AMED - Danişîna doza 18 rojnamegerên li Amedê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin dest pê kir.
Danişîna sêyemîn a doza 18 rojnamegerên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdat Altan ku negirtî tê darizandin û rojnameger Elîf Ungur, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn û Rohat Bulut tev li bûn. Parêzerên rojnamegeran Resûl Temûr, Rûşen SEydaoglû û Bahar Oktay jî di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek rojnameger jî ji bo piştevaniyê danişîn şopandin. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.