AMED - Xelkê Amedê bêyî guh bide baran û heriyê qada Newrozê dagirt. Welatî bi coşa “mizgîniyê” strana “Li ber xwe bide Amed li ber xwe bide. Ji evîna çiyayên xwe bawer be” striya.
Bi rojan bû her kesî li rewşa hewayî dinihêrt bê ka wê rojê dê çiqas bibare, dê di navbera kîjan saetan de bibare. Dihat gotin ku di kîjan saetê de dibe bila bibe dê girse bêyî pirsgirêk biherike qadê. Ji bo her dilopa baranê ya rojek berê dibariya dihat hêvîkirin ku ji barana roja Newrozê kêm bibe. Di dawiya dawî de tişta her kes je “ditirsiya” pêk hat û roja Newrozê bi barîna baranê dest pê kir. Baran bereketa demsala biharê ye lê xelkê Amedê guh neda tirsa heyî. Mîna her salên berê, xelkê Amedê bêyî tu astengiyan nas bike, di bin baranê û di nava heriyê de ber bi qadê ve meşiya. Gel careke din tiştên derheqê wan de dihatin gotin û nîqaşên li ser wan dihatin kirin vala derxist.
Di nava heriyê de kêliyên zehmet jiyan lê dîsa jî herikîn qada Newrozê. Qet guh nedane qirêjîbûna kiras û fîstan, şel û şepikên xwe. Ji noqteyên lêgerînê ku mîna tunelê hatibûn amadekirin derbas bûn û bi gavên bazê herikîn qadê.
JI SÎNCANÊ SILAV HATIN ŞANDIN
Bi daxwaza jinên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin ku ez jî 20 roj berê li wir tehliye bûbûm, ber azadiyê û qadên azad ve meşiyam. Mukaddes, Zelal, Nîlufer, Dîlan, Devrîm, Rozerîn, Rihan, Zeynep… bi hesreta hêj bi dehan jinên din ên girtî min li qadê nihêrt.
Stranên ku di nava van 10 mehan de di her derketina hewadariyê de pêl bi pêl belav dibûn min îcar li qada Newrozê dibihîst ku bi sed hezaran kesan bi hev re pêşwazî dikir.
Greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin didome. Min dît ku jinên girtî yên bi dilgermiya grevê beşdarî Newrozê bûn, dile wan li Kurdistanê lê dide. Min dît ku bi taybet jî li benda peyama gelê Amedê ne. Min dît bê ka silavekî ji vê qadê wan dîwaran çawa bêwate dike û bi vê zanebûnê min li qadê nihêrt. Di her dirûşmê de kampanya hate silavkirin û tevahiya beşdarên li qadê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Girseyê dîwar û girtîgeh bêwate dikir û agirê azadiyê vêdixist. Aqilê dewletê jî bi rojan berê dik û qad ji bi têlan ji hev qut kiribû û dixwest girseyê bi van têlên direhî hefsî bike. Di salên berê de têlên li ber dikê ku bi çoyên hesin hatin danîn ji hêla ciwanan ve dihatin rakirin. “Emniyeta” ku ev rewş dîtî, îcar stûnên ceyranê yên li kolanan li wir danîbûn û nehiştin têlan bînin xwarê. Lê belê dilê gel astengî nas dikir, bi yek dengî dirûşm berz dikir, stran digot û li ber dahol û zirneyê govend digerand.
YÊN AGIR VÊDIXIN
Bi cil û bergên xwe yên di nava heriyê de mayîn, bi destmalk û kefiyên xwe yên herî zêde bi coş govend digerandin jin bûn. Gelê ku ji salên 1990’î heta niha tevî qedexeyan jî li dora agirên biçûk, li qadên tije herî û tevî baranê Newroz pîroz dikir, ji bo vêxistina agirê êzingên şil bûn û agir pê nediket, welatiyan cilên xwe diavêtin ser û agirê Newrozê gur dikir.
NEWROZA BÛYE KEMAL, KEMALÊ BÛYÎ NEWROZ
Amed, ber bi Newroza ku gelên Mezopotamyayê û mirovahî bi hişyarbûna xwezayê re weke roja mezinkirina berxwedanê dibîne ve meşiya/dimeşe. Newroza Amedê mîna kulîlka dawî ya bihara Kurdistanê ye. Qada ku peyama berxwedanê herî dawî lê olan dide ye. Li Amedê qada Newrozê êdî hinek jî bûye Kemal Kurkut. Kemal Kurkut ê ji bo gurkirina agirê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan vêxistî baz dayî qada Newroza Amedê. Navê Kemalê ku bi bedena xwe ya tazî li ber xwe dayî û hesreta xwe qêriyayî niha jî bû navê qada Newroza Amedê. Çawa ku Newroz bûbûn Mazlum, her wiha bû Kemal. Lewma li Amedê her kesî ji ewil ew silav kir û wisa kete qadê.
‘MIZGÎNÎ’ LI QADÊ HATE SILAVKIRIN
Her çende hunermendên weke Emel Mathlouthi û Mîkaîl Aslan derketibin ser dikê jî, gel herî zêde li ber dahol û zirneyê govend gerand. Tenê guh da strana “Li ber xwe bide Amed li ber xwe bide (Diren ha Diyarbekir diren)” Girseya ku bi coşa “Mizgîniya Newrozê” guhdar dikiri bi hevre ev gotin distiriya: “Li ber xwe bide Amed li ber xwe bide. Ji evîna çiyayên xwe bawer be..”
DEMA AZADIYÊ YE
Jixwe ev evîn û mizgîniyên ku dibihîsinin ev 50 sal in vî gelî di her Newrozan de li qadan kom dike. Tam jî ji ber vê sedemê bû ku gotina dema Cengîz Çîçek peyama Newrozê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwend kirî, di nava girseyê de olan da û rê li ber çepikên xurt vekir.
Bi milyonan kesan li qadê tenê tiştek gotin: “Dem dema Abdullah Ocalan e. Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e.”
MA / Dîcle Muftuoglû