STENBOL - Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci xwest ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê bê rakirin û wiha got: "Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin."
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Di Pergala Înfazê de Civaka Sivîl (CÎSST), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û gelek baroyan di 12'ê Çileyê de ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.
Di serlêdanê de hat xwestin ku "demildest" serdana Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bê kirin. Ji bilî vê li gel Rêberê PKK'ê Ocalan demildest divê hevdîtin bi girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re jî bê kirin.
Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci der barê serlêdanê de axivî. Bakkalci got: "Wekî ku di raporên CPT'yê yên sala 2019'an de bi awayekî zelal tê pêşniyazkirin, divê demildest dawî li pêkanînên tecrîdê bê anîn."
'TECRÎD ÎŞKENCE YE'
Bakkalci destnîşan kir tecrîd ji aliyê kê tê ferzkirin bila bê ferzkirin, îşkence û muameleya xirab e.
Bakkalci destnîşan kir ku di Protokola Stenbolê ya sala 2022'yan de polîtîkayên tecrîdê wekî "îşkence" hatine binavkirin. Bakkalci Pîvanên Mandela ku standardên muameleyên têkildarî girtiyan diyar dike bi bîr xist. Bakkalci diyar kir ku tecrîd ji aliyê Pîvanên Mandela, Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Tirkiye endama wê ye, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ve wekî "îşkence û binpêkirina mafên mirovan" tê dîtin."
‘LI ÎMRALIYÊ PERGALEKE DIN TÊ SEPANDIN'
Bakkalci destnîşan kir ku tecrîda li Tirkiyeyê piştî derbeya leşkerî ya 1980'î bi awayekî sîstematîk dest pê kiriye û got: "Di sala 1991'ê de di nava Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê de wekî xaleke taybet hat danîn û her çiqas ev xal paşê hatibe rakirin jî, lê bi awayekî fiîlî dewam kir. Girêdayî vê xalê girtîgehên Tîpa F yên Bilind hatin avakirin. Piştî vê bi tîpên cuda girtîgeh hatin avakirin; ewilî bi tîp Y û herî dawî jî bi tîpa S girtîgeh hatin avakirin. Li Girtîgeha Îmraliyê rewşeke pir cuda heye. Wekî girtîgeha tîpa F tê binavkirin, lê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin."
‘DIVÊ HEVDÎTIN NEYÊN ASTENGKIRIN'
Baklacı îşaret bi qedexeyên li ser Abdullah Ocalan kir û got ku ev rewş di raporên CPT'yê de wekî "binpêkirina mafên mirovan" cih digire. Bakkalci wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cezayê dîsîplînê çi dibe bila bibe, divê pêşî li hevdîtina bi parêzer re neyê girtin. Wekî ku tê zanîn ji sala 2011'an heta 2014'an tu hevdîtin bi malbatê re pêk nehat. Di sala 2014'an de gelek caran hevdîtin pêk hatin. Heta sala 2019'an tu serdana malbatê nebû. Di sala 2019'an û 2020'î de tenê 3 serdan pêk hatin."
Bakkalci bal kişand ser binpêkirina mafan a li girtiyên din ên li Îmraliyê jî û wiha got: "Li gorî qeydên TÎHV'ê 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji sala 2015'an û vir ve bi parêzeran re hevdîtin pêk neanîne. Ev yek nayê qebûlkirin. Wekî CPT'yê di raporên xwe yên 2019'an de bi eşkere diyar kiriye, divê demildest dawî li van pêkanînên tecrîdê bê."
Bakkalci da zanîn ku liv û tevgera wan ji bo bidawîkirina li pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan e û got: "Divê ev hewldan hîn zêdetir bên xurtkirin. Ev tenê ne meseleyeke serlêdanê ye, ji bo şopandina binpêkirina mafan, belgekirin, pêşîgirtina wan e jî."
Bakkalci destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan de texrîbateke mezin heye û wiha dewam kir: "Niha di warê mafên mirovan de li cîhanê texrîbateke mezin rû dide. Lewma divê fikra rejîmeke mafên mirovan esas digire careke din derkeve pêş û ji bo pêkanîna wê çi ji destê me bê divê em bikin."
MA / Esra Solîn Dal