AMED - Qeyûmên ku li Amedê di 8 salan de texrîbatên mezin çêkirin, neguhêzbarên şaredariyê yek bi yek firotin, şaredarî bi AKP’iyan dagirtin, hemû îhale pêşkeşî alîgiran kirin û xizmeta kurdî ji holê rakirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sala 2016’an ve ji aliyê waliyên ku weke qeyûm hatine tayînkirin ve tê birêvebirin. Qeyûmê ewil di 1’ê mijdara 2016’an de hate tayînkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de jinûve şaredarî bidestxist. Lê dîsa di 19’ê tebaxa heman salê de cara duyemîn qeyûm hate tayînkirin. “Şandina pereyê rêxistinê re” an jî dozên derbarê hevşaredaran de hatine vekirin ji tayînkirina qeyûman re weke hincet hatin nîşandan. Lê Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Silêman Soylû di axaftina xwe ya di 11’ê gulana 2023’yan de îtîraf kir ku qeyûm bi fermana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêk hatiye. Di pêvajoya 8 salan de qeyûman li bajêr texrîbatên cidî çêkirin. Nelirêtî û texrîbatên hatine kirin di raporên Dîwana Çavdêriya Darayî yên di hin salan de hatine amadekirin de jî hatin nîşandan.
Qeyûman çawa ku dest bi peywîrê kirin, navên kurdî yên li park, cade, kolan û hin saziyan hatin kirin, guhertin. Navên hin kesayetên kurd jî ji tabelayan jê birin. Dîsa saziyên jin, zarok, ciwan û çand-hunerê yek bi yek girtin.
Qeyûman ji bajarên xwe ji bo serokatiya daîreyan ên şaredariyê mirov anîn. Karker ji kar hatin avêtin, şaredarî di nava 8 salan de veguherandin navendên baskên ciwan û jinan ên AKP’ê. Tiştên qewimîn bi vê jî bisînor neman, beriya hilbijartinên 2019’an gelek negûhêzbar pêşkeşî alîgiran hatin kirin. Hejmara negûhêzbarên behsa wan tê kirin nayê zanîn.
Hemû îhale dan şîrketên ji bajarên cuda. Beriya hilbijartinên 31’ê Adarê ku nêzîkbûne jî rewşeke heman heye. Rêveberiya qeyûm, negûhêzbarên di destên wan de mane difiroşin û şaredariyan di nava bi milyaran deynan de dihêlin.
Hin “îcraetên” qeyûman ên 8 salan derketin pêş wiha ne:
* Di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî de derket holê ku îhaleyên Projeya Koliyên Alîkariya Xurekê (10 mîlyon TL), kirîna devî û kulîlkên demsalî (592 hezar TL) û kirîna kulîlkên binevşî yên demsalî (560 hezar TL) bi rengekî bê ûsilî hatine kirin.
* Otobusa servîsê ya ku ji bo lîstikvanên jin ên futbolê û binesaziya tîma bajêr Amedsporê hatibû veqetandin hate desteserkirin.
* Milyonek û 500 hezar TL alîkariya ji Amedsporê re hatibû kirin bi paş ve hate xwestin.
* 2 peykerên şêran ên bi ser mirov ên li ber şaredariyê hatin rakirin.
* Peykerên ku bi 4 milyon û 412 TL’yan hatin çêkirin hem bûn mijara henekan hem jî bertek hatin nîşandan.
* Qeyûm Munîr Karaloglû, şaredariya bajarê mezin û şîrketên girêdayî wê kir endamê sendikaya kardêran a YERELSEN’ê ya navenda wê Kocaelî ye û ew jî damezrînerê wê ye.
* Karê xizmetê yê ji bo amadekirina naverok û dîzaynkirina dîtbarî ya konserên “Dîwanên Dengbêjan” dan reklamvanê ku qayûm Munir Karaloglû jê re dibê je “dostê min”.
* Karên wergirtina xizmetê ku bihayê wê 628 hezar TL ye bi ûsûla bazariyê dan şîrketên navenda wan li Bolû û Kocaeliyê.
* Du îhaleyên ku bihayê wan nêzî 555 hezar lîre ne dan şîrketên ku navenda wan Konya û Enqereyê.
* Darên li cadeyên Newroz û Çewlîkê yên li Taxa Bagcilarê di nava salekê de gelek caran ji ber bêxwedîtiyê hatin rakirin û ji nû ve hatin çandin. Darên palmiyeyê yên bi budçeyeke mezin hatin çandin jî ziwa bûn.
* Karaloglû ji bo fîlmê danasîna sûrên Amedê 365 hezar lîre xerc kirin. Îhale ji şîrketa Filmcode Production Ltd a navenda wê li Beyoglû ya Stenbolê ye hate dayîn. Qeyûm Alî Îhsan Sû jî di 5’ê nîsana 2022’yan de ji bo belgefîlma bajêr 535 hezar lîre îhale hate kirin. Îhale ji Şîrketa Bazirganiyê ya Danasîna Fîlm Televizyon û Hunerê ya Tayf ku navenda wê li Beşîktaş a Stenbolê ye re hate dayîn.
* Qeyûm Karaloglû, ji bo Cîgira Sekreteriya Giştî Ayhan Kardan ê Cîgirtiya Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê dikir anî. Ji Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan re ji Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê Ahmet Ozkaraaslan; ji Serokatiya Daîreya Sporê, ji Kocaeliyê Mehmet Kesen; ji Serokatiya Daîreya Ragihandinê ji Antalyayê Hulya Atalay; ji Serokatiya Daîre ya Çapemeniyê re ji Antalyayê Ramazan Kizilkaya; ji Serokatiya Daîreya Parastin û Hawîrdorê ji Edeneyê Necîm Şeyman; ji Miduriyeta Çandê ji Antalyayê Alî Çelîk û ji Miduriyeta Nivîsgeha Taybet re Mûstafa Çakmak anîn.
* Dîsa ji Serokatiya Daîreya Tenduristiyê re ji Xarpêtê Mehmet Kasim Aydin; ji Serokatiya Çavkaniyên Mirovan û Perwerdehiyê ji Stenbolê Alî Yucel; ji Serokatiya Daîreya Xizmetên Malî Zekî Karahan ê ji Afyonê ye; ji Serokatiya Daîreya Îmar û Bajarvaniyê re ji Mûşê Mehmet Karaaslan; ji cîgirê Sekreteriya Giştî re ji Mêrsînê Vedat Gungor; ji Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê re ji Ordûyê Sedat Îpek û ji Serokatiya Daîreya Pêşvebirina Çavkaniyan Hayrettîn Bahçivanci yê Êlihî hate anîn. Ji Serokatiya Daîreya Ruhset û Kontrola Ava Bermahî re xizmê Serokê AKP’ê yê berê Serdar Bûdak, Îrfan Bûdak hate anîn.
* Ji bo otogara navçeyê ya Pasûrê milyonek û 950 hezar lîre hate xerckirin. Ji ber hezaza di zemînê de biryara hate dayîn ku otogarê veguhêzin Farqînê. Buhayê vê yekê jî bû 17 milyon û 485 hezar lîre.
* Navê Cadeya Şengalê hate guhertin û navê wê kirin Molla Guranî.
* Ji Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê re nûnerê Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) yê Bajêr Omer Bûgday hate tayînkirin. Gelek nûguhêzbarên şaredariyê tahsîsî TUGVA’yê hatin kirin.
* Qeyûm Karaloglû, ji roja ku ji peywîrê hate girtin, ji du şîrketên Îshak Baydaroglû ku jê re digot “dostê min” re 615 hezar lîre veguhest.
* Ji bo tirkmenên li Bismilê bi 430 hezar lîreyan şahî hate lidarxistin. Peymana têkildarî şahiyê piştî 13 rojan hate kirin.
* Tenê ji bo 12 dekoratîfên ronîkirina bajêr, milyonek û 210 hezar lîre hatin xerckirin.
* Di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de bi bihayê 6 milyon lîreyî îhaleya kirêkirina wesayîtan hate kirin.
* Rêveberiya qeyûm par Terasa Seyrê ya li Fîskayayê nû kir û kir bi pere. Ji bo vê yekê 376 hezar û 500 lîre hate xerckirin.
* Derket holê ku dezenfektanên di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de hatin kirîn û belavkirin sexte ne.
* Hevjîna yek ji parazvanên qeyûm Hasan Basrî Guzeloglû, Tûncay Akyildiz, Hatîce Kubra Akyildiz weke Midûra Park û Baxçeyan tayînî Şaredariya Peyasê hate kirin.
* Qeyûm Alî Îhsan Sû û rêveberiya wê, du îhaleyên ji bo karên çêkirina rê hatin kirin dan fîrmayên Enqere û Mêrsînê. Îhaleya ku bihayê wê nêzî 39 milyon û 38 hezar û 810 lîreyan hate diyarkirin, bi 34 milyon û 156 hezar û 173 TL’yan dan Şîrketa Bazirganiyê Kargehên Înşaet û Tûrîzmê ya SÎGMA’yê.
* Beriya hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an, herî kêm 700 kes ku piraniya wan AKP’î ne û ji derve hatin anîn, kirin ‘personelên peymanê’.
* Li ber Çemê Dîcleyê nêzî 200 milyon TL hate xerckirin û ji bo mexdûrên erdhejê konbajar hate danîn. Tevî bertekên rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr, konbajêrê hate avakirin, piştî barîna baranê hate veguhestin.
* Tevî ku 4 şaredariyan ji bo mîhrîcanên ku Wezareta Çandê li 5 bajaran di çarçoveya 'Mîhrîcanên Rêya Çandê' de li dar xistibû tu îhale çênekirin, ji bo mîhrîcana ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye hate kirin 3 îhaleyên cuda yên bi nirxê 7 mîlyon 59 hezarî hatin kirin.
* Li taxa Kayapinar a navçeya Peyasê li 5 giravan bi giştî 97 donim erd dan îhaleyê û erd bi bihayê 600 milyon lîreyî hatin firotin.
* Ji o dîrekên aparat ku posterên Erdogan pê ve hatin daliqandin di nava 4 mehan de milyonek û 828 lîre hate xerckirin.
* Herî dawî bi biryara 10’ê çileyê hate wergirtin re Mala Zanînê ya Alî Emîrî, Mala Zanînê ya Navendê, Lîseya Akademiyê ya Alî Gaffar Okan, Kafeya Pirtûkan a Temaparkê, Kafeya Pirtûkan a li Qada Bajêr û Parka Kardeşlîkê, tahsîsî Midûriyeta Perwerdehiyê hatin kirin.
MA / Mujdat Can