AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ku di Newroz û mitînga Agiriyê de axivî, wiha got: “Bila peyamên gel ên qadên Newroza azadî, aştî û çareseriyê rast fêm bikin. Gel got, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û xwest tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê li Qada Dortyolê “Newroza Agiriyê ya Mezin û mitînga fînalê” li dar dixe. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes ji du baskan bi meşekê hatin qada Newrozê. Ciwanên ku bi vêxistina meşaleyan ketin qadê, dîmenên rengîn derxistin holê. Welatiyên ku bi cilên xwe yên netewî yên Kurdistanê hatin qadê her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî pankarta “Êdî dê hêza tu kesî tune be ku ziman û çanda me tune hesibîne” vekirin.
Her wiha girse, ji du milan bi meşaleyan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Newroz” û bi pankartên “Azadiya min azadiya gelan e”, “Azadî xwe bi rêvebirinê dest pê dike”, “Heqîqet evîn e, evîn azadî ye” û “Rabe DEM hat” heta qada mitîngê meşiyan. Bi hezaran kesên ku tevlî mitîngê bûn bi coşek mezin govend gerandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin dest pê kir.
Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Ûmût Dogrûel ewilî axivî û Newroza hemû gelan pîroz kir. Ûmût, bi lêv kir ku Newroz li dijî Dehaqan berxwedan û mizgîniya 31’ê Adarê ye.
‘EW XIZMETÊ NAKIN TENÊ DIDIZIN’
Dû re namzetê hevşaredariyê yê Agiriyê Mehmet Akkûş axivî. Akkûş, bi lêv kir ku ji hilbijartinên herêmî re 6 roj mane û 3 meh in xebatên hilbijartinê dimeşînin. Akkûş, diyar kir ku ew ji bo hemû taxan projeyan amade kirine û bi gelê xwe ve şaredariyê rêve bibin û wiha got: “Zihniyeta AKP’ê ev bajar xirab kir û Agirî vegûheriye bermahiyê. Desthilta AKP’ê ku 22 sal in desthilat e bi taybetî 5 salên dawiyê ye qirkirinek mezin pêk aniye. Ew xizmetê nakin, bi tenê didizin.”
‘EM JI BO JIYANEKE XWEŞ Û PAQIJ TÊN’
Namzeta hevşaredariyê ya Agiriyê Hazal Aras jî bi hezaran kesên ku qad tijî kirine silav kir û got ku di 31’ê Adarê de ji bo pêşeroja jin, ciwan û zarokan dê biçin ser sindoqan. Hazal, bi lêv kir ku dê ji bo ji xizaniya AKP’ê li Agiriyê kûrtiye kiriye, ji bo nelirêtî, herî û çopan bêjin ‘na’ dê biçin ser sindoqan û wiha got: “Em ji bo li dijî van hemûyan bêjin ‘na’ diçin hilbijartinê. Li dijî polîtîkayên desthilatê em ê bêjin ‘na, êdî bes e.’ Parlamenterên me dema di Meclisê de bi kurdî diaxifin weke zimanê X bi nav dikin. Lê ew zimanê kurdî di hilbijartinê de ji xwe re weke amûrekî bikar tînin. Em ê ji van hemûyan re bêjin na. Êdî dem dema guhertinê ye. Cihê guhertinê jî DEM Partî ye. Ji bo maf û biryara jin û ciwanan em dibêjin DEM Partî. Em ê projeyên xwe bi gelê xwe re bi rê ve bibin û ev yek jî bi DEM Partiyê pêkane. Agirî li benda me be em tên. Em ê teqez bi ser kevin. Em ji bo jiyanek xweş û paqij tên. Agirî xwedî Xezala xwe derbikeve.”
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE ŞAHIYÊ BIKIN’
Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç axivî. Guvenç, bi lêv kir ku adar hem meha komkujî û meha berxwedanê ye û got Newroz vejîna gelê kurd e. Guvenç, wiha pê de çû: “Newroz nîşaneya berxwedana Kawayê Hesinkar, Ronahî, Rewşen, Ronahî û Sema Yuceyan e. Li ku derê talan û zilm hebe li wê derê berxwedan heye. Ji ber vê yekê Newroz berxwedan e. Me îsal Newroz bi gelek êrişan, polîtîkayên şerê taybet û tecrîda li ser Birêz Ocalan pêşwazî kir. Li aliyekî din ve jî dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li hemû derê belav bûye. Em ê di van hilbijartinên herêmî de ji bo demokrasiyê bi rengê jinê pêşwazî dikin. Di her aliyê de êrişî me kirin û xwestin serî li me bitewînin. Lê belê em tu carî natewînin. Dîrok şahide, em şahid in. Em ê di 31’ê Adarê de şahiya vê rihê berxwedanê bikin. Newroz hêvî û aştî ye.”
Parlamentera DEM Partiyê yê Agiriyê Nejla Demîr jî da xuyakirin ku Newroz vejîn û berxwedan e û piştre peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend.
‘EM Ê DÎSA DÎROKÊ BINIVÎSIN’
Pişt re parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik axivî û ev tişt got: “Agirê Newrozê li dijî zilmê û Dehaqan hatiye pêxistin. 5 roj şûnde em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Di hilbijartinên 2014’an we dîrok nivîsand. Em ê dîsa biçin ser sindoqan û bersiva wan bidin. Em ê dîsa dîrokê binivîsin. Em ê di vê hilbijartinê de şaridariyê bi dest bixin. Niha diz di şaredariyan de ne. Lê me bi tenê ji bo gelê xwe xizmet kir. Lê ji şaredariyên me re qeyûm tên tayînkirin û diziyek mezin tê kirin. Em ê di vê 31’ê Adarê de şaredariyê bigirin û wan diz û kedxwaran ji şaredariyê bişînin. Ji derve hilbijêran tînin û dixwazin vîna gelê Agiriyê xesp bikin. Lê em ê destûrê nedin ew bi ser bikevin.”
‘GELÊ ME DÊ HESABÊ JI TALANKERAN BIPIRSE’
Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan jî bi rihê Sema Yûce Newroza hemû gelan pîroz kir. Bakirhan, got ku gel ji niha ve biryara xwe daye û wiha pê de çû: “Em ê dîsa Agiriyê bi dest bixin. Hevalên me yên girtî û li sirgûnê çavên wan li Agiriyê ye. Em ê di 31’ê Adarê de mizginiyeke mezin bidin wan. Em Newroza hemû hevalên xwe yên girtî pîroz dikin. Newroz li dijî Dehaqan berxwedana Kawayan e. Newroz bi sê zilikên şixatê yên Mazlûm Dogan hatiye pêxistin. Bajarên Kurdistanê û metropol hemû weke Agiriyê bi coş û kelecan û bi girseyî bûn. Di 31’ê Adarê de gelê Agiriyê ji bo nivîsandina destanê amade ye. Gelê Agiriyê ji me re xwedî derketin û berxwedanê di her hilbijartinê daye nîşandan. Em ê AKP’ê bikin partiya tabelayê. Dê gelê me hesabê ji van talankeran bipirse.”
‘PEYAMÊN QADA NEWROZÊ BAŞ FÊM BIKIN’
Bakirhan, bal kişand ser peyamên ku di mitîngan de hatine dayîn û wiha got: “Gel got, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û xwest tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Destûrê nadin em bi zimanê xwe biaxivin, me weke terorîst bi nav dikin. Lê em ji bajarê Ehmedê Xanî bang dikin ku em ji vir bi zimanê xwe bang dikin. Çareserî ne operasyona li dijî Kobanê û bajarên Rojavayê ye. Çareserî li Agiriyê ye. Kesên ku pêşiya vê xîzaniyê vekiriye bila peyamên gel ên qadên Newroza azadî, aştî û çareseriyê rast fêm bikin. Ji zimanê me re dibêjin zimanê biyanî û nayê zanîn. Ev hezar sal in ku em bi vî zimanî diaxivin çawa bûye zimanekî nayê zanîn. Li dijî vê yekê em ê di hilbijartinê de bersiva vê yekê bidin. Li Elmanya û Japonyayê perwerdehiyên kurdî tên dayîn, li welatê me bihêlin em bi kurdî biaxivin, dest deynin ser poşiyên me. Kesên ku îro hevalên me avêtine girtîgehan dibêjin ‘Em jî kurd in.’ Raste hûn kurd in lê hûn berê xwe didin partiyên din. Dema peykerê Ehmedê Xanî hat hilweşandin ew kesên ku dibêjin em kurd in li ku derê bûn. Di Meclisê de destûrê nadin kurdî bêaxaftin. Ji ber ku ew li cem desthilatdariyê ne. Gelê Agiriyê hûnê xwedî li namzetên xwe derbikevin. Kesên ku li hember vê zilmê deng dernaxe em ê dengan nedin wan.”
Piştî axaftinan hunermend Mizgîn Turan û Azad Bedran bi stranên xwe derketin ser dikê. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.