Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin

  • rojane
  • 16:36 25 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi deh hezaran kesên tev li mitînga “Azadî û Demokrasiyê” bûn silav kir, xwest Girtîgeha Îmraliyê were girtin û wiha got: “Em dikarin jiyaneke wekhev û hevpar bi hev re ava bikin.” 
 
“Mitînga Azadî û Demokrasiyê” ya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li Qada Esenyurtê li dar dixe bi coşeke mezin didome. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitîngê de axivî û girse bi kurdî û erebî silav kir. 
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike û ev tişt anî ziman: “Heke îro ciwanên me bi rêyên koçberiyê ketibin, heke nekarin bên gel hev û qada civakî û çandî parve bikin, divê em bizanin ku ciwanên me azad nînin û di tecrîdê de ne. Heke karkerên li febrîqeyê îro nekarin pariyeke nan bibin malên xwe, heke nekarin grevê bikin, divê em bizanin ku di tecrîdê de ne. Divê em bizanin ku rakirina tecrîdê ne tenê pirsgirêka gelê kurd e. Pirsgirêka tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Em li vê qadê bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin; werin em bi hev re vê pergala tecrîdê ji holê rakin. Tecrîdê tê wateya derhiqûqtiyê. Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd.” 
 
'WERIN EM PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari got ku divê tecrîd were rakirin û wiha pê de çû: “Ev gotinên me hem ji boo kesên li qadê hem jî ji bo rêveberên welêt e; gelo mirinên di nava van 40 salên dawî de bûne çareserî? Nebûn çareserî. Ma şer bû çareserî? Nebû. Ma qedexekirina zimanê kurdî bû çareserî? Nebû. Ma daxistina tabelayên bi kurdî ya ji hêla qeyûman ve bû çareserî? Nebû. Ma tecrîda li Îmraliyê çareserî ye? Ji ber ku ev gel îro ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê li vir e. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka welatê me û hemû erdnîgariya me ye. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke etnîkî ye, pirsgirêka nasname û statûyê ye. Pirsgirêka Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê ye. Me gelek caran bangawaziyên xwe kirin. Werin em bi hev re bi rêyên aştiyane û demokratîk vê pirsgirêkê çareser bikin. Em ji bo Sûriye, Iraq û Îranê jî bibin model. Werin em bi hev re yekitiya gelan ava bikin. 
 
EM BI HEV RE BIBÊJIN AŞTÎ
 
Hem kesên li vê qadê hem jî gelên Tirkiyeyê ji bo xelkê mazlum ê Filistînê hêsir barandin. Tiştên Îsraîl bi serê wan tîne me tevekan diêşînin. Heman tiştên Îsraîl li Filistînê dike, rejîma Tirkiyeyê jî li Efrînê li dijî gelê kurd dike. Divê xwişk-birayên me yên li Marmara, Behra Reş, Anatoliyaya Navîn heman tiştan ji bo gelê kurd jî bikin. Werin em bi hev re ji bo aştiyê bang bikin. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe ya Filistînê jî çareser nabe. Nexwe daxwaza ji bo Filistînê jidil nabe. Werin em bi hev re bi dengekî bilind bibêjin aştî. 
 
DIVÊ GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ BÊ GIRTIN 
 
Dibêjin ku weke gaveke şênber çi dikare were girtin. Binêrin; demekî dirêj tecrîdkirina birêz Ocalan û girtina wî ya demdirêj li gorî hiqûqa navneteweyî mafê hêviyê derxistiya holê. Divê Girtîgeha Îmraliyê were girtin. Divê pergala tecrîdê li ser her qada jiyanê rabe. Em dikarin jiyaneke wekhev û hevpar bi hev ra ava bikin. Reçeteya pirsgirêkên civakî guftûgo, demokrasî û bi siyaseta azad dibe. Têkoşîna me ji bo wê ye ku hemû pirsgirêk li ser bingeha demokrasiyê bên çareserkirin.” 
 

Sernavên din

29/02/2024
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e