ÊLIH - Dayika rojnamevan Cengîz Altûn ê beriya 32 salan li Êlihê hatiye qetilkirin, Turkan Altûn, anî ziman ku kevneşopiya Çapemeniya Azad a li ber xwe dide li dijî feraseta kûjer pênûsê lawê wê li erdê nehişt û wiha got: “Ji wê rojê û vir ve bi hezarna Cengîz mezin bûn.”
Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn dema di 24’ê sibata 1992’yan de li Êlihê diçû nûçeyê ji aliyê Hîzbûllahê ve hate qetilkirin. Tevî bi ser qetilkirina Altûn re 32 sal derbas bûn jî hêj faîlên wî nehatine dîtin. Malbata Altûn a hêviya xwe ji hiqûqa navîn birî, beriya 2 salan dosya veguhest Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
Altûn ê di 9’ê tîrmeha 1968’an de li navçeya Kercews a Êlihê hate dine, dibistana seretayî, navîn û lîse li vir xwendin. Altûn pişt re di sala 1990’an de Beşa Motorê ya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Êlihê qezenc kir. Dema xwendekariya zanîngehê ya Altûn didomiya, di sala 1991’an de dest bi belavkirina rojnameya Yenî Ulkeyê kir.
BI BARANDINA GULEYAN A ÇEP Û RAST HATE QETILKIRIN
Serdema Altûn dest bi belavkariya rojnameyê kir, serdemeke ku êrişên kontrgerîlayan zêde bûn. Ji ber vê yekê Altûn ê her tim gef lê dihatin xwarin, li dijî gefxwarinan serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dabe jî tu encam bi dest nexistin. Altûn piştî ku bi ser serlêdana wî ya dawî re 3 meh derbas bûn, dema di 24’ê sibata 1992’yan de ji bo biçe buroya rojnameyê saet di 08.15’an de li ser Cadeya Mehtapê dimeşiya bi awayekî çep û rast gule lê hatin barandin. Faîl ji cihê bûyerê reviyan û Altûn jî bi awayekî birîndar rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.
ÇEKA KU ALTÛN PÊ HATE QETILKIRIN HATE DÎTIN
Salekê piştî cînayetê tîmên Miduriyeta Polîsan a Amedê li Xaçerêya Ovabag a li ser rêya Amed û Mêrdînê nasname kontrolkirin, li ser Îsmaîl Emsen demanceyeke bêrûhset hate girtin. Di lêkolîna balîstîk a hate kirin de hate diyarkirin ku hin guleyên ku Altûn kuştine ji vê çekê derketine. Îsmaîl Emsen ê îfadeya wî hate wergirtin, got ku alîgirê Hîzbûlahê ye û ji bo ku xwe biparêze demance ji birayê xwe Metîn Emsen wergirtî ye.
CÎNAYET NEHATE LÊKOLÎNKIRIN
Emsen ê şûna sûcê cînayetê ji sûcê “ji ber çeka bêruhset pê re bû” hate girtin, şandin Girtîgeha Amedê. Polîsan ne birayê wî Metîn Emsen ê got ku demance jê girtiye binçavkirin ne jî derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin. Emsen piştî demekî kurt hate berdan. Di rapora ku Serokê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê Kûtlû Savaş têkildarî “Qezaya Susurlukê” ku tê de têkiliyên dewlet-siyaset-mafyayê hatin aşkerakirin, amade kir de kuştina Altûn tevî rojnamevanên din ên li herêmê hatin kuştin jî cih girt.
NE ÎŞKENCEYÊ NE JÎ GEFAN TU TIŞTÎ EW NEQUTİFAND
Dayika Altûn, Turkan Altûn a 76 salî, anî ziman ku feraseta ku lawê we qetil kir niha hevkarê desthilatê ye. Dayik Altûn da zanîn ku lawê wê di temenê biçûk de li dijî zext û zilmê li ber xwe da û wiha got: “Dema li Kercews, Êlih, Amed û Sêrtê hate binçavkirin, îşkenceyeke zêde lê kirin. Lê li ber xwe da û bi paş ve gav neavêt.” Dayik Altûn anî ziman ku lawê wê ji bo zextên li dijî gelê kurd tên kirin derxîne holê rojnamevanî hilbijart û wiha berdewam kir: “Dema ji Mîdyadê vegeriya wêneyê kesekî du lingên wî nebûn nîşanî min da û got ‘Dayê binêre lingên vî kesî di bin çavan de birîne û îşkence li malbata wî kirine.’ Carekê jî alîgirên Hîzbûlahê li ber çavên hevjîna wî îşkence li meleyekî kiribûn. Nûçeya wî jî çêkiribû. Li kuz ilmek zextek hebûya li wir bû û nûçeya wê çêdikir.”
Altûn, bi bîr xist ku her tim gef li lawê dihatin xwarin û wiha lê zêde kir: “Gefên li dihatin xwarin bi me re parve nedikirin. Kesên bi telefonê lê digeriyan digotin ‘em ê guleyan li guh û devê te bibarînin’ Tevî gefan jî serê sibê derdiket û diçû nûçeyan. Difikirî ku heke bisekine dê doza wî kêm bimîne. Girêdana wî ya rojnamevaniyê zêde bû. Ji bo vê yekê hemû bedel li ber çavan girtin. Îşkenceyan û gefan ew nequtifandin.”
‘LAWÊ MIN Ê DELAL BI NEMERDÎ QETILKIRIN’
Dayik Altûn, kêliya qetilkirina lawê xwe bi van gotinan vegot: “Di sibeya êvara ji Mîdyadê hat bi lez û bez du pariyên nan xwarin û ji malê derket. Ez heta ber derî çûm û jê re got were xwarina xwe baş bixwe. Lê ew bi eşqa nûçeyan a di dilê wî de beziya û çû. Piştî çend saetan têkildarî qetilkirina wî agahî hat. Min qêrîna cîranên me bihîst. Hemûyan bi gotina ‘rojnamevanê me, Cengîzê me hate kuştin’ diqêriyan. Min jî bi gotina ‘Tiştekî wisa nabe, tiştekî wisa nabe’ qîr kir lê çêbibû. Ew roj û ew deng ji aqlê min dernakevin. Lawê min ê delal qetil kiribûn, di nava xwînê de hiştibûn, bi nemerdane qetil kiribûn. Hemû Êlih xwedî li cenazeyê lawê min derket. Ji 7 salî heta 70 salî hemû gel herikî bû cenazeyi. Xwedî li têkoşîna lawê min derketin. Vê xwedî derketinê cesaret da rojnamevanan û kujer jî tirsandin. Ji wê rojê ve bi hezaran Cengîz mezin bûn.”
Dayik Altûn, diyar kir ku kujer bizanebûn nehatin dîtin û got: “Dema kujer dibin kurd hesab nayê pirsîn.” Altûn, bertek nîşanî nedîtina faîlan da û da zanîn ku ji serlêdana li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye kirin ew bi hêvî ne. Altûn, anî ziman ku feraseta wê rojê lawê qetil kir bi hevkariya AKP’ê, MHP’ê û HUDA-PAR’ê yek bi yek hatin berdan û anî ziman ku kevneşopiya Çapemeniya Azad a li ber xwe dide li dijî feraseta kûjer pênûsê lawê wê li erdê nehişt.
MA/ Fethî Balaman