Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin û raporê amade bikin

img
AMED - Şandeya navneteweyî ya ji bo şopandina hilbijartinan hat bakurê Kurdistanê, da zanîn ku dê rapora têkildarî binpêkirinan ji YE û KE’yê re bişînin. 
 
Ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê êdî saet mane. Mîna her hilbijartinê, di vê hilbijartinê de jî şandeyeke navneteweyî hate bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Endamên şandeyê ji welatên weke Swêd, Almanya, Fransa, Ingilistan û welatên din ên Ewropayê ne. Şande dê têkildarî hilbijartinê raporê amade bike. 
 
Yek ji şandeyên ji bo hilbijartinê hatin jî şandeya Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) ye. Şande çû serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê. 
 
Ji parlamenterên Die Linkeyê Gokay Akbulut got ku ji bo hilbijartinan di cih de bişopînin hatine Tirkiyeyê. Akbulut, anî ziman ku diçin serdana saziyên li Amedê û xebatên wan dişopînin. Akbulut, wiha domand: “Ya girîng ew e ku hilbijartin bi awayeke demokratîk bên lidarxistin. Lê mixabin di demên berê de li Kurdistanê gelek pirsgirêk hatin jiyîn. Ne tenê partiya me, gelek şandeyên navneteweyî hatine Kurdistanê. Me dît ku DEM Partî xebateke baş dimeşîne. Me li vir bi gelek nûnerên partiyê re hevdîtin kir. Ji DEM Partiyê re serkeftinê dixwazin. Em bi kelecaneke mezin li benda hilbijartinê ne.” 
 
‘DÊ TÊKILDARÎ BINPÊKIRINAN RAPORÊ AMADE BIKIN’
 
Akbulut, da zanîn ku bi gelek dezgehên çapemeniyê yên Almanyayê re di nava peywendiyan de ne û wiha got: “Em ê çavdêriyên xwe bi wan re parve bikin. Em ê li ser navê Partiya Çep raporekî amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Binpêkirin, li kîjan herêman binpêkirinên çawa hatin jiyîn, zextekî çawa hate kirin, ev mijar girîng in. Di nava şandeya me de parêzer, rojnameger, nivîskar û gelek heval hene. Ew jî dê pirsgirêkan binirxînin. Ya girîng ew e ku dema em vegeriyan Almanyayê, li ser navê Partiya Çep pêvajoyê vebêjin.” 
 
DÊ RAPORÊ PÊŞKEŞÎ KOMÎSYONÊN YE Û KE’YÊ BIKIN 
 
Akbulut, daxuyand ku di nava saziyên Almanyayê de, di nava Yekitiya Ewropayê (YE) û Konseya Ewropayê (KE) de ji meclisa federal hevalên wan hene û dê raporên wan di demên pêş de binirxînin. Akbulut, wiha pê de çû: “Em ê bi awayekî serkeftî pêvajoyên hilbijartinê ya li Amed û bajarên din bişopînin. Ya ku em jî dixwazin ew e ku her kes biçe ser sindoqan û xwedî lê derkeve. Bi rastî jî divê mirov hişyar be. Em ê raya giştî ya Ewropa û Almanyayê têkildarî pirsgirêkên vê derê agahdar bikin.” 
 
Endama Die Linkeyê Dr. Sabine Skubsch ku di nava şandeyê de cih digire jî got ku ew DEM Partiyê weke “partiya xwişk-bira” dibînin û ji bo piştgiriyê hatine. Skubsch, diyar kir ku di salên 1990’î de ji bo şopandina hilbijartinan hatibû û wiha got: “Em dixwazin Serra Bucak û Dogan Hatun bi ser kevin.” 
 
MA/ Mujdat Can
 

Sernavên din

31/03/2024
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN