AMED - Danişîna rojnamevan Sofya Alagaşê bi hinceta ‘temamkirina kêmasiyan’ hate taloqkirin.
Danişîna 3’yemîn a doza derbarê Midûra Karên Nivîsê ya JINNEWS’ê Sofya Alagaşê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li 5’emîn Dadgaha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Şûna Alagaşê, parêzerê wê Gulistan Ataş di danişînê de amade bû.
Dozger û parêzer daxwaza temamkirina kêmasiyên dosyeyê kirin.
Dadgehê biryar da ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û danişîn taloqî 11’ê hezîranê kir.