NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD'a ku li gelek bajaran Nobeta Aştiyê li dar xist, diyar kir ku astengiya herî mezin a pêşiya pêknehatina aştiya civakî neçareserkirina pirsgirêka kurd e.
“Nobeta Aştiyê” ku di pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bi dirûşma “Ji bo her kesî aştî” hatibû destpêkirin û her meh roja înê ya ewil tê lidarxistin, vê mehê bi daxwaza “Ji bo aştiya civakî ji tundî û cudakariyê re na” hat lidarxistin. Di daxuyaniyên li gelek bajaran hatin lidarxistin de hate diyarkirin ku astengiya herî mezin a pêşiya pêknehatina aştiya civakî neçareserkirina pirsgirêka kurd e.
ENQERE
“Nobeta Aştiyê” ku Şaxa ÎHD’a Enqereyê her meh roja înê ya ewil digire, ji bo pêkhatina aştiya civakî hate girtin. Beriya nobetê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban tev li bû de metna çapemeniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç xwend.
‘KOMARA 100 SALÎ JI PIRSGIRÊKA KURD RE NEKARÎ BIBE ÇARESERÎ’
Saraç, anî ziman ku Komara Tirkiyeyê ji cihekariyê sûdê digire, ji damezrandina komarê ve nasnameyên cuda her tim hatine vederkirin û diyar kir ku ermen, kurd, rûm, elewî hewl hate dayîn bi awayekî sîstematîk bi pişaftinê ji holê bên rakirin. Saraç di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Komên ne misilman ên di nava sînorên Komara Tirkiyeyê de dijîn, ji ber polîtîkayên cihekar ên ji dema avabûna komarê û vir ve tên meşandin, neçar man koç bikin yan jî nasnameyên xwe veşêrin. Kurdên ku li gel her cure zext û zordariyê parastina ziman û nirxên xwe yên çandî dikin ev sed sal in ji bo temînata hiqûqî ya maf û azadiya xwe têdikoşin. Pirsgirêka kurd bi vî alî ve yek ji pirsgirêkên bingehîn ku komara sed salî nekarî jê re bibe çareserî ye. Binpêkirin ji ber polîtîkayên cihekariyê ne.”
‘CIHEKARÎ LI PÊŞIYA AŞTIYA CIVAKÎ ASTENG E’
Saraç, axaftina xwe wiha domand: “Polîtîkayên cihekariyê ku ji destpêka komarê ve hene, ji sala 2015’an ku çareseriya demokratîk a meseleya kurd hate xetimandin ve didomin. Di pêvajoya 10 salan de rêyên siyaseta demokratîk hatin girtin, zext û qedexeyên li ser zimanê kurdî zêde bûn, Tirkiye ji bo komên weke “yên din” tên dîtin, bûye welatekî ku xwe di ewlehiyê de hîsnekin. Yek ji sedemê van polîtîkayan ku evqas dirêj bidomin jî aqlê siyasî yê desthilat û muxalefetê yê înkar, asîmîlasyon û yekperestiyê ye. Em weke parazvanên mafên mirovan dizanin ku cihekarî li pêşiya têkoşîna mafên mirovan û pêkhatina aştiya civakî astengiya herî girîng e.”
AMED
Şaxa ÎHD’a Amedê Nobeta Aştiyê li avahiya komeleyê domand. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin û navçeyan, Dayikên Aştiyê, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hewldana 78’an piştgirî da nobetê. Di nobetê de metnê çapemeniyê yê hevpar Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz xwend.
Pişt re Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz ê axivî, wiha got: “Gelê Kurdistanê aştiyê dixwaze û ji duh ve dengê aştiyê li Kurdistanê ji du baskan dest pê kir û dê heta Amarayê berdewam bike.” Gurbuz, destnîşan kir ku heta deriyên Îmraliyê venebin dê azadî neyê û wiha got: “Dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk hat gel dê azad bin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye bandorê li hemû girtîgehan û civakê dike. Em tecrîdê qebûl nakin. Em ê birêz Abdullah Ocalan jî bajarên xwe jî azad bikin.”
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcakê jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a berdewam dike û got: “Têkoşîna azadiyê ya di sibatê de dest pê kir, em ê bi hilbijartinan tacîdar bikin.”
MÊRDÎN
Şaxa ÎHD’a Mêrdînê di çarçoveya Nobeta Edaletê de li avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da. Beriya Nobeta Aştiyê ya gelek endam û rêveberên komeleyê beşdar bûn de daxuyanî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Abdulvahap Bakiş ve hate xwendin.
WAN
Şaxa ÎHD’a Wanê jî nobet li avahiya xwe pêk anî. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sînan Çîftyurek û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr tev li bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê Firat Dûrmaz ê di daxuyaniya beriya nobetê de axivî, diyar kir ku ji bo aştiya civakî pêk were, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek ê pişt re axivî, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e û destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên di zindanan de neyên berdan dê aştî neyê welat.
EDENE/MÊRSÎN
Gelek parazvanên mafên mirovan û rêveberên DEM Partiyê tev li Nobeta Aştiyê ya Şaxa ÎHD’a Edeneyê girt bûn. Di daxuyaniya beriya nobetê de metna çapemeniyê Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş ve hate xwendin.
Di Nobeta Aştiyê ya Şaxa ÎHD’a Mêrsînê de jî metna çapemeniyê bi kurdî û tirkî hatin xwendin. Metna kurdî rêvebera Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Şukran Aktaş, metna tirkî jî endamê Komîsyona Li dijî Cihekarî û Nijadperestiyê Îlhan Kiliç xwend
HATAY / ANTALYA
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî Nobeta Aştiyê li konteynirê de girt. Di daxuyaniyê de metna çapemeniyê ya hevpar ji aliyê Hevserokê Şaxa Îskenderûnê Coşkûn Selçûk xwend. Di nobeta li Şaxa ÎHD’a Antalyayê de hate girtin jî metna çapemeniyê endamê MYK’a ÎHD’ê parêzer Mahîr Onal xwend.
COLEMÊRG
Bajarekî din ku ÎHD “Nobeta Aştiyê” lê didomîne jî bû Colemêrg. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” Meşa Mezin a Azadiyê dan destpêkirin serdana nobetê kirin.
Yek ji meşvanan parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Dûnt Ayan, bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Pirsgirêka herkesên li Tirkiye û Kurdistanê dijî tecrîd e. Li dijî feraseta pergaleke zordar heye. Di destê wan de mifteya zindanan, di destê me de jî mifteya aştî û berxwedanê heye. Heta ku tecrîd were rakirin û aştî were vî welatî em ê têbikoşin”
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû jî wiha got: “Deynê stuyê me ye ku em tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan û hemû girtîhan tê pêkanîn rakin. Dem dema mezinkirina têkoşîna yekgirtî ye.”
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çaprazê jî qala binpêkirinên mafan ên diqewimin kir û wiha got: “Polîtîkayên cihekariyê ku ji destpêka komarê ve hene, ji sala 2015’an ku çareseriya demokratîk a meseleya kurd hate xetimandin ve didomin. Di pêvajoya 10 salan de rêyên siyaseta demokratîk hatin girtin, zext û qedexeyên li ser zimanê kurdî zêde bûn.”