STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarê Fakulteya Îqtîsadê ya Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê sibata 1994’an de di bin çavan de hate windakirin, pirsîn. Di çalakiyê de pirsa dayik Menekşe Aydinlar a “Bû 30 sal. Mafê min heye; çi li roniya çavê min hat?” dîsa hate pirsîn.
Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan bi daxwaza “Bila Windakirî Bên Dîtin, Faîl Bên Darizandin” careke din li Qada Galatasarayê hatin bahev. Di hefteya 988’emîn a çalakiya Dayikên Şemiyê yên wêneyên windakiriyan hilgirtin û di destên wan de qûrnefîl hebûn de aqûbeta xwendekarê Fakulteya Îqtîsadê ya Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê sibata 1994’an de di bin çavan de hate windakirin, hate pirsîn.
Dayik û birayê Cuneyt Aydinlar jî tev li çalakiyê bûn.
Endama Komîsyona Li Dijî Windakiriyên di bin Çavan de ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê Sebla Arcan çîroka windakirina Aydinlar parve kir.
BANG LI YERLÎKAYA KIR: SÎNORKIRINA LI GALATASARAYÊ RAKIN
Arcan, anî ziman ku windakirina di bin çavan de sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê tê kirine û got: “Malbatên ku ji mafê xwe yê naskirina rastiyan bêpar hatine hiştin û serlêdanên wan bê encam hatine hiştin, ancax bi piştevaniya hev dikarin van travmayên giran derbas bikin.”
Arcan, bi lêv kir ku bi hatina gelhev a li Galatasarayê hewl didin li dijî birînan têbikoşin û bi van gotinan bang li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya kir: “Gavên erênî yên ku we ber bi qedexeya Galatasarayê ve avêtin berdewam bikin; sînorkirinên li ser Galatasarayê rakin. Ji bo bi temamî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn were pêkanîn wezîfeya xwe bi cih bînin.”
MALBATA WÎ PIRSA ‘ÇI LI LAWÊ MINİ RONIYA ÇAVÊN MIN HAT?’ PIRSÎ
Dayik Menekşe Aydinlar a pirsa “Bû 30 sal. Mafê min ê zanînê heye; çi li lawê min, roniya çavê min hat” careke din ji rêveberên dewletê û meqamên edlî pirs kir, ev tişt gotin: “Di salvegera windakirina wî ya di bin çavan de a 30’emîn de daxwaza xwe ya lêpirsîneke bi bandor û cezakirina faîlan careke din dubare dikin. Çend sal derbas bibin bila bibin, em ê ji bo hemû windakiriyên xwe edaletê xwazin û em ê dest jê berndin. Em ê bi bîr bixin ku dewlet neçare li gorî normên hiqûqê tevbigere.”