STENBOL - Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz da zanîn ku şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê li dijî hiqûqê ne û li gorî biryarên DMME'yê divê 25 salên girtina wî ji nû ve bê nirxandin. Sarsilmaz got: “DMME'yê diyar kir ku ev heyam herî zêde 25 sal e. 25 sal derbas bûn û şert û mercên ji bo azadiya birêz Ocalan çêbûne."
Komploya navneteweyî ya ku bi derketina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an bi radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê dewam kir, ket sala 26'an. Ji Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin 35 meh in tu xeber nayê girtin. Hemî hewldanên parêzeran û malbatê jî hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nayê kirin.
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Bedîrhan Sarsilmaz, pergala hiqûqa Îmraliyê, rejîma înfazê û rengvedanên wê yên civakî nirxandin.
‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQEKE ÎSTISNAYÎ TÊ SEPANDIN'
Sarsilmaz anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê rêbazeke îşkenceyê ye û di vê heyamê de veguheriye bêpêwendiyeke mutleq û got ku wekî parêzer nikarin ji bo vê rewşê pênaseyeke hiqûqî bikin. Sarsilmaz got: “Binêrin, em behsa rewşeke ku 35 meh in ji hikumxwarekî tu xeber nayê girtin dikin. Em dizanin ku beriya wê jî di navbera salên 2011-2019’an de 8 salan hevdîtina parêzeran a bi birêz Ocalan hatibû astengkirin. Qanûna înfazê eşkere ye, xala 25'ê ya qanûna înfazê mafê her hikumxwarî yê hevdîtina bi malbatê re di xwe d edihewîne. Di xala 59'an a heman qanûnê de hevdîtina hikumxwaran bi parêzerên xwe re jî hatiye tertîbkirin. Em dibînin ku li dijî van rêgezên qanûnî yên zelal, hevdîtina birêz Abdullah Ocalan a bi malbatê û ya jî bi parêzeran re tê astengkirin. Ji bo wî hiqûqeke îstisnayî tê sepandin."
Sarsilmaz bal kişand ku tecrîda li Îmraliyê ya 25 sal in tê meşandin rasterast bandorê li rejîma înfazê dike û got: “Mînak hemû hevdîtinên birêz Abdullah Ocalan ên ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve bi parêzerên xwe re ji aliyê dewletê ve tên qeydkirin. Me rengevdana vê yekê ya di qanûna înfazê de çawa dît? Di sala 2016’an de bi Rewşa Awarte re rêzikname guherî ku di hin şert û mercan de hevdîtinên parêzeran dikarin bên qeydkirin. Dema ev ji bo birêz Abdullah Ocalan hat sepandin, kesî deng dernexist lê niha ji bo hemû hikumxwaran tê sepandin."
‘ŞERT Û MERCÊN BERDANA BI ŞERTÎ ÇÊBÛNE'
Sarsilmaz diyar kir ku şert û mercên girtina Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî û navxweyî ne, lê Tirkiyeyê heta niha di vê mijarê de tu gav neavêtiye û wiha got: “Bi kûrbûna pergala tecrîda li ser birêz Ocalan re, em dibînin biryaêrn binpêkirinê yên der barê wî de jî nayên sepandin. Di dadgehê de di sala 1999 de cezayê îdamê lê hat birîn û piştre jî li gorî rêziknameya xala 17 a qanûna têkoşîna li dijî terorê heta hetayê cezayê girtîgehê lê hat birîn. Em dibêjin ku ev rewş bi serê xwe ne hiqûqî ye. DMME’yê di biryara xwe ya di sala 2014’an de der barê birêz Abdullah Ocalan de sererastkirine çêkir û diyar kir ku ev rewş mafê hêviyê binpê dike û ev rejîma înfazm ya giran binpêkirina ‘qedexekirina îşkenceyê’ ya di xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de ye. Dîsa der barê vê de biryara DMME’yê ya Vinter v. ya Qiraliyeta Yekbûyî heye. DMME'yê di vê biryarê de nirxand ku divê statuya mehkûmiyetê piştî wextekê di ber çavan re bê derbaskirin û dema vê jî herî zêde 25 sal in."
Sarsilmaz got: “DMME'yê diyar kir ku ev heyam herî zêde 25 sal e. 25 sal derbas bûn û şert û mercçn ji bo azadiya birêz Ocalan çêbûne."
POLÎTÎKAYÊN ŞER Û TECRÎDÊ
Sarsilmaz bal kişand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan rasterast bi xitimandina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û got: “Kesê sereke yê ku dê di çareseriya pirsgirêka kurd de rola xwe bilîze birêz Ocalan e. Sedema ku tecrîda li ser wî kûr bûye, ji ber bijartina polîtîkayên şer e. Her cara ku dengê birêz Ocalan gihaştiye raya giştî wî ragihandiye ku ew dikarin vê meseleyê bi rêyênd emokratîk çareser bikin û gavina bavêjin."
Sarsilmaz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kûrbûna tecrîda Îmraliyê ne tenê li gelê kurd, li hemû gelên li welêt û piştre jî li yên tevahiya Rojhilata Navîn bandor dike. Kûrkirina tecrîdê polîtîkaya dewletê ye û her ku ev tecrîd sîstemê kûr dibe û israra di şer de didome, krîz rû didin. Ev ew encam e ku dixwazin bi polîtîkaya şer meseleya krud çareser bikin."
MA/ Îbrahîm Irmak