenûsa Şengalê lîstiye û wiha got: "Dengên ku PDK'ê ji xelkê Şengalê dizîn. Eger bi edaletî bihata kirin, pêkan bû ku herî kêm 3 namzetên êzdî biçin meclisa parêzgehê. PDK'ê baş dizane dema destê êzidiyan erd girt wê tola fermanê ji PDK'ê rakin. Lewma wisa kir ku dengê Êzdiyan belav bibin û PDK'ê nikaribû yek kesî Êzidî biser bixe. Lêbelê ev jî rastiyeke ku li Şengalê derbeke dîrokî û mezin li PDK'ê ket."
'JI MÛSIL HETA TILAFERÊ DENG BI DEST XISTIN'
Êzidî anî ziman ku serkeftina li Şengalê serkeftina Rêveberiya Xweser e û ev tişt gotin: "Li Şengalê dê alî biser ketin û karîn dû kursiya di meclisa parêzgehê de bidest bixin.Yek j van Heşda Şabî û ê din jî Rêveberiya Xweser e. Her dem Rêveberiya Xweser wek rêxistinekî ne rewa dihat binavkirin lê Rêveberiya Xweser karibibû berxwedaniya xwe ya siyasî bi dengên gel jî biser bixe. Qasim Keşko nûnerê Rêveberiya Xwesere. Keşko ji hemû pêkhateyên li herêmê heta Mûsil û Tilaferê jî deng bi dest xistin. Di vir de nûnerê Neteweya Demokratîk bi ser ket."
'JI BO FERMÎKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK GAV BÊN AVÊTIN'
Rojnameger Êzidî got ku encama hilbijartinê dê bi ser naskirina statûya Şengalê jî roleke girîng bilîze û got:" Ev serkeftin ji xelkê Şengalê re girînge û Şengalî dikarin bi rêya dû namezeta gavên mezin ji bo fermîkirina sîstema Neteweya Demokratîk gav biavêjin. Çavê herkesekî liser hilbijartinên li Şengalê bû. ê tişta ku nedihate texmînkirin li Şengalê rû da. Van hilbijartina zimanê wan aliyên ku kurtkiririn ku liser Şengalê di axivîn û bi şerê xwe yê taybet dixwestin Rêveberiya Xweser ji hev dûr bikin. Lê Rêveberiya Xweser ne wek wan aliyên siyasî bi îradeya gel biserket. Ji ber ku bê ku zext liser xelkê bike, bê hîleyan karibû biser bikeve."
MA / Zeynep Durgut