ŞIRNEX - Têkoşîna hiqûqî ya ji bo 34 kesên ku ji aliyê TSK'ê ve li Roboskê hatin qetilkirin berdewam dike. Parezerên dozê ku serî li Wezareta Dadê dabûn, piştî 4 salan bersiv wergirtin. Wezaretê pêdivî pê nedît ku dosyeyê bişîne dadgeha bilind. Ji parêzerên dozê Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses nêrîna wezaretê wekî "nêrîneke sosret" nirxand.
Di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê 19 jê zarok 34 kes ji aliyê balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve hatin bombebarankirin û qetilkirin. Di ser bûyerê re 12 sal derbas bûn. Di van 12 salan de kiryar hatin parastin û der barê xizmên kesên hatin qetilkirin de doz hatin vekirin. Dozên ku der barê kiryaran de hatin vekirin jî encam ji wan nehat girtin. Dosye ji aliyê 281 serlêderan ve sewqî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat kirin. Lê belê DMME'yê jî mîna Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 17'ê Gulana 2018'an de bi hinceta "belge du roj dereng hatine" serlêdanê qebûl nekir û red kir. Li ser vê yekê parêzer Erkan Şenses, Kerem Altîparmak, Neşet Gîresun û Ozlem Zîngil di sala 2019’an de careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û xwestin lêpirsîn ji nû ve bê vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî biryara bêhiqûqiyê da û serlêdan ji Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê re şand. Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê di sala 2021'ê de dîsa biryara "neşopandinê" da. Îtîraza parêzerên ku nerazîbûn nîşanî neşopandinê dabûn jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê ve hat redkirin.
WEZARETÊ PIŞTÎ 4 SALAN BERSIV DA
Parêzeran ji bo biryara neşopandinê ya ji bo dosyeyê di sala 2019'an de serî li Dadgeha Bilind da û nêrîna Wezareta Edeletê xwestin. Wezaretê di nêrîna xwe ya Gulana 2023'yan de, an ku piştî 4 salan pêwîst nedît ku dosyeyê bişîne Dadgeha Bilind. Li hemberî vê yekê parêzeran ji bo doz ji nû ve bê vekirin dîsa serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Hat hînkirin ku serlêdana parêzeran a li Dadgeha Destûra Bingehîn di asta biryarê de ye.
Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses der barê dosyayê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
DOZA ROBOSKÊ
Şenses, diyar kir ku biryara Wezareta Dadê sosret e û wiha axivî: "Weke ku tê zanîn di 28’ê kanûna 2011’an de li Roboskê komkujî pêk hat. Mixabin ji wê demê û vir ve sûcdar û kesên ku fermana bombardûmanê dan nehatine darizandin. Weke ku tê zanîn hewldanên der barê vê mijarê de bê encam man û di encamê de DMME’yê serlêdanê red kir. Piştî vê yekê di sala 2019’an de parêzer Kerem Altîparmak, Neşet Gîresûn û parêzer Ozlem Zîngilê û malbatên mexdûran ji bo doz ji nû ve bê vekirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabûn. "
'EM BENDA BIRYARA DADGEH BINGEHÎNIN'
Şenses bi lêv kir ku wezaretê bi vê helwesta xwe pêşî li ber bêedaletiyê vekiriye û wiha domand: "Me daxwaz kir ku ji ber delîlên nû lêpirsîn bê vekirin. Du delîlên nû hebûn. Ev delîl piştî 15'ê Tîrmehê Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê wê demê Berat Albayrak di Komkujiya Roboskiyê de îşaret bi FETO'yê kiribû. Ev ji bo me delîla yekem bû. Delîlên me yên din jî ew bû ku dozgerê leşkerî û dadgeha leşkerî yên ku biryara neşopandinê dabûn bi hinceta endamên FETO ne hatin darizandin. Ji ber van delîlan me ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaz kir ku lêpirsîn ji nû ve bê vekirin. Ji ber ku eger xeletiyek hebe em wisa difikirin ku divê dadgeh vê xeletiyê binirxîne. Serdozgeriya Komarê ya Amedê dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê re şand. Û Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê jî di sala 2021'an de biryar neşopandinê da. Tevî biryara neşopandinê dîsa jî me îtîraz kir. Li ser îtîrazê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê îtîraza me red kir. Di Nîsana 2021’an de me dîsa biryara neşopandinê bir Dadgeha Destûra Bingehîn. Dosyaya me niha li ber dadgeha bingehîne û di qonaxa biryarê de ye. Wezareta Dadê jî di meha gulanê de nêrîna xwe şand. Me jî li dijî vê nêrînê bersiva xwe şand. Em li bendê ne ku Dadgeha Destûra Bingehîn di demek nêzîk de biryarê bide.”
'EV BIRYAREKE SOSRETE'
Şenses da zanîn ku dadgeha leşkerî û Dadgeha Bilind ne bêalî û serbixwe ne, hikûmet bi vê biryarê dikeve nava nakokiyan û got: "Di serîlêdana xwe ya li Wezareta Dadê de me daxwaz kir ku biryar ji Dadgeha Bilind bê girtin an jî me xwest ku biryara Dadgeha Bilind eger bêhiqûqî be bê betalkirin. Lê mixabin piştî 4 salan di gulana 2023'yan de, di teblîxata ku bi îmzeya alikarê Wezaretê Dadê ji me re hat şandin de hat gotin ku ne hewce ye dosye ji Dadgeha Bilind re bê şandin û ev biryar sosret e. Ji ber ku desthilatê di sala 2017'an de hikumranî li ser civakê ferz kir û got, daraza leşkerî, Dadgeha Bilind û Dadgeha Leşkerî ne bêalî û serbixwe ne. Di referandûmê de ji bo rakirina daraza leşkerî dengê 'erê' kom kirin. Lê mixabin heman hikûmetê pêwîstî pê nedît ku di sala 2014'an de biryara dadweriya leşkerî ji Dadgeha Bilind re were dayîn û ev jî nakokiyeke cidî ye."
'HEKE KU BIRYARA BINPÊKIRINÊ BÊ DAYÎN DÊ DOSYE DÎSA BÊ VEKIRIN'
Şenses diyar kir ku piştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirinê bide dê doza Roboskiyê ji nû ve bê vekirin û ev agahî dan: “Têkoşîna me ya hiqûqî ya têkildarî Roboskiyê wê bidome. Ji bo ku ev dosye û lêpirsîn bê ceza nemîne wekî parêzer em ê bi her awayî têbikoşin. Ji ber ku ji bo binpêkirin û komkujiyên bi vî rengî yên giran rû nedin, pêwîst e kes û saziyên ku di vê komkujiyê de rol lîstine û berpirsyar in derkevin pêşberî darazê. Em hêvî dikin ku Dadgeha Destûra Bingehîn di demek nêz de serlêdana me ya duyemîn binirxîne û binpêkirinan qebûl bike. Ger Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirinê bide dê dosyeya komkujiya Roboskiyê ji nû ve bê vekirin. Serlêdana me ya li Dadgeha Destûra Bingehîn di qonaxa biryarê de ye. Ger biryareke neyînî hebe em ê dîsa dosyeyê bibin DMME'yê û vê carê jî dê DMME li ser esasê dosyeyê nîqaş bike. Ji ber ku di serlêdana yekem de li ser esasê nêrîn nehatibû girtin. DMME'yê serlêdana yekem a ku Dadgeha Destûra Bingehîn red kir ji ber kêmasiyan qebûl nekir. Lê em vê carê li benda biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn in. Lê ez dikarim bibêjim ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara “nepejirandinê” bide jî, DMME dê vê biryarê li ser esasê xwe binirxîne. Em ê vê pêvajoyê bişopînin."
'ÎKTÎDAR ALÎ DIGIRE'
Şenses anî ziman ku hikûmet alîgirê doza Roboskiyê ye û got: "Piştî 4 salan bi îmzeya Cîgiriya Wezareta Dadê teblîxat ji me re hat. Wezaretê hinceteke weke 'dosya di berjewendiya qanûnê de ye' da. Lê belê hikûmeteke hiqûqî ya ku her carê pesnê rakirina daraza leşkerî dide, ev biryar ji bo hikûmetê nakokiyeke mezin e. Hikûmet ku di her firsendê de diyar dike ku daraza leşkerî ne bêalî û serbixwe ye, ji bo dosye ji aliyê Dadgeha Bilind a sivîl ve ji nû ve bê lêkolînkirin, diviyabû rê li ber biryara Roboskiyê ya ji aliyê daraza leşkerî ve hatibû dayîn vekıra. Tişta ku rê li ber vê yekê venekir, nîşan dide ku siyaset di vê dosyeyê de alî digire. Ji ber vê sedemê serlêdana me ya ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn girîng e. Em hêvî dikin ku Dadgeha Destûra Bingehîn di vê serlêdanê de lêkolîneke pêwîst bike, binpêkirinan bibîne û rê li ber darizandinê veke."
BANGA HESTIYARIYÊ
Şenses bang li her kesî kir ku xwedî li dosyeyê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dosyeyê dişopînin, lê divê raya giştî jî di vê mijarê de hestiyar be. Ez dixwazim di vê mijarê de bang li raya giştî bikim. Ji bo ku li herêma me komkujiyên bi vî rengî dubare nebin, divê komkujiya Roboskiyê her tim bê bibîranîn. Hem ji mexdûran re û hem jî ji bo me parêzeran re piştgiriya manewî divê, da ku berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin."
MA / Zeynep Durgut - Fethi Balaman