ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bang li dewletê kir ku bi aqlêselîm tevbigere û wiha got: “Guh bidin birêz Abdullah Ocalan û pê re rûnin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya Meclisê de axivî û geşedanên dawî nirxand.
Tuncer Bakirhan ji ewil bal kişand ser cenazeyên di demên dawî de li qeraxên behrê tên dîtin û wiha got: “Li seranserî cîhanê hema hema ji sê paran yek jê penaber e. Hema hema her roj cenazeyên penaberan li qeraxan tên dîtin. Ya ku li qeraxan tê dîtin ne cenazeyên penaberan, mirovahî ye. Penaber, li welatên diçinê rastî miameleyeke dijminane tên.”
‘EM Ê WEKE KURD BIJÎN’
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser polîtîkaya dewleta tirk û ev tişt anî ziman: “Mejiyê nîjadperest û netewereperest, cîhanê ber bi agir ve dibe. Di navbera gelan de tovê dijminatiyê diçîne. Peymana civakî ya neteweperest û nîjadperest di sedsala yekemîn de bi me tevan da windakirin. Komar kete sedsala duyemîn lê hêj jî hinek derdorên nîjadperest hewl didin nasname û baweriyên cuda bêdeng bikin. Di vê çarçoveyê de êriş dikin. Em ji van re dibêjin ku di serî de em kurd, em ê sedsaleke din jî teslîmî vê zîhniyetê nebin. Em bi eşkereyî dibêjin; em tirk nînin lê pirsgirêka me bi gelên Tirkiyeyê re jî nîne. Em kurd jî dixwazin mîna hemû gelên din xwedî heman mafan bin. Em ji bo vê têdikoşin. Ev bi hezaran sala ye em li ser vê xakê ne. Kurdên li Tirkiyeyê dijîn, dixwazin weke kurd bijîn. Em zexta yekperestiyê qebûl nakin.”
BERTEK NÎŞAN DA
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan gotibû; “çeka herî mezin a li dijî pişaftinê, axaftina zarokan bi zimanê dayikê ye.” Bakirhan, ev gotin bi bîr xist û wiha bertek nîşan da: “Di berdewama hevokê de jî dibêje ji xeynî kurdan. Û dixwaze em li dijî vê bêdeng bin. Gelo çima tiştê ji bo tirkan rewa ji bo kurdan ne rewa ye? Zimanê dayikê mafê kurdan jî ye.
LI DIJÎ VÊ TABLIYÊ ÎTÎRAZA ME HEYE
Ez ê niha endeksa pêşketina sosyo-ekonomîk a Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê nîşan bidim. Li gorî vê nexşeyê, xizantî bûye para kurdan. Bêkarî jî wisa. Divê mirov vê tabloyê nîşanî wan kesên dibêjin em bira ne bide. Dema mirov li vî wêneyî dinêre dibîne bê ka ev sed sal in kurd çi dijîn. Ne tenê dijminatiyê li dijî çand û zimanê wand ikin, ji hêla aborî ve jî tî û birçî dihêlin. Li dijî vê tabloyê îtîraza me heye. Di wê baweriyê de me ku çi kurdên birûmet vê tabloyê qebûl nakin.
EM SERBILIND IN
Her wiha di demên dawî de li dijî partiya me û gelên me gotinek heye. Dixwazim bersivê bidim wan kesên me û mêtingeran di nava heman hevokê de bi kar tînin. Hem gelê kurd hem jî DEM Partî li dijî mêtingerî û emperyalîzmê ne. Her tim li dijî wan têkoşiyan û dê têbikoşin. Lê li partiyên din ên siyasî binêrin, di kevneşopiya wan de şopên emperyalîzm û mêtingeriyê hene. Şikir ku di vê mijarê de serê bilind e. Ji roja ewil heta niha em dibêjin bila Tirkiye pirsgirêka kurd li ser vê xakê çareser bike.
LIHEVKIRINA BAJAR
Li dijî pêla faşîzmê ya li Tirkiyeyê, tenê aştî û demokrasî dikare me xurt bike. Lewma banga me ji bo her kesî ew e ku hêzê bidin lihevkirina welêt. Em tenê bi lihevkirineke civakî dikarin rê li ber vê pêla neteweperestiyê bigirin. Her wiha banga me ya din ew e ku heke bi qasî misqalê jî aqilê dewletê ma be; avakirina aştiyeke civakî ye. Gefa esasî ne kurdên daxwaza mafên xwe dikin; ev derdorên nîjadperest û neteweperest in.
ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE
Heke hindik jî aliyekî aqlêselîm ê dewletê ma be, divê ev yek baş were dîtin; her cara ku deriyên Îmraliyê tên vekirin hêviya çareseriya demokratîk mezin bûye. Aramî çêbûye û rewşa aboriyê baş bûye. Divê Tirkiye li birêz Ocalan guhdar be, pê re rûne û biaxive. Birêz Ocalan dixwaze aştiyê bîne vî welatî. Divê her kes baş bizane ku yan em ê aştiya civakî pêk bînin, yan jî dê teslîmî pêla neteweperestiyê bibin. Çareseriya sedsala nû, lihevkirineke li ser esasê demokrasiyê ye. Tekane rê aştiya bi kurdan re ye. Pergaleke demokratîk, adilane û azadîxwaz e. Em ji bo vê têdikoşin.
HEKE EM BI DESTÊN HEV BIGIRIN DÊ BIKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN
Li pêşiya me hillbijartinek heye. Çendek roj berê me li 90 navendan bi tevlibûna dehhezaran delegeyan me mohra xwe li şoreşa demokrasiyê da. Me bersiv da mantiqa neteweperest û nîjadperest bê ka demokrasî çi ye. Tevî ewqas zextan jî, avêtina gavekî wiha hêjayî pîrozkirinê ye. Li hêla din hîleyên îktîdarê di meriyetê de ne. Ev mijar ne tenê peywira DEM Partiyê ye. Divê hemû derdorên demokratîk ên li Tirkiyeyê li dijî vê derkevin. Li dijî dek û dolaban em ê di roja hilbijartinê de biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin. Em tevahiya kesên tev li heramxwiriyê dibin hişyar dikin. Gelek mînak hene ku cihên me bi ferqekî biçûk qezenc kirine hilbijêr lê hatine veguhestin. Ya ku tê kirin sûcekî li dijî vîna gel e. Dê rojek were dê hesaba vê were pirsîn.
Weke mînak; ji bo hûn qeyda xwe bibin cihekî divê hûn bi xwe biçin û nasnameya xwe ya eşkere nîşan bidin. Her wiha ji bo hîn bibin hûn li wê daîreyê rûdinin an na, hewceye hûn fatûreyê bibin. Vaye ez dipirsim; gelo navnîşana bi hezaran kesan çawa hêj neçûne nifûsê tên guherandin? Di van de ne edalet ne jî wijdan heye. Me heta niha îtîrazên xwe kirine lê gelemperiya wan hatin redkirin. Em ê giliyê serokên lijneyên hilbijartinê yên bajaran bikin. Hevalên me amadekariyan dikin. Her wiha em ê giliyê midûrên nifûsan ên navçeyan bikin. Dê vêcarê her kes hesaba hîleyên xwe bide. Bawer bikin em ê di 31’ê Adarê de bi ser kevin.
ŞÎFREYA SERKEFTINÊ
Hevalên hêja; şîfreya serkeftina 31’ê Adarê lihevkirina bajar e. Em dixwazin bi rêya lihevkirina bajaran ber bi lihevkirina Tirkiyeyê ve biçin. Em ê tifaqeke demokratîk a xurt, tifaqa bajar bi lihevkirina Tirkiyeyê tacîdar bikin. Tekane çare ev e. Lihevkirina bajar, lihevkirina Tirkiyeyê modêleke demokratîk e. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku li dijî xespkirina îradeyê her kes biçe ser sindoqê. Heke em bikarin di mijara avakirina Tirkiyeyeke azadîxwaz de lihev bikin, dê bikarin dawî li vê rêveberya zilmê bînin.”