AMED - Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê, di biryara xwe ya beraetê de ya der barê xebatkara HDP'ê Hilya Adayê de, beyanên şahidê eşkere Umît Akbiyik esas negirtin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser beyanên Umît Akbiyikê ji "qanûna poşmanîtiyê" sûd girtibû, der barê 216 kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di 25'ê Nîsana 2023'yan de li 21 bajaran operasyon hatibûn kirin û rojnamevan, parêzer, siyasetmedar û hunermend jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan gelek kes jî hatibûn girtin û der barê wan de doz hatibû vekirin.
Îtirafkar Akbiyik, der barê xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hulya Adayê de gotibû "Di nava Koordînasyona Saziyan de ku çalakiyên li Amedê li dar dixe cih digire" û "Nobeda Edaletê organîze kiriye". Ji ber vê bi sûcê "endamtiya rêxistinê" doz li Adayê hatibû vekirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê, der barê Adayê de biryara beraetê dabû. Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir.
BIRYARA DADGEHA BILIND HAT BIBÎRXISTIN
Di sedema biryarê de biryara Dadgeha Bilind ya "Beyanên kesên ji Qanûna Poşmanîtiyê sûd girtine wekî hukm esas nayên girtin" hat bibîrxistin û der barê Adayê de biryara beraetê hat dayîn.
Piştî ku dadgehê biryara xwe eşkere kir, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya "li dijî hiqûqê ye" serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê da û xwest biryara dadgehê bê xerakirin.