RIHA - Endamê OHD’ê parêzer Serdar Tum anî ziman ku fikarên têkildarî şertên tenduristiyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûrtir dibin û ji bo Girava Îmraliyê ya weke “çala reş a hiqûqê” bi nav dike banga ku ji kontrolê re bê vekirin kir.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin 35 meh in agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din tên kirin jî di bin navê cezayên “dîsiplînê” yên sîstematîk bûne de tên astengkirin. Kurd û dostên wan ên daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dikin, bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li 74 navendên cîhanê di 10’ê cotmeha 2023’yan de kampanyayeke kurewî dan destpêkirin. Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya kete meha çaran de li 106 girtîgehan di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Malbatên girtiyan û Meclisa Dayikên Aştiyê jî li gelek bajaran bi çalakiya Nobeta Edaletê tev li kampanyayê bûn. Di 22’yê çileyê de jî hezar û 330 parêzeran ji bo ku bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.
MAFÊ HEVDÎTINÊ YÊ PARÊZERAN
Yek ji serlêderan rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Serdar Tum, diyar kir kuji sala 1999’an û vir ve Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji mafê wergirtina alîkariya hiqûqî bêpar hatiye hiştin û wiha got: “Li ber alîkariya hiqûqî ya parêzeran bendek hatiye avakirin. Demekê hinceta ‘koster xerabe ye’ dihate pêşkeşkirin, îro jî bi hin cezayên disîplînê hevdîtina parêzeran tê astengkirin. Mafê me yê hevdîtinê yê ji ber qanûna înfazê heye. Em dixwazin vî mafê xwe bikarbînin. Em ji tenduristiyan girtiyan bi fikar in. Em dixwazin ewilî rewşa wan a tenduristiyê bizanin û vê fikarê ji holê rabikin.”
ÇARESERIYA DI PIRSGIRÊKA KURD DE
TUm da zanîn ku sedemeke din a serlêdana li Îmraliyê ji bo hevdîtina bi girtiyên li Îmraliyê re li Wezareta Edaletê hatiye kirin ew e ku mûxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Em difikirin ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe, pêwîst e li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin were kirin. Ji sala 1999’an ve birêz Ocalan alîkariya hiqûqî newergirtî ye. Ji bo ku em vê alîkariya hiqûqî bikin dixwazin biçin Îmraliyê. Tum, qala bandora hincetên “Koster xerabe ye” û “Cezayê dîsiplînê” ya li aborî û demokratîkbûna Tirkiyeyê kir û wiha lê zêde kir: “Di serdemên ku birêz Ocalan axivî û siyaseta Tirkiyeyê araste kir de şer û pevçûn sekinîn. Li cihên ku pevçûn lê çênebin jî budçeya şer nabe. Heke budçeya şer nebe, aramî dibe, aborî baş dibe. Tecrîdkirina birêz Ocalan, pêvajoya şer û pevçûnan afirandiye. Ev serdemên şer û pevçûnan krîzên aboriyê jî bi xwe re anîne. Civak bi tevahî berdela xerabûna kosterê û cezayên disîplînê dide.”
‘DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊ DERKETIN’
Tum ê qala çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dane destpêkirin kir, ev tişt gotin: “Greva birçîbûnê bi awayekî bidorveger berdewam dike. Tişta ku raya giştî nikare bike, girtî hewl didin bi greva birçîbûnê bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di nava çalakiyekê de ne. Yekane tişta ku divê hiqûqnas bikin; ew e ku têkildarî tecrîdê gotinekê bêjin û li dijî tecrîdê derkevin. Dema me serî li Wezareta Dadê da jî ji bo ku vê bînin ziman û gotina xwe bibêjin ev yek kir. Me ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin serlêdan kir. Ji ber ku Îmrali bûye çalereşa hiqûqê.”
‘DIVÊ CPT’Ê RAPORA XWE AŞKERE BIKE’
Tum, bi bîr xist ku CPT ya girêdayî Konseya Ewropayê rapora xwe ya têkildarî serdana dawî ya li Îmraliyê amade kiriye aşkere nekiriye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em nizanin ka li Îmraliyê îşkence heye an nîne. Tişta ku divê CPT bike ew e ku fikarên rayagiştî ji holê rabike. Divê CPT tenê raporê aşkere neke, divê Îmraliyê ji kontrolkirinê re jî veke. Divê çavdêrî bikarin bên kirin. 3 sal in agahî nayên wergirtin. Em nabêjin bila îmtiyaz ji girtiyan re bê dayîn; bila mafên wan ên heyî bên naskirin. Me ji ber vê yekê serlêdan kir. Em bang li rêxistinên hiqûqî û Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê dikin; têkildarî tecrîdê gotinekê bêjin, ji bo desthilat, Wezareta Dadê gavekê biavêje, daxwaz bikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, li dijî vî sûcî em bang li hemû raya giştî dikin ku bihestiyar bin.”
MA / Emrûllah Acar