STENBOL - Bi hezaran kes diherikin “Mîtinga Azadî û Demokrasiyê” ya li Esenyurtê tê lidarxistin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê bi mebesta piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 36 meh in tu agahî jê nayên girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatibû lidarxistin, li Esenyurt a Stenbolê “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” li dar dixe. Ji niha ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê.
BI HEZARAN KES DIHERIKIN QADA MITÎNGÊ
Hêj ji bo mitîngê dem ma ye lê bi hezaran kes bi flamayên bi rengên kesk, sor û zer ber bi qada mitîngê ve diherikin. Li cihê mitîngê coşeke mezin heye û bênavber tililî tên avêtin û girse li çepikan dide. Gelek welatî bi cil û bergên kurdî tev li mitîngê bûn. Welatî ji du noqteyên cuda yên polîsan danîne dikevin qada mitîngê. Li qada mitîngê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" tên berzkirin. Her wiha flamayên DEM Partiyê li qada mitîngê li ba ne.
Li qada mitîngê coşeke mezin heye û qad hêdî hêdî tije dibe. Welatiyan li ber stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê û stranên kurdî xelekên govendê gerandin.
JI 39 NAVÇEYAN BI KONVOYÊ TÊN
Li hêla din, ji 39 navçeyên Stenbolê welatî ber bi qada mitîngê ve bi wesayîtan ketin rê. Konvoyên ku ji sedan wesayîtan pêk tên, diherikin qada mitîngê.