Jin ji 8’ê Adarê re amade ne

  • jin
  • 15:55 7 Adar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku amadekariyên xwe yên dawî ji bo mitîng û pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên sibe bên lidarxistin dikin, banga kombûna li qadan kirin.

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê sibê lig elek navendan bi çalakiyên cûr bi cûr were pîrozkirin. Jin ji bo çalakî û aktîvîteyan îro jî li qadan bûn. 
 
ŞIRNEX  
 
 
Jinên ku namzeta Hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kûtlû di nav de ewilî serdana dayika Fatma Ûyar a di sala 2016’an de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiyayê hate îlankirin de jiyana xwe ji dest da, Hatîce Ûyarê kir. Kûtlû ya di serdanê de axivî, wiha got: “Bi boneya 8’ê Adarê li ser navê dayikên kedkar ên di nava siyasetê de cih digirin me ewilî serdana Hatîce Ûyarê kir. Em li ser navê Sara, Pakîze, Leyla, Sêvê, Fîdan, Fatma û hemû jinên me yên qehreman qûrnefîla xwe didin dayika Hatîce.”
 
Jinan pişt re li taxên Bahçelîevler, Ataturk û Gaziyê serdana jinên dikandar kirin û qûrnefîl belav kirin. Jinan ji bo mitînga 8’ê Adarê ku dê sbiê li Cizîrê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin. 
 
Li navçeya Cizîrê jî bi tevlibûna namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Cizîrê Guler Tûnç Yerbasan, aktivîstên TJA’yê û Meclisa Dayikên Aşitiyê li taxên Sûr, Nûr, Cudî û Banê Xanê ji jinan re belavok hatin belavkirin û jin vexwendin mitînga ku dê sibê saet di 13.00’an de li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê bê lidarxistin. Di dema belavkirina belavokan de jinan her tim dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
Di mitîngê de Berdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan û parlamantera bajêr Newroz Uysal Aslan biaxivin û hûnermend Rojda Atlag û Koma Aryen derkevin ser dikê. 
 
WAN
 
Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) li Wanê ji jinên girtî re qert şandin. Jinên rojnamevan li Nûnertiya DFG’ê hatin bahev û namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal jî tev li wan bû. Endama MKG’ê Zelal Tûnç, anî ziman ku weke hemû jinan rojnamevanên jin jî bi tundiyê re rûbirû ne. Tûnç bal kişand ku 9 rojnamevanên jin girtî ne û 8’ê Adarê li jinên girtî pîroz kir. 
 
Neslîhan Şedal jî wiha got: “Jin li dijî paşvebirina heqîqeta civakîya jinan û hiştina tarîtiyê têdikoşin. Eynî weke Denîz Firatan, Nagîhan Akarselan ji aliyekî ve şopa heqîqetê dişopînin, aliyê din jî dibin hedef. Ez dixwazim bêjim ku ji cihê ku hevrêyên me hişti ne, em ê heqîqetê jinûve bigihînin gelan. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt jî 8’ê Adarê li hemû jinên girtî pîroz kir. 
 
AMED 
 
 
Di pêşengtiya TJA’yê de ji bo mitînga 8’ê Adarê ya dê sibê li Amedê bê lidarxistin li bajêr belavok hatin belavkirin û jin vexwendin mitîngê. 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Peyasê û TJA’yê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan de serdana tekstîlan kir û belavok belavkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Peyasê Leyla Baran, namzeta hevşaredariyê ya Peyasê Bêrîvan Sîncar, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Gelan Nesîbe Harran û namzetên meclisa şaredariyê tev li serdanê bûn. 
 
Jinên beşdarî aktîvîteyê bûn pêşmalkên ku li ser “Jin jiyan azadî” dinivîsî li xwe kirin û kolan kolan geriyan. Jinan jinên dikandar û li kolanan vexwendin mitînga 8’ê Adarê ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin. Ji jinan re belavok û alên ku li ser “Jin jiyan azadî” dinivîsî hatin dayîn. 
 
DEM Partiyê li navçeya Sûr a Amedê jî têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê banga mitîngê kir û belavok belavkirin. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, namzeta hevşaredariyê ya Sûrê Gulan Onkol, TJA, rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê û namzetên meclisa şaredariyê. 
 
ÎDIR 
 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Başan a Îdirê şahiya jinan lidarxist. Li şahiya ku li buroya hilbijartinê pêk hat, ji bilî rêveberên navçey û bajêr gelek jin tev li bûn. Beriya axaftinan tevî barîna baranê govend hate gerandin. 
 
Pişt re Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Oya Malgaz bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û destnîşan kir ku ji wê rojê ve têkoşîna jinan berdewam dike. Malgaz, destnîşan kir ku di civaka ku jin bi rê ve dibin de wekhevî heye û got: “Piştî ku mêran rêveberî girt destê xwe şer û xizaniyê dest pê kir. Ji ber vê yekê paradigmaya me ji jinan re pêşengtiyê dike. Em beriya niha çawa bi ser ketine di vê hilbijartinê de jî em ê bi hêza jinan serbikevin.”
 
Namzeta hevşaredariyê ya Başarê Alya Akkûş a pişt re axivî jî wiha got: “Em ê Başanê bikin bajarê jinan.” 
 
Piştî axaftinan ji jinan re qûrnefîl hatin belavkirin û bername bi dawî bû. 
 
ÇEWLÎG
 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Kanîreşê bi boneya 8’ê Adarê li avahiya xwe bernameyek li dar xist. Namzeta Hevşaredariyê ya Kanîreşê Zuhre Eroglû û gelek jin tev li bernameyê bûn. Di bernameyê de her tim dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Eroglû ya li vir axivî, diyar kir ku dê di 1’ê nîsanê de bi jinan re serbikevin û feraseta serwer a zilaman bi hev re hilweşînin. Eroglû, anî ziman ku weke tevgera jinên kurd, pergaleke ku ji jinên cîhanê re bibe mînak ava kirine û wiha got: “Dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrişî Rojava dike, ji ber ku li wir destkeftiyeke jinan a gelekî mezin heye û ev yek wan aciz dike. Têkoşîna azadiyê ya jinan di kesayeta Rojava de ji bo hemû jinên cîhanê bû rol model. Em jî nûnerên vê kevneşopiyê ne.”
 
Aktîvîte bi gerandina govendê ya piştî axaftinan bi dawî bû. 
 
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (EGE TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 36’an de berdewam kir. Gelek welatî serdana Nobeta Edaletê ya ku di avahiyên rêxistinên DEM Partiyê yên Bayrakli û Karabaglarê de tê domandin, kirin. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Dayika Aştiyê Peyruze Kurt di çalakiya nobeta di avahiyê DEM Partiyê ya li Bayrakliyê de axivî û bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan tê domandin sed rojan li pey xwe hiştin. Kurt diyar kir ku dê dayik li her derê piştgiriya girtiyan bikin û wiha got: “Bila ji dengê wan re deng were dayîn, bila ji vê pirsgirêkê re çareseriyek were dîtin. Çalakiya greva birçîbûnê zehmet e. Mirov di meha Remezanê de jî ji bo ku tiştekê bixwe, li benda banga mele disekine. Em dixwazin ev zilme xilas bibe, girtî çalakiya xwe dawî bikin û ev tecrîd were rakirin. Heya tecrîd ranebe dê ev zilm jî xilas nebe. Heya ku tecrîd ranebe dê kesek li cihê xwe nesekine. Em wek dayik, aştiyê dixwazin. Ji ber aştî nayê dilê me dişewite, em naxwazin dilê tu dayikan bişewite.”
 
Kurt xwest bi boneya 8’ê Adarê tevahiya jinan li kolanan bin. Kurt anî ziman ku jin ne di bin zordariyê, li pey dîwaran, bila li kolanan 8’ê Adarê pîroz bikin. 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya li navçeya Karabaglar dom dike jî ji hêla gelek welatiyan ve hate ziyaretkirin. Di nobetê de gelek caran diruşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. 
 
Nobet bi serdanan re dom kir. 
 
RIHA 
 
 
Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Rihayê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Riyaê şahiya muzîkê li dar xist. Pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Piştevaniya jinê dide jiyîn” û Em hebûn, hene û dê her hebin” hatin daliqandin. Gelek jin tev li şahiyê bûn. Rêvebera komeleyê Şevreş Yazar di bernameyê de axivî û wiha bal kişand ser 8’ê Adarê: “Bingeha hemû pirsgirêkan, newekhevî ye. Heta ku di her qadên jiyanê de wekhevî nebe, dê pirsgirêk çareser nebin. Heta jin azad nebin, civak jî azad nabe.” 
 
Piştre jî koma muzîkê ya komeleyê “Müziğin Ruhunda Buluşan Kadınlar” derket ser dikê. Endamên komê cil û bergên kurdî li xwe kiribûn û li ber defê stranên kurdî û tirkî gotin. Jinan govend gerandin û şahî bi govend û dirûşma “jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
 
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Colemêrgê û TJA’yê jî li navenda bajar şahî li dar xist. Şahî bi dirûşma “Em bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve dimeşin” hat lidarxistin û jinan cil û bergên kurdî li xwe kirin. Tevî rewşa nebaş a hewayî jî jin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qada şahiyê û govend gerandin. Şahî, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût axivî. Armût, anî ziman ku ji sala 2015’an ve li Colemêrgê li dijî jinan polîtîkayeke qirêjî di meriyetê de ye û ev tişt anî ziman: “Xwestin jinan di nava malê de hefs bikin û hemû qadan ji zilaman re bihêlin. Lê jinan bi 8’ê Adarê re her der bi rengên xwe xemilandin. Dê têkoşîna me heta dawiyê bidome. Bijî têkoşîna jinan, bijî yekitiya jinan.” 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Colemêrgê Viyan Tekçe jî got ku jin bingeha civakê ne û dê hemû saziyên jinan ên qeyûm girtine dîsa vekin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî diyar kir ku ji bo avakirina civakeke azad, di nava lêgerîna heqîqetê de ne. 
 
Piştî axaftinan, dengbêj Hediya Kalkan derket ser dikê û stran got. Bi stranên Kalkanê re coşa li qadê zêde bû, govend hate gerandin û şahî bi dirûşmên “Jin, jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû. 
 
DÊRSIM 
 
 
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê beriya 8’ê Adarê li kampusê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek kes tev li bûn de dirûşmeya “Gulistan Dokû li ku ye?” hatin berzkirin û Rojvelat Kizman a li Êlihê jiyana xwe ji dest da nehate jibîrkirin. 
 
Seher Alkin a di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em 8 'ê Adarê bi ruhê berxwedanê yê ku li dijî êrîşên li ser nasnameya jinê û qadên jiyanê bi hemû rêbazên pergalên zilam serwer bi hêrseke mezin pêşwazî dikin. Têkoşîna me ya wekhevî û azadiyê, li dijî zîhniyetên ku jinê bêqîmet dikin û bi hev re diguherînin, dewam dike.” Alkin a aqûbeta Gulistan Dokûyê pirsî, wiha domand: “Heta ku faîl bên cezakirin, em pirsa ‘Gulistan Dokû li ku ye’ bipirsin.” 
 
ROJVELAT KIZMAZ HAT BIBÎRANÎN 
 
Alkin, a bal kişand ser mirina Rojvelan Kizmaz a jiyana xwe ji dest da û yek ji hevala herî nêz a Dokûyê bû û got: “Me careke din dît ku di mirina Rojvelat de jî çiqas necidî tevgeriyan. Weke jinên ciwan em ê bibin dengê ku Rojvelat û Gulistan nikaribûn derxîne û em ê heta dawî bibin dengê jinên hatine qetilkirin, windakirin û îstîsmarkirin.”
 
ÊLIH
 
 
TJA’yê ji bo mitînga ku dê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li dar bixin banga tevlibûnê kir. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû, namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk û aktîvîstên TJA’yê li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev û meş lidarxistin. Jinên ku cilên kurdî li xwe kirin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Jinên ku di rê de belavok belav kirin di rê de bi lêdana defê, gotina stranan, çepik û tilîliyan derbasî ber buroya hilbijartinê ya navendî ya DEM Partiyê bûn. Jinan li vir govend gerandin. 
 
AGIRΠ
 
 
Li avahiya Rêxistina Giyadîn a Agiriyê jî aktîvîteyek hate lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên jin ên Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê, Dayikên Aştiyê û namzeta Hevşaredariyê ya Giyadînê ya DEM Partiyê Hayat Zorbay û gelek jin tev li bûn. 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA JINAN MEZIN BIKIN’ 
 
Jinên ku bi cilên herêmî tev li çalakiyê bûn pankarta “Dem dema xwebûnê ye” vekirin. Namzeta Hevşaredariyê ya Giyadînê ya DEM Partiyê Hayat Zorbay a li vir axivî, diyar kir ku ji bo bibe dengê jinan, têkoşîna wan pêş bixe bûye namzet û anî ziman ku dê têkoşînan jinan mezin bikin. 
 
Aktîvîte bi govend û çepikan bi dawî bû. 
 
MÛGLA 
 
 
Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li Taxa Çaltilik a Mîlasê şahiya jinan lidarxist. Gelek jin tev li bernameyê bûn. Jinên ku azadiya Gultan Kişanakê xwestin dirûşmeya “Jin jiyan azadî, ji jinên girtî re azadî” berz kirin. 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarên Mezin a Mûglayê ya DEM Partiyê Candan Susoy a di şahiyê de axivî, got ku “Heta ku ji bo hemû gelan aştî were dê têkoşîna wan bidome.”
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mûglayê Neslîşah Çetînkayay jî dîroka 8’ê Adarê û têkoşîna jinan vegot. 

Sernavên din

12/03/2024
15:06 Cîgirê midûr 3 xwendekar tacîz kir
14:57 Hatîmogûllari ji Erdogan ê digot ‘heqîqetê biqîrin’ re got: Kurdistan û tecrîd heqîqet in
14:17 Însîyatîfa 78’an banga hevrûbûna bi darbeya 12’ê Adarê kir
14:10 Ji bo Newroza Depê bang hate kirin
14:04 Hatîmogûllari: Em ê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan
13:44 Li ber turbeya Ehmedî Xanî soz dan: Ji bo kurdî çi pêwîst be em ê bikin
13:15 MSD: Serhildana Qamişlo çirûska şoreşa gel a Sûriyeyê ye
12:50 Li Amedê qezaya trafîkê: 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye