WAN - Waniyên geşedanên sala 2023’yan nirxandin û destnîşan kirin ku polîtîkaya şer a îktîdarê bû sedema krîza aborî, bihabûna jiyanê, xespkirina maf û azadiyan.
Em ketin rojên dawî yên sala 2023’yan. Gelek bûyerên girîng li cîhan, Kurdistan û Tirkiyeyê rû dan. Di nava van de bûyera herî girîng erdheja 6 Sibatê ya navenda wê Mereş bû û zêdetirî 50 hezar kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Herwiha piştre di 14 û 28’ê Gulanê de li Tirkiyeyê hlbbijartinên giştî û yên serokkomariyê hatin lidarxistin. Dîsa li Tirkiyeyê gelek geşedanên girîng pêk hatin û binpêkirina mafan û xespkirina azadiyan de Tirkiye bêhtir paş ket. Di mijara pirsgirêka kurd de polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd dom kir û li Îmraliyê tecrîda tê meşandin kûrtir bû. Operasyonên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dom kirin. Polîtîkayên şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd bû sedema kûrbûna krîza aborî, xizanî, binpêkirina mafan, sepanên derhiqûqî, di hêla baweriyan de jî bû sedema zext û qedexeyan. Di nava sala 2023’yan zext qet kêm nebûn.
Me sala 2023'yan ji xelkê Wanê pirs kir. Waniyan jî sala bi geşedanên girîng derbas bûne ji ajansa me re nirxandin.
‘SALA KU HERÎ ZÊDE ZILM TÊ DE HATIYE KIRIN'
Ji welatiya Îrfan Sari destnîşan kir ku sala 2023’yan ji hêla aboriyê ve bû sala herî dijwar û anî ziman ku sedema vê yekê jî israrkirina polîtîkayên şer in û wiha axivî: “Şer û zilm di sala 2023’yan de gihaşt asta herî jor. Li Rojhilata Navîn jî şer berdwam kir. Di van şeran de ziyaneke mezin gihişt xelkê sivîl. Ji ber bûdçeya şer her ku çû bihabûn zêde bû."
Sari bilêv kir ku ew ji sala 2024’an bihêvî ne û wiha pê de çû: “Em dizanin dê salake dijwartir be. Dewlet çavkaniyên welat ji bo welatiyan bi kar nayîne, ji bo şer bi kar tîne. Em dixwazin sala 2024’an bibe wesîleya aştî û biratiyê. Êdî bila ev şer bi dawî bibin.”
‘KURDÎ Û GOTINA KURDISTANÊ QEDEXE YE’
Omer Satici jî da zanîn ku di sala 2023’yan de li dijî kurdan polîtîkayên çokdanînê hatin meşandin û got: “Ez li Colemêrgê dijîm û li wir tim polîtîkayên serdagirtina malan û çewisandinê tên meşandin. Kurdî û gotina peyva Kurdistanê qedexe ye. Li Filistînê qetlîam çêbûn û her kesek li kolanan vê yekê şermezar kir lê belê dema heman tişt li Rojavayê çêbû derveyî gelê kurd, dengê tu kesê derneket. Me polîtîkayên dirûtiyê herî zelal di vê mînakê de dît. Hêvî dikim sala 2024’an ji bo gelê kurd aştî û wekheviyê bîne.”
‘POLÎTÎKAYEKE DIRÛ DIMEŞÎNIN'
Bîlal Çakmak jî destnîşan kir ku krîza aborî di sala 2023’yan de bandora xwe li her qadê kir û bi bîr xist ku sala 2023’yan bi şeran derbas bû. Çakmak diyar kir bûyera herî girîng a sala 2023’yan êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî qetlîamên Filistînê bertek hatin nîşandan. Lê belê li dijî qetlîmên li Rojava hatine kirin deng dernexistin. Ev polîtîkayeke dirû ye. Rêveberên Tirkiyeyê jî dibêjin em li cem gelê Filistînê ne lê belê di her qadekê de bi Îsraîlê re din av têkiliyên bazirganiyê de ne. Anku li dijî mirinan sekneke mirovî nîşan nadin. Çi bêjin, berovajiyê wê dikin. Em jiyaneke bêyî şer dixwazin.”
‘DIVÊ GEL BIBÊJE ÊDÎ BES E’
Ji welatiyan Emrah Başurun (47) da zanîn ku daxwazên ji bo meseleya kurd ji hêla dewletê ve bi tundiyê tê bersivandin û anî ziman ku divê êdî gelê kurd ji vê rewşê re bêje “êdî bes e”. Başurun, bilêv kir ku ew di sala nû de cîhaneke bêyî şer hêvî dike û axaftina xwe wiha domand: “Em dikevin sala 2024’an lê belê hêj jî şer berdewam dikin. Em dibînin ku li her dereke xwîn û hêsirên çavan hene. Li bajarên kurdan polîtîkayên şerê taybet didin meşandin, ciwanan girêdayî madeyên hişbirê dikin. Herwiha êriş li Rojava tên kirin. Mirov bertek geşedanên li Filistînê didin lê belê dema mijar dibe kurd û Rojava bertek nîşan nadin. Nejidilbûneke wiha li welateke din tune ye. Hêvî dikim ku sala 2024’an bibe wesîleya aştiya ku em bêriya wê dikin.”
‘EZ YEKITIYA KURDAN DIXWAZIM'
Necmettîn Bal jî destnîşan kir ku bi qasî ku gelê kurd yekitiya xwe ava nekin, dê ev şer berdewam bikin û tevî xwestina bidawîbûna şer ev tişt anî ziman: “Sala 2023’yan çawa derbas bû dê sala 2024’an jî wisa derbas bibe. Ji ber şer û krîza aborî bi salan e berdewam dike. Êdî ez dixwazim kurd yekitiya xwe ava bikin. Divê em ji bo tiştên li Rojava tên kirin bibin yek. Li Rojava gelê kurd tê qetilkirin. Divê êdî ev şer bisekine. Em di sala nû de civakeke aştiyane dixwazin.”
‘SEDEM DESTHILATA HEYÎ YE
Îlhamî Aydogan (45) da zanîn ku sedema paşveçûnê li her qadê ya paşveçûnê polîtîkayên xelet ên desthilata AKP û MHP’ê ne û ev tişt anî ziman: “Kriza aborî ya îsal bi şer ve derbas bû. Sedema vê yekê desthilata heyî ye. Çavkaniyên welat ji bo tang, top û çekan hatin razandin. Zirara herî mezin jî gel dît. Niha li Rojhilata Navîn şer heye. Her kesek ji bo Filistînê rabû ser pêyan lê belê li rojavayê mirov, zarok dimirin ne xema kesê ye. Ma yên li Rojava dijîn ne mirov in. Daxwaza me sekinandina şer e.”