Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!

  • rojane
  • 10:18 11 Sibat 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Têkildarî 9 kesên li navçeya Midyadê di bin çavan de hatine windakirin di sala 2012’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin û bi hinceta “delîl nehatin dîtin” biryara demborînê hate dayîn. 
 
Welatiyên bi navên Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn, Tevfîk Ay, Mehmet Emîn Atug, Şukru Demîr, Hîznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr di navbera salên 1994 û 1996’an de li navçeya Midyad a Mêrdînê di bin çavan de hatin windakirin. Têkildarî windakirinê di sala 2012’an de derheqê Fermandarê Qereqolê yê demê Hîlmî Kahraman û binevserên bi navên Mehmet Ziya Odabaş, Metîn Çetîn, Mûrat Sevîm û Adem Kiliç lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de biryara “demborînê” hate dayîn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di 27’ê mijdara 2023’yan de biryara “bêrayetiyê” dabû û dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re şand. Serdozgeriyê jî tavilê di 5’ê kanûna 2023’yan de ji bo lêpirsînê biryara “demborînê” da. Di biryarê de hat îdiakirin ku têkildarî mirina 9 kesan “tu delîl nînin.” 
 
DOSYA HATE GIRTIN
 
Yek ji xalên balkêş ên di biryara serdozgeriyê de jî ev îfadeye bû: “Agahiyekê piştrast nîne bê ka ev kes dijîn yan na. Dibe ku ev şexs tev li rêxistina terorê bibin û ji hêla wan ve hatibin kuştin.” 
 
Dozger, biryara “bêyaretiyê” ya di demên berê de hatiye dayîn bi bîr xist û guh neda gilî û îfadeyên têkildarî kuştina van 9 kesan a ji hêla leşkeran ve. Dozger, têkildarî lêpirsîna ku “ev 9 kes ji hêla PKK’ê ve hatine kuştin” jî wiha got: “Ji bo doza cemaweriyê were vekirin tu delîlên şênber nehatine dîtin ku ev kes ji hêla rêxistina terorê ya PKK/KCK’ê ve hatibin kuştin.” 
 
Dozgeriyê, diyar kir ku lêpirsîna derheqê windakirina 9 kesan a di bin çavan de dikeve ber demborînê ya 20 salan û wiha domand: “Ji ber ku qanûna hejmar 765 leha wê ye lewma divê pê were kirin, di çarçoveya dosyayê de rewşekî ku demborînê bide sekiandin çênebûye û bi vê boneyê jî di çarçoveya qanûna hejmar 765’an de tê fêmkirin ku dosya di sala 2015’an de ketiye ber demborînê.” Bi vê yekê re jî biryara betalkirina dosyayê da. 
 
 
PARÊZER KUZU: ENCAMA POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ YE
 
Parêzer Erdal Kuzu ku li ser navê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê dosyayê dişopîne, got ku di pêvajoya lêpirsînê de şahidên derketin holê, delîlên hatine bidestxistin, îfadeyên gilîkeran, îfadeyên mexdûran, nasnameyên faîlan û dozên ji ber sûcên ku di demên piştre hatine kirin hatine vekirin delîlên şênber in. Kuzu, anî ziman ku delîlên heyî ji bo vekirina dozê bes bûn û wiha domand: “Dozgeriyê di fezlekeyê xwe ya berê de îdia dikir ku ev 9 kesên di bin çavan de hatine windakirin tev li PKK’ê bûne. Lê li xwe mikûr hat ku ji bo vê îdiaya xwe delîleke şênber nedîtiye. Ji windakirina van 9 kesan fermandarê qereqolê yê demê û leşkerên bi wî re berpirsyar in. Di vê mijarê de bi dehan delîl û îfadeyên gilîker û şahidan hene. Lê dozgeriyê berê lêpirsînê da aliyekê din. Tevî ku gihiştin wî tiştê me ji destpêkê ve digot jî, lêpirsîn bi dawî kirin. Ev biryar, encama polîtîkaya necezakirinê ye ku Tirkiye li dijî kurdan 100 sal in didomîne. Em ê dosyayê bişopînin. Dê îtîrazên pêwîst jî ji bo dadgeha jor bikin.” 
 
GEŞEDANÊN DI DOSYEYÊ DE
 
Têkildarî windakirina Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatif Şahîn, Tevfîk Ay, Mehmet Emîn Atûg, Şukru Demîr, Hiznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr yên li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di navbera salên 1994-1996'an de di binçavan de hatin windakirin, der barê Fermandarê Qereqolê Hîlmî Kahraman, efser Mehmet Ziya Odabaş, Metîn Çetîn, Mûrat Sevîm û Adem Kiliç de  di 30'yê Çileya 2012'an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Dosye di sala 2014'an de bi biryara "bêrayetiyê" ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hat şandin. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê di sala 2020'î de derpêş kir ku "dibe ku her 9 kes tev li nava PKK'ê bûbûn" û biryara "bêpeywiriyê" da û dosyeyê ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şand. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî di 27'ê Mijdara 2023'yan de bi heman hincetan biryara "bêrayetiyê" da û cardin dosyeyê ji Serdozgeriya Komarê reşand. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ya ku dosyeyê şand Midyadê, di 5'ê Kanûna 2023'yan de bi hinceta "dem di ser re derbas bûye" biryara "neşopandinê" da. 
 
ÇÎROKA WINDAYAN
 
Di 18'ê Çileya 1996'an de Abdûllatîf Şahîn ji mala xwe ya li gundê Estel a Mîdyadê çûye Qereqola Cendirmeyan a Midyadê ku ji bo îfadedayînê bang li wî kiribûn. Dema ku çûye qereqolê û xeber jê nehatiye girtin, malbata wî jî ji bo li aqûbeta wî bipirse çûye qereqolê. Qereqol ji malbatê re gotiye, "Me ew serbest berda. Ge rnehatibe malê, nexwe tev li PKK'ê bûye." Keyayê wê demê jî ji bo aqûbeta Şahîn hîn bibe serî li gelek saziyên fermî dide. Lê belê bi rêya telefonê ji Qereqola Cendirrmeyan a Midyadê jê re tê gotin ku "Dest ji aqûbeta vî kesî berde yan na dê dawiya te jî wekî ya hevalê te be." Ji ber vê keya dest ji lêgerîna xwe ya fermî berdide, lê malbata Şahîn dest jê bernade. Piştî wextejê malbat jî ji ber gefan koçî Dîlokê dike. 
 
4 MERIV HATIN WINDAKIRIN
 
Xizmên Mehmet Emîn Atûg, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr û Şakir Demîr ên li gundê Kerşafê yê Mîdyadê, di 14'ê Gulana 1995'an de Fermandarê Qereqola Navendî ya Cendirmeyan a Midyadê Hilmî Kahraman ve bi hinceta zarokên wan tev li PKK'ê bûne, gazî wan dike ku bên qereqolê. Her 4 kes ku bi xizmekî xwe, keyayê gund Hasan Dûrû û 2 azayên keya re diçin qereqolê, li vir ji aliyê fermandarêê qereqolê Hilmî Kahraman û efser Mehmet Ziya Odabaş û Metîn Çetîn ve dikevin ber lêpirsînê. Danê êvarê Mehmet Emîn Atûg, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr û Şakir Demîr piştî ku belgeya fermî îmze dikin tên berdan. Pişt re keya û 2 gundî tên berdan. Keya û yên pê re ji ber ku bûye dereng, vedigerin Midaydê. 
 
Li gorî îfadeyên gundiyên ku bûne şahidên bûyerê, Atûg, Bîlmen û Demîr piştî ku bi qasî kîlometreyekê ji qereqolê bi dûr dikevin, bi darê zorê li wesayîta leşkerî tên siwarkirin. Roja din gundê Kerşafê ji aliyê leşkeran ve tê dorpêçkirin. Xanî bi çekên giran tên gulebarankirin. Leşker li gundiyan dixin û hemû tiştên wan dişikînin. Dema Mehmet Emîn Atûg, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr û Şakir Demîr nayên malê vê carê hevjînên wan serî li Qereqola Navendî ya Cendirmeyan a Midyadê didin. Lê belê ji wan re tê gotin ku mêrên wan hatine berdan. Ji her çar kesan careke din tu xeber nehat girtin. Malbatên ku li windayên xwe digerin jî rastî tundî û gefan tên. Îfadeyên şahidan û delîlên tesbîtkirî piştî bûyerê bi 18 salan hatine qeydkirin.
 
HUSNÎ ÇANKAYA
 
Husnî Çankaya yê ku di sala 1995'an de li navçeya Kercewsê ya Elihê di serdegirtina malê de tevî hevjîna xwe Adle Çankaya ji aliyê cendirme û cerdevanan ve tê binçavkirin, wan dibin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Midyadê. Husnî Çankaya li Fermandariya Cendirmeyan a Midyadê li ber çavên hevjîna xwe Adle Çankayayê rastî îşkenceyê tê. Ji Adle Çankayayê re ku piştî 3 rojan sewqî Serdozgeriya Komarê ya Midyadê tê kirin û tê berdan, dibêjin wê hevserê wê Husnî Çankaya piştî 5 rojan bê berdan. Lê piştî vê tu xeber ji Husnî Çankaya nayê girtin. Nêzî hefteyekê bi şûnde li gundekî nêzî Midyadê cenazeyên du mêran tên dîtin. Bi vê xeberê re malbat jî diçe gund. Lê belê gava gundî diyar dikin ku cenaze ji aliyê cendermeyan ve hatine birin, êdî ne xeber ji cenazeyan ne jî ji Husnî Çankaya tê girtin.
 
NÎHAT AYDOGAN 
 
Di Mijdara 1994'an de cerdevan û cendirme diavêjin ser gundê Mizizex ê navçeya Midyadê. Dema ku bi lez li derî tê xistin, hevjîna Nîhat Aydogan Halîme Aydogan dibêje qey cîranên wan in û diçe derî vedike. "Kemalê Serxweş" yê ji gundê Serdêfe ku tim gefê li malbatê dixwazr jî di nav de 20-30 cendirme û cerdevab, li ber çavên zarokên wî li Nîhat Aydogan dixein û wî ji malê derdixin. Dest û çavên Nîhat Aydogan girêdidin û wî li ser çikan didin rûniştandin. Ji ber vê tundiya leşkeran keça Aydogan a 12 salî ditirse û lal dibe. Nîhat Aydogan ewil şandine qereqola cendirmeyan a navçeya Midyadê û piştre jî şandine Fermandariya Navendî ya Mêrdînê. Li Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Mêrdînê Nîhat Aydogan 15 rojan rastî her cure îşkenceyê tê. Piştî 15 rojan cendirme telefonê didin Aydogan û jê re dibêjin telefonî keyayê gund bike. Aydogan telefonî keyayê gund dike û dibêje, "Ez berdam, ez ê bêm malê." Lê piştî vê telefonê careke din tu xeber ji wî nayê girtin. Halîme Aydogan a ku xeberê ji hevjînê xwe nagire, serî li Fermandariya Navendî ya Cendirmeyan a Mêrdînê dide. Cendirme jê re dibêjin, “Me mêrê te berda, çûye çiyê, here li çiyê lê bigere”. Halîme Aydogan ji bo aqûbeta hevserê xwe, bi awayekî nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Midyadê dide. Lê aqûbeta Aydogan nehat hînkirin. 
 
ŞEHMUS EROGLÛ
 
Şehmûs Eroglû di sala 1930’î de li gundê Batê yê navçeya Midyadê hatiye dinê. Zewicandî û bavê 7 zarokan bû. Ji ber zextên leşker û cerdevanên ku gelek caran avêtine ser gund, cerdevantî lê hatiye ferzkirin. Di serdegirtinan de li gund bi birayê xwe re tê binçavkirin û piştre serbest tê berdan. Malbata Eroglû di encama zextan de dest ji gund berdide. Şehmûs Eroglû tevî malbata xwe koçî navenda Êlihê dike û çend salan li vir dimîne. Di 21'ê Îlona 1995'an saet di 00.00'ê de di encama serdegirtina malê de ya ji aliyê cerdevan û leşkeran ve, Şehmus Eroglû tê binçavkirin û wî tînin Mêrdînê. Piştî bûyerê hemû hewldanên malbata wî yên ji bo dîtina wî bê encam dimînin. Rayedaran ne serdegirtina malê ne jî binçavkirinê qebûl kirin. Hin şahidên bûyerê ên pê re hatine binçavkirin diyar kiribûn ku Şehmûs Eroglû di dinçavan de maye, îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û piştre hatiye berdan. Dîsa li gorî îfadeya hin şahidên li Midyadê, di roja ku hatiye gotin hatiye berdan de, ew li wesayîteke tîmên taybet hatiye siwarkirin. Piştî ku Şehmus Eroglû hat binçavkirin, hew xeber jê hat girtin. 
 
TEVFÎK AY
 
Sercerdevan Tevfîk Ay ku li gundê Zıyaretê yê Midyad dima, JÎTEM'ê xwestiye wî ji bo kuştinên kiryar nediyar bi kar bîne. Lê Tevfîk Ay nêzî Albay Ridvan Ozden bûye ku Ozden di înfazeke navxweyî de jiyana xwe ji dest dabû. Ay, tevî hemû zextan jî daxilî nava pergala JÎTEM'ê ya li herêmê nabe. Di 17'ê Çileya 1995'an de Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Bajaroka Epşê telefonî Ay dike û jê dixwaze ku were qereqolê. Lê ji Tevfîk Ay ê ku ji bo biçe qereqol ji mal derket hê jî tu xeber nehatiye girtin. Malbata wî gava xebe rjê nagire piştî çend rojan diçe qereqolê û li aqûbeta wî dipirse. Lê peywirdarên li qereqolê dibêjin, "Nehatiye qereqolê û me gazî wî nekiriye." Dikandarê li hemberî qereqolê gotibû ku wî bi çavê xwe dîtiye ku wê rojê Tevfîk Ay çûye qereqolê. Piştî vê gava serî li saziyên fermî tê dayîn, dikandar dest ji şahidiyê berdaye. Ji 17'ê Çileya 1995'an ve tu xeber ji Tevfîk Ay nehatiye girtin. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

11/02/2024
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin