ŞIRNEX - Herêma Çiyayê Gabarê a di nava sînorên Şirnexê de dimîne, cara heftemîn ji bo 15 rojan wek Herêmê Ewlehiya Taybet hate îlankirin û ji têketinan re hate qedexekirin.
Ji bo Herêma Çiyayê Gabarê ya di navbera navenda Şirnexê û navçeya Basayê de dimîne, carake din ji têketinan re hate qedexekirin. Walîtî daxuyand ku herêm 26 û 9’ê nîsanê, jî di nav de ji bo 15 rojan, wek Herêma Ewlehîya Taybet hatiye îlankirin.
Tevî biryara herî dawî hatiye dayîn, qedexeya herêma Çiyayê Gabarê, cara heftemîn hate dirêjkirin.