ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Hediye Korkût ku 28 sal in ji bo aştiyê têdikoşe got: "Weke dayikeke kurd em ê li her derê vê helwesta xwe nîşan bidin. Ez ê di temenê xwe yê mayî de jî ji bo aştiyê têbikoşim."
Polîtîkayên çewisandinê yên di dîroka komarê de li Kurdistanê hatin meşandin, bûn sedema koçkirina bi darê zorê. Bajarên Kurdistanê di îstatîstîkên bêkariyê de her tim di rêza yekem de ne û ber bi bajarên mezin ên wekî Stenbol û Îzmîrê koçberî çêbû.
Di salên 1990'î de bi şewitandin û hilweşandina gundan re nifûsa kurdan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê hêdî hêdî zêde bû û yên ku hatin van bajaran tu carî ji têkoşîna siyasî dûr neketin. Dayikên kurd bi taybetî yên li dijî şer ji bo aştiyê têdikoşin, di bin sîwana Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de ku di sala 1996'an de ava bû, têkoşînê berfirehtir kirin.
Yek ji dayikên ku di nava vê înîsyatîfê de cih girtin, ya ku li Îzmîrê hat avakirin, Hediye Korkût e. Korkût di sala 1963'yan de li gundê Dibikê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Korkût ku di 15 saliya xwe de ji ber sedemên aborî bi malbata xwe re neçar maye koçî Îzmîrê bike, bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) ku di 7'ê Hezîrana 1990'an de hat avakirin, dest bi têkoşîna xwe ya siyasî kir. Korkûtê ji bo rawestandina şer di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe berdewam kir û beşdarî Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bû ku di sala 1996’an de li dijî mirinên ji ber şer zêde bûn.
3 CARAN HAT BINÇAVKIRIN
Korkût ji salên 1990'î heta niha 3 caran dema ji bo aştiyê têdikoşiyaye hatiye binçavkirin. Korkût ku di sala 1994'an de cara ewil bi hevjînê xwe Omer Korkût re hat binçavkirin. Korkût hat berdan, lê hevjînê wê 11 mehan di girtîgehê de ma. Di 16'ê Adara 2023'yan de bi hinceta tev li hin çalakiyan bûye bi ser mala wê de hat girtin.
Korkûtê ku piştî binçavkirinê hat berdan, di "Meşa Mirovahiyê ya li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî" de ku di 6'ê Mijdara 2023'yan de jî li Taksîma Stenbolê pêk hat, hat binçavkirin û paşê berdan.
SIYASETMEDAR
Korkût ku têkoşîna xwe di nava Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de dimeşîne, di nava siyasetê de jî bi awayekî çalak cih girtiye. Korkût ku di sala 2021'ê de wekî rêveberaPartiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê xebitî, di hilbijartinên Gulana 2023'yan de ji Partiya Çepên Kesk bû namzeta parlementeriyê ya Îzmîrê. Korkût niha weke rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê dixebite.
‘EZ BI GIRÎ DIÇIM BAJARÊ XWE'
Korkûtê der barê aştî û têkoşîna siyasî de jî anî ziman ku her çi qas li welatê xwe ji dayik bûbe jî jiyana li xakên din xemgîn e. Korkûtê diyar kir ku ew naxwaze li cihekî dûrî bajarê xwe bimire û wiha got: “Em nikarin li axa xwe bi rêk û pêk bijîn. Di dilê me de her tim hesreta ji bo jiyana axa me heye. Carinan ez salê mehek an du mehan diçim bajarê xwe. Û paşê ez bi girî vedigerim."
TÊKOŞÎN
Korkûtê bi bîr xist ku dema ewil hatine Îzmîrê ji ber ku laçikên spî li serê wan bûye tim hatine vederkirin û wiha got: “Min ji laçika xwe ya spî pir hez dikir. Dema em derdiketin derve em ditirsiyan ku laçika spî bidin serê xwe. Dema ku me ew dida serê xwe henekên xwe bi me dikirin. Me bi tirkî nizanîbû, lê me ji rûyê wan fêm dikir ku henekê xwe bi me dikin. Dema em nû hatin Îzmîrê, kurd zêde nebûn. Xwendekar û ciwan hebûn. Ji me re gotin ku partî ava bûye. Wê demê HEP hat avakirin. Ez ji wê demê ve xebatên xwe yên siyasî didomînim."
‘DAYIK DIKARIN AŞTIYÊ BÎNIN'
Korkûtê diyar kir ku ew bi dirûşmeya "Bila mirov nemirin, şer bi dawî bibe” biryar daye bibe Dayika Aştiyê û wiha pê de çû: “Wê demê zarokên dayikan dihatin girtin û qetilkirin. Min biryar da ku ji bo xwîn nerije bibim dayika aştiyê. Tu kes nikare bi rondikên dayikan serkeftinê bi dest bixe. Ji bo xwîn nerije em bûn dayikên aştiyê, lê li van axan xwîn diherike. Ger doza ji bo aştiyê, doza ji bo nerijandina xwînê û doza ji bo mirov nemirin sûc be, ez ê tim vî sûcî bikim. Xwezî dayikên leşkeran werin û destê xwe bidin destên me. Dayik ji pirsgirêkên dayikan fêm dikin. Ger em mil bi mil bimeşiyana, belkî me vî şerî rawestanda. Bi vî awayî dê ciwanên me nemirana. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. A girîng li ku derê zilm hebe divê mirov li ber rabe."
Korkûtê bilêv kir ku piştî bûye dayika aştiyê xwe nas kiriye û wiha got: “Jinên kurd xwe nas kirin. Li ber zilmê serî natewînin. Ez dixwazim jin li dijî zilm û zorê serî netewînin. Ji bo aştiyê ku derê dibe bila bibe. Weke dayikeke kurd em ê li her derê vê helwestê nîşan bidin. Min heta niha temenê xwe daye vê têkoşînê. Ez ê di temenê xwe yê mayî de jî ji bo aştiyê têbikoşim."
MA / Delal Akyuz